HPG'ê şehîdên qada Aris Faris a Avaşînê bi bîr anî -NÛ BÛ-I

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê pênc gerîla bi bîr anî, ku li herêma Avaşînê di meha Gulanê de ji aliyê dewleta Tirk ve bi çeka kîmyewî hatin qetilkirin.

HPG'ê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku di navbera 6-8'ê Gulanê de li qada Aris Faris sê rojan berxwedaneke dîrokî hate nîşandan, dagirkerên ku gelek jê hatin kuştin, ji ber ku nekarî encamê bi dest bixin çekên kîmyewî bi kar anîn.

ÇEKÊN KÎMYEWÎ BI KAR ANÎN

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Li dijî dagirkeriya artêşa Tirk a li qada Aris Faris a herêma Avaşînê, di 6, 7 û 8'ê Gulanê de hêzên me bi xurtî li ber xwe dan. Di vê berxwedana sê rojan de, bi rê û rêbazên cihêreng derbên giran li dagirkeran hate xistin. Komek ji hevrêyên me biryar dan ku li çeper û tunelên şer bimînin û bi rengekî fedayî heta kêliya dawî li ber xwe dan. Dewleta Tirk a faşîst û namerd, ku li hemberî îradeya xurt û fedayîtiya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê nekarî encamê bi dest bixe, careke din çeka kîmyewî bi kar anî û hevrêyên me bi rengekî namerdane qetil kirin. Bi fermandariya hevrê Amara Cûdî, hevrêyên me Diyana, Jîn, Rûbar û Sarya yên li çeperên şer ên Aris Faris bi wêrekiyeke mezin pêşengî kirin, şehîd ketin."

Agahiyên li ser gerîlayên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Amara Cûdî
Nav paşnav: Cîhan Kapar
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Taybet-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Gulana 2021'ê / Avaşîn

Nasnav: Diyana Marîa
Nav paşnav. Dîcle Omer Ahmet
Cihê jidayikbûnê: Dêrik
Dayik-Bav: Felek-Omer
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Gulana 2021'ê / Avaşîn

Nasnav: Jîn Yilmaz
Nav paşnav: Bahar Nas
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Zeynep-Yûsûf
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Gulana 2021'ê / Avaşîn

Nasnav: Rûbar Marûfî
Nav paşnav: Şervan Ozkan
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Sarya-Îsmet
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Gulana 2021'ê / Avaşîn

Nasnav: Sarya Çiya
Nav paşnav: Sarya Mahmût
Cihê jidayikbûnê: Şam
Dayik-Bav: Cîhan-Sabrî
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Gulana 2021'ê / Avaşîn

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Hevrêya me Amara Cûdî li nava malbateke Mijînî ji dayik bû ku ji ber zext û zilma dewleta Tirk a mêtinger qirker, ji ber şewitandina gundê xwe neçar ma ji welatê xwe sirgûn bibe. Xelkê Botanê yê berxwedêr ku derbasî Başûrê Kurdistanê bû, ji bo cihekî bibînin ku lê bi cih bibe, bi salan kete nava lêgerînê. Hevrêya me ku di nava rastiyeke wiha de dest bi jiyanê kir, ji roja destpêkê ve zilm û zordariya li gelê me tê kirin, her wiha rastiya dijmin nas kir. Xelkê me yê Botanê piştre Kampa Mexmûrê ava kir û ti carî ji sekna xwe ya bi rûmet û berxwedê tawîz neda. Hevrêya me Amara cûdî jî bi van hest û hişmendiya welatparêziyê ya xelkê me yê Botanê mezin bû. Bi vê têgihiştinê xwest zû dest bi têkoşînê bike, Kurdistanê azad bike û li warê xwe vegere. Hevrêya me Amara dît ku ev yek tenê bi têkçûna dewleta Tirk a faşîst qirker dibe û bi vî rengî tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû. Dema ku gihîşt çiyayên Kurdistanê, asta xeta jinê ya azad û hêza jinê bala wê kişand. Baweriya xwe bi wê yekê anî ku jineke azad dikare her tiştî bike û bi vî rengî dest bi têkoşînê kir. Hesta jinê, komunalîteya wê û têkiliyên hevrêtiyê bala wê kişand û her tim hewl da xwedî li van mijaran derkeve. Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo kûrkirina xeta azadiyê ya jinê, ji bo xwedîderketina li keda şehîdan, li gelek herêman bi daxwaz, coş û kedkariyeke mezin tevlî bû. Bi dilê xwe yê pak, bi armancên xwe yên mezin û îradeya xwe ya xurt bû Fermandareke YJA Starê ku roj bi roj dibû xwedî tecrûbe û şareza dibû. Ji bo hesab ji kiryarên dijminê qirker bê pirsîn, ji bo tola gel bê hilanîn û serketin bê misogerkirin, di avakirina gerîlatiya Modernîteya Demokratîk de bi roleke mezin rabû û di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de pêşengî kir. Ti carî ji sekn, tevlîbûn û biryardariya xwe tawîz neda û weke Fermandareke YJA Starê ya fedayî pêşeng, bi lehengî şehîd bû.

Hevrêya me Diyana Marîa li bajarê Dêrikê yê welatparêz ê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Li qiraxa Çemê Dîcleyê her roj berê xwe dida Cûdî û bi vî rengî mezin bû. Çiyayên Kurdistanê gelekî bala wê dikişand û bi coş û kelecana ku rojekê xwe bigihîne van çiyayan Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê nas kir. Li ser vê bingehê sala 2013'an xwe gihand çiyayên Kurdistanê û bi dilxwaziyeke mezin tevlî jiyana ku dixwest, bû. Baweriya xwe bi wê anî ku wateya rastî ya jiyana gerîla, hezkirin e. Hezkirina gel, hezkirina welêt, hezkirina hevrêtiyê, hezkirina jinê û hezkirina azadkirina civakê di jiyana gerîla ya hevrêya me Diyana de şênber bû. Di wê baweriyê de bû ku jiyan tenê bi hezkirinê dikare bê îfadekirin, jiyana azad tenê bi hezkirinê dikare bê afirandin. Jiyana xwe ya gerîla û têkoşînê bi vê baweriyê nirxand, bi kedkarî û fedakarî tevlî bû. Demeke dirêj li Heftanînê kar kir, bû xwedî tecrûbeyên mezin û bû Fermandareke YJA Starê ya şareza. Bi tecrûbeyên xwe, di xeta Gerîlayên Modernîteya Demokratîk de ji bo bi rêbaz û taktîkên serdema nû tevlî pratîkê bibe, beşdarî perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk bû. Weke yek ji lehengên di dîroka berxwedana Avaşînê de qet neyê jibîrkirin şehîd bû.

Hevrêya me Jîn li Sêrtê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Di encama polîtîkayên dewleta Tirk a qirker de ya şewitandina gundan û bê kurdhiştina Kurdistanê, neçar ma ku li metropolên Tirkiyeyê mezin bibe. Lê belê bi çanda ku ji derdora xwe ya welatparêz wergirtî timî bi welatê xwe Kurdistan û gelê xwe dilsoz mezin bû. Hevrêya me Jîn ku ji bo azadiyê di nava lêgerînên kûr de bû, sala 2015'an piştî êrişên dewleta Tirk a bi navê 'Plana Têkbirinê' ya li dijî gelê Kurd, beşdarî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû û bi vî rengî bersiva herî bi bandor da van êrişan. Li Bakurê Kurdistanê dest bi gerîlatiyê kir, li Metînayê bû xwedî tecrûbe û fermandarek ku jê dihate hezkirin. Hevrêya me Jîn li akademiyên leşkerî xeta gerîla ya serdema nû baş fêhm kir û ji bo pêkanîna wê tevlî perwerdeyê bû. Bi vê têgihiştin, perspektîf û tecrûbeyê derbasî herêma Avaşînê bû û di berxwedana xurt a dijî dagirkeran de li vê herêmê bi roleke çalak rabû. Îradeya teslîm nabe ya jinên Kurd ên azad û nasnameya bi rûmet a jinên Kurd temsîl kir, bi lehengî şehîd bû.

Hevrêyê me Rûbar li nava malbateke welatparêza a ji eşîra Marufî ya Colemêrgê ji dayik bû. Bi çand û hişmendiya civakî ya ji malbat û derdora xwe ya welatparêz wergirtî mezin bû û zilma dewletê hîn di zarokatiyê de nas kir. Hevrêyê me Rûbar gihîşt wê baweriyê ku li Kurdistanê tenê mirov dikare weke gerîlayekî azad bimîne û bi vî rengî jiyana azad dikare bê avakirin. Bi vê têgihiştinê sala 2013'an tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku li herêmên Metîna û Zapê têkoşiya, derbasî herêma Avaşînê bû. Hevrêyê me Rûbar ku bi fedakarî, kedkarî û bêhesab tevlî bû pratîka li Avaşînê bû, bû fermandarek ku ji aliyê hevrêyên xwe hemûyan ve dihate hezkirin. Di şer û çalakiyên qada Aris Faris de bi wêrekî lehengiyeke mezin kir.

Hevrêya me Sarya li nava malbateke welatparêz a li Kobanê ji dayik bû ku ev qad bi berxwedana xwe bûye malê mirovahiyê. Di dema berxwedana Kobanê de şerê ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê meşand, rola ku pê re rabûn û lehengiyên ku nîşan dan,bi xwe dît û jê bi bandor bû. Li ser bingeha dilsoziya bi şehîdên Kurdistanê re piştî azadkirina Kobanê biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe û sala 2016'an ev biryara xwe pêk anî. Xwegihandina çiyayên Kurdistanê ku ji bo Rêber Apo timî hesreteke, ji bo hevrê Sarya jî bû kelecan û moraleke mezin. Li ser vê bingehê hewl da ku hîn bi xurtî tevlî jiyana partiyê û hevrêtiyê bibe. Baweriya xwe bi wê anî ku jiyaneke rastî, azad, bi wate û kêfxweş tenê bi gerîla dibe û gihîşt wê têgihiştinê ku mirov li nava sîstemê nikarin bibin xwedî jiyaneke azad. Ji bo bibe jineke Kurd a azad û hevrêyeke rasteqîn a Rêber Apo, hewl da xwe perwerde bike û di îdeolojiyê de kûr bibe. Weke gerîlayeke bi daxwaz û bi biryar a YJA Starê derbasî herêma Avaşînê bû, di karê pratîkî de bi erka pêşengiyê rabû. Bi wêrekî û biryardariyeke mezin tevlî Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê bû û weke jinên Kurd ên leheng ku bi salane tirs berdane nava dilê dijmin, bi lehengî şehîd bû.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurd ê welatparêz re dixwazin. Em ê her tim li ser şopa xet, armanc û bîranîna şehîdan bin û ji bo tola wan hilînin em soz didin ku têkoşînê mezin bikin."