HPG'ê şehîdên Xakurkê û Avaşînê bi bîr anî

HPG'ê 5 gerîlayên li herêmên Xakurkê û Avaşînê şehîd bûn bi bîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyanî wiha ye:

"Di daxuyaniya 3'ê Hezîranê de me ragihandibûn, ku hêzên me li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta TC a dagirker, li dijî leşkerên li ser Girê Şehîd Derwêş çalakiyek pêk anîne û di encamê de 9 leşker hatine kuştin. Her wiha me ji raya giştî re ragihandibûn ku di çalakiyê de hevrêyên me Brûsk û Mizgîn ên bi ruhê berxwedana fedayî li dijî dagirkeran şer kirin şehîd bûn. Hevrêyên me Brûsk (Veysel Amaç) û Mizgîn (Medîne Çîftçî) li Xakurkê li dijî êrîşa dagirkeriyê, bi taktîk û rêbaza serdema nû yekîneyên dijmin ji hev xistin, li dijî dewleta TC a faşîst destana lehengiyê nivîsandin û gihîştin asta şehadetê.

Di êrîşa balafirên şer ên artêşa TC a dagirker de ya 2'ê Hezîranê ya li Herêma Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, hevrêyên me Azad (Serhat Kartal), Çiya (Cebraîl Bûlût) û Reşît (Mehmet Îrtegun) dema li dijî dewleta TC a dagirker têdikoşiyan şehîd bûn.

Agahiyên li ser sicîla şehîdan:

 

Nasnav: Brûsk Denîz

Nav paşnav: Veysel Amaç

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Lîman-Hîkmet

Dem û cihê şehadetê: 2'ê Hezîrana 2019'an / Xakurkê

 

Nasnav: Mizgîn Pîr

Nav paşnav: Medîne Çîftçî

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Sabîha-Ramazan

Dem û cihê şehadetê: 2'ê Hezîrana 2019'an / Xakurkê

 

Nasnav: Azad Sîser

Nav paşnav: Serhat Kartal

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Erdem-Hanîfî

Dem û cihê şehadetê: 2'ê Hezîrana 2019'an / Avaşîn

 

Nasnav: Çiya Riha

Nav paşnav. Cebraîl Bûlût

Cihê jidayikbûnê: Riha

Dayik-Bav: Saîde-Abdullah

Dem û cihê şehadetê: 2'ê Hezîrana 2019'an / Avaşîn

 

Nasnav: Reşît Serdar

Nav paşnav: Mehmet Îrtegun

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Meryem-Enver

Dem û cihê şehadetê: 2'ê Hezîrana 2019'an / Avaşîn

Li dijî êrîşa dagirkeriyê ya artêşa TC a faşîst a li herêma me ya Xakurkê, hêzên me yên gerîla bi rengekî dîrokî li ber xwe didin. Hevalên me bi taktîk û teknîkên nû hêzên dagirker dixin nava şoqê, rê nadin hêzên faşîst ku hezar sal in dixwazin Kurdistanê dagir bikin û bi lêdana derbên giran biryardariya 'destûr ji dagirkeriyê re nîne' bi îradeya mezin a Apoyî nîşan didin. Hevrêyên me Mizgîn û Brûsk ku tevlî vê berxwedana dîrokî bûn derbên giran li dijmin xistin. Hevrêyên me Brûsk Denîz û Mizgîn Pîr ên di demên cuda de tevlî tevgera me bûn, bi ciwantî, taybetmendiyên xwe yên dînamîk û zîrek li herêma Xakurkê bûn gerîlayên profesyonel. Hevrêyên me ku bi fedakarî û dilsoziya xwe dihatin naskirin, dema ku li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dijmin şer dikirin, li çiyayên azad ên li Xakurkê bûn sembola fedakarî û lehengiyê û gihîştin asta şehadetê.

Hevalên me Reşît, Azad û Çiya yên li eyaleta Avaşînê, ji ber êrîşa hewayî ya hêzên dijmin gihîştin şehadetê. Hevrêyên me Reşît Serdar, Azad Sîser û Çiya Riha ku hestên Kurdistanî ji kûrahî ve hîs kirin û mêtingeriya dewleta Tirk red kirin, bûn şervanên rastî yên heqîqetê û di demên cuda de tevlî nava refên tevgera me bûn. Ji roja ku tevlî bûn û pê ve navên fermandarên efsanewî yên tevger û gelê me li xwe kirin û bûn şervanên tolhildanê yên bi rûmet ên van fermandarên me yên mezin. Bi fedakarî, dîsîplîn û piştrastiyê li her qadê bûn çavkaniya moralê.

Hevrêyên me Mizgîn, Brûsk, Reşît, Azad û Çiya li ser vê bingehê tevlî karwanê nemiran ê Kurdistanê bûn. Em soz didin ku em ê ala azadiyê ya me ji hevrêyên xwe wergirtine bi azadiya Rêbertî û azadiya Kurdistanê bi ser bixînin. Bila serê malbatên welatparêz ên hevrêyên me yên hêja û gelê Kurdistanê sax be."