BI DÎMEN

HPG'ê rastiya ku dewleta Tirk a dagirker vedişêre eşkere kir

HPG'ê diyar kir ku li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sabotajê li yekîneyeke bijarte ya artêşa Tirk hatiye xistin û got, "Rastiya ku medya şerê taybet û artêşa dagirker ji raya giştî vedişêrin, em bi wêne û dîmenan parve dikin."

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bênavber darbeyan li artêşa Tirk a dagirker dixin. Artêşa Tirk a dagirker 4'ê Nîsanê yekîneyeke xwe ya taybet a ku hemû serpel bû şand ser tunelên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî. Hêzên me ev dagirker xistin bin kontrola xwe û destpêkê bi sabotajê lê dan, piştre jî bi çekên ferdî dest li wan werdan. Hêzên me çekeke ferdî ya bi tîpa SAR-56 û alavên wê ji ser dagirkerên hatin cezakirin rakirin. Lê belê artêşa Tirk a dagirker mîna her carê windahiyên xwe yên li vê derê jî veşart. Hate tespîtkirin ku çeka ferdî ya SAR-56 bi nûmaraya TCK 1102-22CK00541 e ku ji ser dagirkeran hate rakirin. Em rastiya ku medya şerê taybet û artêşa dagirker veşartiye bi wêne û dîmenan bi raya giştî re parve dikin."

HPG'ê têkildarî çalakiyan û êrîşên dagirkeriyê jî ev agahî da:

"Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

4'ê Nîsanê saet di 10:05'an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê sîstemeke radarê û sîstema kamerayê ya mobesse ya dagirkeran bi sûîqestê hatin îmhakirin.

8'ê Nîsanê saet di 13:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê projektorek û sîstemeke kamera ya mobesse ya dagirkeran bi sûîqestê hatin îmhakirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

5'ê Nîsanê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl tunelên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

5'ê Nîsanê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl tunelên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

6'ê Nîsanê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl tunelên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

Di navbera 4'ê Nîsanê û 8'ê Nîsanê de li herêma Metînayê qadên Serê Metîna, Banka, Bêşîlî 8 caran, li herêma Xakurkê qadên Girê Berbizina, Girê Şehîd Hawar, Girê Şehîd Şerîf, Xinêrêya Jor 8 caran, li herêma Garê qadên Girê Kun, Deşta Kafya, Gûzê 7 caran, li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl qadên Girê Cûdî, Girê Amediyê, Girê Bahar 14 caran bi giştî 37 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

5'ê Nîsanê qada Lolanê ya herêma Xakurkê bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin."