HPG'ê şehîdên Gabarê bibîr anî

HPG'ê şehîdên Gabarê bi bîr anî û got, ''Em sond dixwin ku alaya azadiyê ya ku hevrêyên me yên hêja emanetî me kiriye bi bîr û berpirsyariya ku em layiqî wan bin ,her dem li ba bikin.''

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê HPG'ê got, ''3'yê Çile ya 2021'an li qada Gabarê li dijî operasyona zivistanî pêk hatî hevrêyên me Dorşîn Hebeş, Yildiz Yilmaz, Eylem Zêvkan û Têkoşîn Egîd yên bi fermandariya Hîlan Goran berxwedaniyeke dîrokî kirine. Di van êrîşan de her 5 hevrêyên me bi rengekî ku layiqî nasnameya jina azad a Kurd bin bi fedayî li ber xwe dane û şehîd bûne.''

HPG'ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

HÎLAL GORAN

Hevrêya me Hîlal bi eslê xwe ji Rojhilatê Kurdistanê ye û li nav malbateke welatparêz li Geverê ya Colemergê çêbûye. Demên ku partiya me li Geverê nû girseyî dibe, fersenda wê çêbûye ku aliyên partiya me ya şoreşger, gelparêz û azadiya jinê bibîne û bandor li ser kiriye. Ji ber ku birayê wê hevrê Şehîd Goran serê salên 90'î tevlî nav refên me yên gerîla dibe, hê bi temanê biçûk rastiyên civakî yên ku têne jiyîn dide ber pirsan. Ev pêvajo dibe sedem ku hevrêya me Hîlal rastiya gerîla ji nêz ve nas bike û kiriye ku aşiqî gerîla bibe .Jê û pê de ji gerîlatiyê pê ve li tiştekî dî nafikire. Şehîdbûna hevrêyê me Goran û esîrtiya Rêbertiya me kiriye ku hevrêya me Hîlal biryar bide û 1999'an tevlî nav refên gerîla dibe.

Piştî bi demeke kurt ku tevlî nav gerîla dibe bi perwerdehiya ku standî hevrêya me Hîlal li xwe zêde dike û bi gerîla re ku jinxwe ne xerîbî gerîal bû dibe yek. Gerîlatî weke rengê jiyana azad dîtiye, her wiha bawerî pê aniye ku tola hevrêyên şehîd û Rêbertiya me encex bi rawesta li ser gerîlatiyê dikare were standin. Salên 2003-2002'an ku bêbextiya navxwe partiya me PKK'ê dikojî pîvan û rêgezên partiyê ji bo xwe esas dîtiye û xeta militaniya fedayî ya Apoyî bi rengekî bêhempa parastiye. Bi vî rengî di demeke kurt de bûye fermanndar û li hemû derdorên ku lê dijiyan pêşengî li gerîlayên YJA Starê kiriye. Ji Zagrosan heta bi Heftanînê û ji wir heta bi Botanê bênavber gerîlatî kiriye û di vê pêvajoyê de aliyên xwe yên fermandariyê pêş ve biriye. Her wiha li ser îdeolojiya Apoyî hûr bûye, ji bo ku dahatuyeke azad ji bo gelê me ava bike û ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo cara duyan pêşniyar kiriye ku biçe Botanê ku jê re dilê Kurdsitanê digot. Bi kelecanî û biryardariyeke mezin  li Botanê li ser şopa fermandarên me yên efsanewî Egîd, Ezîma, Adil û Gulbaharan çûye, bi temamî li serfiraziyê asê bûye. Hevrêya me Hîlal bawerî pê tîne ku li Kurdistanê êdî ne berxwedan lê Şerê Şoreşgerî yê Gel were geşkirin û serfiraziyê wê ji bo ku vî giyanî û baweriyê di hemû kêliyên pratîka şoreşger de jiyanî bike kêfareteke mezin kiriye.

DORŞÎN HEBEŞ

Hevrêya me Dorşîn jî li Rojhilatê Kurdistanê Xoyê, ku welatparêzî û şoreşgerî lê ge bûye, çêbûye. Ji ber sedema ku malbata wê li ser rêçeke welatparêzî ye, vê kiriye ku hevrêyê me Dorşîn jî bala xwe bide ser Têkoşîna Azadiyê ya Kurdsitanê. Bi vê baldariya xwe ketiye nav pirsan û Rêber Apo nas kiriye. Ne tenê ji bo ramanên Rêber Apo yên têkilî Kurdistanê her wiha ji îdeolojiya jina azad û jiyana azad jî karîger bûye. Hevrêya me Dorşîn bawerî pê aniye ku Kurdistan encex dikare li ser îdeolojiya Rêber Apo azad bibe û jiyana azad encex wiha dikare bibe, 2007'an tevlî nav refên gerîla dibe. Piştî ku tevlî nav refên gerîal dibe hevrêya me ji bo ku li îdeolojiya Rêbertî hûr bibe pir hewl daye. Nexasim hewl daye ku îdeolojiya jina azad fêhm bike, her ku Rêbertî nas kiriye xwe jî xweştir nas kiriye û wiha bi rengekî çalaktir tevlî nav têkoşînê bûye. Hevrêya me li gelek qadan ku dewleta Tirk û çeteyên wê êrîş aniye ser gelê me têkoşiyaye, bi rengekî çalak tevlî şer bûye, ti caarn ji ya xwe nehatiye xwar, disa bi rengekî aktîf têkoşiyaye û hêrsa xwe ay li bara dewlat Tirk a qirker tûjtir kiriye. Bi vê armancê ji bo ku tola komkujiyên dewleta Tirk ên dema Berxwedana Xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê kirî hilîne pêşniyar kiriye ku biçe Bakur. Li ser pêşniyaar wê hevrêya me Dorşîn derbasî Botanê dibe, di nav berxwedana Silopya de cih digire, derbên giran li dijmin dide û dibe fermandareke biryardar û wêrek a YJA Starê .Hevrêya me Dorşîn ku li qada Botanê di gelek çalakiyên dijî artêşa Tirk a dagirker de cih digire, ji Cûdî heta bi Besta, Herekol û Gabarê li gelek qadan bi hevrêtiya xwe û wêrekiya xwe ji bo hevrêyên xwe bûye mînak.

YILDIZ YILMAZ

Hevrêya me Yildiz li Şirnexê ya ku weke bajarê berxwedan û serhildanê ya Botanê tê zanîn li nav malbateke welatparêz çêbûye. Hevrêya me ji ber derdora ku lê dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê hê zû nas dike. 2013'an fersendê dibîne ku Rêber Apo û gerîla xweştir nas bike û dikeve nav lêgerînan. Hevrêya me Yildiz ku bawerî pê tîne bersiva nakokiya nav sîstemê encex dikare bi Rêber Apo û gerîlatiyê re bibîne tevlî nav refên gerîla dibe. Nexasim bala xwe daye ser ku meseleya jinê xweştir fêhm bike û bi vê çarçoweyê lêkolîna dike. Piştî lêkolînên xwe nêzîkatiya Rêber Apo ya li jinê û felsefeya jiyana azad a li ser hîmê jina azad nas dike. Her ku Rêbertî nas dike, hevrêya me Yilediz qalibên ku pergala kapîtalîst li ser jinê ferz dike dişkîne û helwesta kesayta azad a jina Kurd di kesayata xwe de diafirîne. Piştî lêhûrbûnên xwe bawerî pê aniye ji bo ku nasnameya jina azad çêbie divê jin li qada leşkerî jî geş dibin, bi vê çarçoweyê giranî daye perwerdehiya pisporbûnê ya qada leşkerî. Hevrêya me Yildiz ji bo ku van lêhûrbûnên xwe pratîk bike pir lê rawestiyeya. Hevrêya me Yildiz ku li Başûrê Kurdistanê li gelek qadan gerîaltî kirî, bawerî pê aniye bersiva herî karîger a li êrîşên dewleta Tirk a qirker a li ser gelê me û welatê me wê bi têkoşîna aktîf a li Bakurê Kurdistanê wê pêkan be. Bi vê armancê weke jineke azad a gerîla vedigere ser Botanê, xaka ku lê çêbûyî. Li qada Botanê ji bo ku têkoşîna azadiyê were geşkirin pir ked dide, bi kesayata xwe ya jidil û jiyana xwe ya dilnizm bûye şervaneke azadiyê ya mînak.

EYLEM ZÊVKAN

Hevrêya me Eylem ku li Geverê li nav malbateke welatparêz çêbûyî bi bnadora derdora ku lê dijî hê ji zaroktî partiya me PKK'ê nas dike. Piştî ku l gelek qadên têkoşînê dixebite,bawerî pê tîne ku bersiva herî karîger a li dijî polîtîkayên gemarî ya dewleta Tirk a qirker tevlîbûna nav gerîla ye. Hevrêya me ku bi vê armancê 2013'an tevlî nav refên erîla dibe di demeke kurt de hînî jiyana gerîlatiyê û çiyê dibe. Hevrêya me ku têkiliyên hevrêtiyê ya li ser azadiyê ya partiya me û nêzîkatiya li jinê bandorê li ser dike  bi pakî û siruştiya xwe bi perwerdehiyên leşkerî di demeke kurt de kiriye ku hemû hevrêyên wê jê hez bikin. Hevrê me bi perwerdehiya îdeolojîk û leşkerî dibe gerîlayeke zîrek û vê di hemû pratîka xwe de nîşan dide. Tespîta Rêber Apo ya, ''Jİnên ku ji min hez dikin bila berê xwe bidin Botanê'' her demê bûye sedem ku bixwaze biçe Botanê û tim li ser vê rawestiyaye. Ji wexta ku diçe Botanê bi enerjiya ciwantiyê û enerjiya îdeolojiya Apoyî têkoşiyaye û di vê qadê de di gelek çalakiyan de ku derbên giran li dijmin dide cihê xwe digire.

TEKOŞÎN AGÎT

Hevrêya me Têkoşîna li Şirnexê li nav malbateke welatparêz çêdibe. Ji ber ku malbata wê welatparêz e salên 90'î nêzîkatên qirker ên dijmin dibîne, gundên wan tê şewitandin û mecbûrî koçkirinê dibin. Piştre li qadên ku lê bi cih dibin hevrêya me zextên dewleta TC'ê ya faşîst dibîne û rastiya dijmin bi bi hemû rengan dibîne. Hevrêya me ku birayekî wê li nav gerîla şehîd bûyî, ji bo ku tola hemû şehîdên me hilîne, hem jî ji bo ku li dijî polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê me bibe bersiv tevlî nav refên gerîla dibe. Piştî ku tevlî nav refên gerîla dibe ji bo ku di gerîlatiyê de bi êpş bikeve giranî dide ser perwerdehiya îdeolojîk û leşkerî, di demeke kurt de bandora pergala modernîteya kapîtalîst li ser xwe davêje û ji nû ve çêdibe. Hevrêya me Têkoşîn ji bo ku tola komkujiyên dewleta Tirk ên dema Berxwedana Xwerêberiyê li Botanê kirî, hilîne xwestiye ku biçe vê qadên. Hevrêya me li qada Gabarê di gelek çalakian de ku derb li dijmin hatiye xistin cih digire, bi helwesta xwe rawestiyayî ya li ser xeta serkeftinê û bi kesayata xswe ta sirûştî her demê ji hêla hevrêyên xwe ve wê bibe mînak.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Hîlal, Dorşîn, Yildiz, Eylem û Têkoşîn ku bi nivîsandina dastana mezin a lehengiyê tevlî nav karwanên şehîdan bûne, serê hemû gelê Kurdistanê yê welatpêz sax be. Em sond dixwin ku alaya azadiyê ya ku hevrêyên me yên  hêja emanetî me kiriye bi bîr û berpirsyariya ku em layiqî wan bin ,her dem li ba bikin.''

 

Nasnav: Yildiz Yilmaz
Nav Paşnav: Leyla Gulçe
Cihê Bûyinê: Şirnex
Navê Dê û Bav: Zeliha – Salih
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 3'yê Çile ya 2021'an /Gabar

Nasnav:Dorşîn Hebeş
Nav Paşnav: Merziye Musazade
Cihê Bûyinê: Xoy
Navê Dê û Bav: Dilkes – Celal
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 3'yê Çile ya 2021'an /Gabar

Nasnav: Hîlal Goran
Nav Paşnav: Yildiz Erîşmîş
Cihê Bûyinê: Colemêrg
Navê Dê û Bav: Baci– Selîm
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 3'yê Çile ya 2021'an /Gabar

Nasnav:Têkoşîn Agît
Nav Paşnav: Edîbe Kundin
Cihê Bûyinê: Şirnex
Navê Dê û Bav: Ayşe – Kasim
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 3'ê Çileya 2021 / Gabar

Nasnav: Eylem Zêvkan
Nav Paşnav: Şîlan Polat
Cihê Bûyinê: Colemêrg
Navê Dê û Bav: Keser – Halit
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 3'yê Çile ya 2021'an /Gabar