HPG: Em ê xeyalên şehîdên xwe ya Rêbertiya Azad, Kurdistana azad bi cih bînin

HPG'ê 5 gerîlayên ku li Xerzanê şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr anî û got, ''Em sond dixwin ku xeyala Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad ku xewn û xeyala hevrêyên me yên şehîd e, berdêla xwe çi dibe bila bibe bi cih bînin.''

HPG'ê agahiyên nasnameyê yên 5 gerîlayên ku li Xerzanê şehîd bûne bi raya giştî re par ve kir. Di daxuyaniya HPG'ê de wiha hate gotin:

''Ji sala 2021'an û wir ve hêzên me yên li herêma Xerzanê li dijî dewleta Tirk a qirker têkoşîneke çalak daye û çalakiyên karîger hatine kirin ku derbên giran li artêşa Tirk a dagirker hatiye xistin. Hevrêyên me bi van çalakiyan ispat kirine, polîtîkayên mêtingeran ku dixwazin li Bakurê Kurdistnaê tevgera me sînordar bikin ji rastiyê dûr e û têkneçûyina milîtaniya Apoyî careke dî derketiye holê. Dewleat Tirk piştî derbên giran ku ji hêzên me yên gerîla xwarî li hemû qadên herêma Xerzanê bi tevlêbûna kontrayan operasyoneke befireh daye destpêkirin. Hevrêyên me ku li dijî van hêzên operasyonê çalakiyên karîger kirine derbên giran li dijmin dane. Di şer û bombebaranê de ku Hezîranê demên cuda pêk hatine, hevrêyên me Ferzat, Dijwar, Êrîş, Sîdar û Tahsîn şehîd bûne.

 

Agahiyên nasnameyê ya hevrêyên me yên şehîd wiha ye:

Nasnav: Ferzat Sedar

Nav Paşnav: Cahît Coşkun

Cihê Bûyinê: Bedlîs

Navê Dê û Bav: Guler – Cemîl

Şehadet Tarihi ve Yeri: 22'yê Hezîrana 2021'an / Xerzan

 

           

Nasnav: Dijwar Hezex

Nav Paşnav: Serdar Asan

Cihê Bûyinê: Şirnex

Navê Dê û Bav: Havva – Abdulhalim

Şehadet Tarihi ve Yeri: 1'ê Hezîrana 2021'an / Xerzan

 

          

Nasnav: Êrîş Garzan

Nav Paşnav: Hikmet Gezici

Cihê Bûyinê: Wan

Navê Dê û Bav: Kadriye – Menan

Şehadet Tarihi ve Yeri: 1'ê Hezîrana 2021'an / Xerzan

 

Nasnav: Sîdar Amed

Nav Paşnav: Sait Yaman

Cihê Bûyinê: Amed

Navê Dê û Bav: Zeliha – Mehmet

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 4'ê Hezîrana 2021'an /Xerzan

 

Nasnav: Tahsin Agid

Nav Paşnav: Harun Yılmaz

Cihê Bûyinê: Bedlîs

Navê Dê û Bav: Gülsün – Farıs

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 4'ê Hezîrana 2021'an /Xerzan

 

FERZAT SEDAR

Hevrêyê me Ferhat ku li Tetwanê li nav malbateke welatparêz çEbûyî hê zû ji ber zextêt TC ya dagirker bi malabata xwe re koçî metropolan dibin. Di gelek karan de dixebite, debara mala xwe dike, di vê demê bûye şahid ku dewleta TC ya dagirker ji bo ku ciwanên Kurd ji rastiya wan dûr bixe û bipişive çi dike û dîsa vegeriyaye Kurdistanê. Hewl dide ku nasname, çand û dîroka xwe bi berfirehî nas bike, dêhn û bala xwe dide ser Têkoşîna Azadiya Kurdsitanê. Li bara siyaseta îmhayê ya li ser gelê me bêdeng namîne û biryar li ser dide ku tevlî nav refên gerîla bibe, tevlî nav gerîla dibe ku tim bi vê xeyalê bû û têkoşîna xwe bênavber didomîne. Hevrêyê me Ferzad bi tevlêbûna bi rengekî xurt a nav pêvajoya şer, bi helwesta xwe ya li jiyanê zû tê ferqkirin, her wiha gelek helbesta li ser têkoşîna gerîlayên me nivisandine ku li ser felsefeya Rêber Apo dimeşin. Kesayata xwe ya hunermend û profesyonel digihîne hev, enerjiyeke mezin derdixe holê, bi moral û coşiyeke mezin bandorê li ser hevrêyên li dora xwe dike û li her devera ku çûyî derdikeve pêş. Hevrêy3e me Ferzat bi fermandarî vedigere ser xaka ku lê çêbûyî heta hilma xwe ya dawî dilsozî xeta têkoşînê dimîne û dibe milîtanê mînak ê serdema nû. Helwesta şoreşger û têkoşîna hevrêyê me heta hetayê wê li nav têkoşîna me azadiyê bijî.

DIJWAR HEZEX

Hevrêyê me  Dijwar li Şirnexê ku welatparêzî lê geş û gur e çêbûye, ji ber zextên dewleta TC'ê ya mêtinger derbasî Stenbolê dibin. Li nav malbateke ku bi keda xwe debara xwe dike mezin dibe, ji zaroktî ve Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas dike, biryar li ser dide ku tevlî nav refan bibe û tevlî nav xebatên ciwanan dibe. Dema xebatên ciwanan li gelek herêman xebatan dike û li nav gel hurmeteke zêde didinê.

Ji ber xebatên serkeftî ji hêla dewleta TC'ê ya dagirker ve sala 2012'an tê girtin, piştî ku ji zindanê dertê, biryar li ser dide ku têkoşîna xwe li çiyayên azad ê Kurdistanê bidomîne û tevlî nav refên gerîla dibe. Li gelek qadan gerîlatiyê dike, di demeke kurt de dibe pispor, dibe fermandar û ji bo şêwaza gerîlayê profesyonal a serdema nû geş bibe û biqlibe ser tarzekê bûye xwedî roleke pêşeng. Bi milîtaniya xwe ya fedayî di jiyanê de bi rola pêşeng radibe her wiha li dijî dagirkeran di şer de jî bûye xwedî pratîkeke ku weke mînak were dîtin. Li gel ku du caran birîndar dibe jî bi vîneke mezin zû rehet dibe, disa ji bo ku pir lê radiweste li eniya pêş a şer cihê xwe digire. Hevrêyê me Dijwar ku di gerîlatiyê de dibe pispor, ji bo ku tecrûbeya xwe li qada Bakurê Kurdsitanê nîşan bide û xeta şer geş bike sala 2020'an derbasî Bakur dibe. Di demek kurt de li gel hevrêyên xwe çalakiyên ku pê derbên giran li dijmin dixin dide destpêkirin, bi azweriyeke mezin her demê peywirên ku ketine bara wî bi cih tîne. Rihê hevrêtiyê tim li pêş datîne, enerjiya xwe li di derdora xwe digerîne û bi kesayata xwe ya kedkar, kiriye ku her demê hevrêyên wî hurmeteke mezin bidinê. Alaya têkoşînê ya hevrêyê me Dijwar di têkoşîna hevrêyên wî de her demê wê bijî.

ÊRÎŞ GARZAN

Hevrêyê me li Wanê li nav malbateke ku di nav Têkoşoîna Azadiya Kurdsitanê de berdêlên xwe hene çêbûye. Her demê dêhn û bala xwe li ser Têkoşîna Azadiyê ya gelê me ye, salên zanîngehê ji bo ku serwextî felsefeya Rêber Apo bibe kêferasteke mezin dike, her ku têkoşînê nas dike, dibe xwedî wê bîr û baweriyê ku ciwanên Kurd tevlî nav refên gerîla bibe, têkoşînê geş bikin û li dijî polîtîkayên asîmîlasyon, inkar û îmhayê ya dewleta TC'ê ya dagirker berê xwe dide nav refên gerîla.

Li qada Xerzanê tevlî nav gerîla dibe û heta roja ku şehîd dibe li Xerzanê gerîlatiyê dike, di şertên herî zor û zehmet de jî  bûye mîna berbiçav a serkeftina mezin ku milîtnaiya Apoyî derdixê holê. Hê ji roja pêşî ya tevlêbûnê xwe bi pêş ve dibe, li ser felsefeya Rêber Apo kûr dibe û tiştên ku hîn dibe pratîk dike, di demeke kurt de dibe pispor di hemû çalakiyan de ku li qadê pêk hatine û derbên grian li dewleta TC'ê ya dagirker dane li eniyên pêş cih digire. Bi kesayata xwe ya kedkar û dilnizm bêyî ku bibêje ev biçû kû mezin bi şêwazeke şoreşgerî nêzîkatiyê li hemû peywiran dike û bi serkeftî bi encam dike. Xeta pêşengiyê ku di jiyanê de dayî ser milê xwe, hêrsa xwe ya li dagirkerî û dagirkeran di şer de nîşan dide. Azwerî û xeta têkoşînê ya hevrêyê me Êrîş di nav têkoşîna me de wê bijî.

SÎDAR AMED

Hevrêyê me Sîdar li Amedê li nav malbateke welatparêz çêdibe, wan demên ku zext û zordariya mêtingeriya Tirk li Kurdistanê li ser gelê me bi rengekî beloq dihate jiyîn Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas dike û jê karîger dibe. Hê dema zarok zilma dijmin dibîne, hêrsa wî li dijmin radibe û bawerî pê tîne ji bo ku vê hêrsa xwe bi rengekî rast berê wê bide dijmin tekane vebijêr têkoşîn e û ev jî li nav refên gerîla dibe.

Saa 2015'an dema faşîzma DAÎŞ'ê ya li ser Kobanê, di pêvajoya êrîşên ser gelê me de ji şehîdan karîger dibe biryar li ser dide ku tevlî nav refên gerîla bibe û dibe yek ji milîtanê têkoşîna azadiyê. Bi kesayata xwe ya gihaştî zû hînî jiyana gerîla û çiyê dibe. Ji roja tevlêbûnê ve ji bo ku bibe gerîlayekî zîrek tim hewl dide û ji ji bo vê armancê di serî de perwerdehiya îdeolojîk pir girîngî dide perwerdehiya branşan ku hîmê gerîlatiya serdema nû pêk tîne. Ji ber ku bawerî pê tîne bi yekîneyên gerîla yên zîrek encex mirov dikare dewleta TC'ê ya mêtinger têk bibe, ku bi salan e zilmê li ser gelê me dike û ji bilî qirkirinê tiştekî dî li ber gelê me nadeyne. Hevrêyê yê ku ji nav malbateke kedkar tê, kesayata xwe ya ku bi kedê hatiye standine li nav refêng gerîla jî didomîne û ji vî alî ve dibe mînak. Bawerî pê tîne encex ku mirov di nav jiyanê de pêşengî bike ku dikare di şer de bibe pêşeng û fermandar, her carê li ser vê rêgeza serkee çûye. Bi jidilî, dilnizmî û kedkariya xwe ji bo hevrêyên xwe her demê mînak. Di her kêliya têkoşîna me de hevrêyê me Sîdar wê bijî.

TAHSÎN AGID

Hevrêyê me Tahsîn li Xîzanê li nav malbateke welatparêz çêdibe û mezin dibe. Piştî ku dewleta mêtinger gundê wan dişewitîne, bi malbata xwe re bêgav dimîne ku biçe Stenbolê. Hê zaroktî ji derdora malbata xwe Têkoşîna Azadiya Kurdsitanê nas dike, dema ku li zanîngehê dixwîne bi rengekî çalak tevlî nav xebatên ciwanan dibe û têkoşînê ji nêz ve nas dike.

Hevrêyê me ji nav malbateke welatparêziya xwe xurt e û tevlêbûna wan a li têkoşînê heye, tê, sala 2014'an ji bo ku bersivê bide êrîşên li ser Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê tevlî nav refên gerîla dibe. Heta dawiyê dibe pêgirê xeta hevrêtiyê ya ku felsefeya Rêber Apo dw daniye, ji bo ku bie xwedî kesayata milîtaniya pêşeng her demê hewl dide. Li her devera ku lê ye hewl dide ku zêdetir tevlê bibe, her demê lê hûr dibe. Li her qada ku lê ye li ber xwe datîne ku zêdetir tevlê bibe, kedê bide, têkoşînê geş bike, ji bo ku van armancên xwe jî pêk bîne her demê kedeke zêde dide. Tecrûbeya gerîla ku bi salan pêş xistî diçe ser xaka Xerzanê ku lê çêbûyî û li wir van tecrûbeyên xwe vediguhêze. Hevrêyê me Tahsin dema li Xerzanê li dijî dewleta TC'ê ya dagirker têkoşîneke mezin dide, di hemû çalakiyan de cih digire û berpirsyariya xwe bi serkeftineke mezin bi cih tîne. Bîranîna hevrêyê me di têkoşîna me de her demê wê bijî.

Di serî de serê hevrêyên me Ferzat, Dijwar, Êrîş, Sîdar û Tahsîn ku bi têkoşîn û şêwaza xwe ya şer bûne mînakên berbiçav ku li Kurdistanê ji bilî serkeftinê ti rêyeke dî nîne û mîlîtanên pêşeng ên pêngavên me yên serfiraziyê ku gav bi gav li Bakurê Kurdistanê tê honan, em sersaxiyê didin tevahiya gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê, em sond dixwin ku xeyala Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad ku xewn û xeyala hevrêyên me yên şehîd e, berdêla xwe çi dibe bila bibe bi cih bînin.''