HPG’ê têkildarî çalakiyên li Şirnex, Sêrt û Colemêrgê daxuyaniyek da

Navenda Ragihadin û Çapemeniyê ya HPG’ê, encamên çalakiya 16’ê Gulanê lidar xistî eşkere kir. Di daxuyaniyê de têkildarî “Leşker û kontrayên ku hatine kuştin û birîndarkirin” jî agahî parvekirin.

Li gorî daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya HPG’ê hate parvekirin, têkildarî êrîşên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî agahî hatin dayîn.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de têkildarî çalakî û êrîşan ev agahî parve kir:

LI ÇELÊ ÇALAKIYÊN YJA STAR’Ê

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şerşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de li dijî leşerên artêşa Tirk çalakiyên xurt lidar xistine:

“16’ê Gulanê saet 09:30’an hêzên me yên YJA Star, li dijî leşkerên artêşa Tirk ên li dervera Şundirê û Deştanê yên girêdayî Çelê ya Colemêrgê bi cih bibûn çalakiyek hemwext lidar xistin. Di vê çalakiyê de derbên xurt li çeperên dijmin hatine xistin û hejmara kuştî û birîndaran nehatiye zelalkirin.

Dîsa heman rojê hêzên me saet 12:00’an çeperên dijmin ên li Girê Kuroşîno yê girêdayî Çelê kirin hedef û lê dan. Di vê lêdana xurt de têkildarî hejmara kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

LI ŞEMZÎNAN ÇALAKÎ

Heman rojê saet 22:00’an hêzên me amûrên ji bo bikaranîna çêkirina qereqolên leşkerî yên li nêzî qereqola Helankê ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiyek pêk anîn û amûr şewitîn û hatin îmhakirin. Piştî vê çalakiyê yekîneyên taybet ên ji bo mudaxelekirina bûyerê hatin herêmê bûn hedefa hêzên em. Di encama lêdana xurt a hêzên me de 3 tîmên taybet birîndar bûn.

LI BAŞURÊ KURDISTAN LEŞKERÎN MIRÎ Û BIRÎNDAR HENE

Roja 17’ê Gulanê saet 10:45’an de hêzên me li dijî hêzên dagirker ên li geliyê Alî Dirêj yê li herêma Lêlîkan bicih bûyîn çalakiyek lidar xist. Di çalakiyê de bi serketî li eniyên dijmin hate xistin, hejmara kuştî û birîndarên leşkerên Tirk ên li eniyê de nehate tespîtkirin.

Heman rojê saet 10:45’an de hêzên me yên YJA-Starê li dijî leşkerên dagirker ên li geliyê Alî Dirêj bicihbûbûn çalakiyek lidar xist. Di çalakiyê de bi serketî li eniyên dijmin hate xistin û 2 çeper hate îmhakirin. Qasî hate tespîtkirin 3 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Dîsan heman rojê saet 13:10’an de hêzên me yên YJA-Star li dijî artêşa TC a li herêma Tepê Xwedê ya herêma Barzan a Başûrê Kurdistanê bicihbûbûn çalakiyek lidar xist. Di çalakiyê de bi bandor li mevziyên leşkeran hate xistin û hejmara kuştî û birîndarên leşkerên Tirk nehate tespîtkirin.

LI ŞIRNEXÊ 2 KONTRA HATIN KUŞTIN

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de roja 17’ê Gulanê saet 09:30’an li dijî kontrayên parastina ewlehiya rêya di navbera Cizre û Şirnexê de dikirin, çalakiyek lidarxist. Di çalakiyê de 2 kontra hatin kuştin.

‘LI KONTRAYÊN PARASTINA RÊ DIKIRIN HATE XISTIN’

Roja 17’ê Gulanê saet 05:10’an de hêzên me li dijî kontrayên ku parastina rêya herêma Geliyê Hesko yê navçeya Şêrwan a Sêrtê dikirin, çalakiya sabotajê lidarxist. Di çalakiyê de qasî hate tespîtkirin kontrayek hate kuştin û kontrayek birîndar bû.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

17’Ê Gulanê artêşa Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî pêk anîne.

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker saet 11:30’an de derdorî gundê Guzê yê girêdayî herêma Gare, saet 12:00’an jî Geliyê Aris Faris ê girêdayî herêma Avaşîn, dîsa saet derdorî 20:30’î jî qontarên Evdilkofî yên girêdayî Xaxûrkê bomberdûman kirine.”