HPG'ê nasnameya şehîdên Kato Marînos eşkere kir

HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên li Kato Marînos şehîd bûn eşkere kir û got, "Ev hevrêyên me, mîna meşaleyekê di têkoşîna azadiyê ya gelê me de rêya me ronî dikin."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê mîna her dema têkoşîna me ya azadiyê di vê demê de jî bi fedakariyeke mezin ji bo paşeroja bi rûmet a gelê me li dijî dewleta Tirk a mêtinger şer dike. Li hemberî êrîşên bênavber ên dijmin ku 7 sal in dewam dike, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê berxwedaneke destanî nîşan didin û pîlanên tunekirinê yên dijmin pûç kirine. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji îrade û sekna xwe ya li hemberî dijmin di her şert û mercî de tawîzê nadin û dijmin xistine nava tengaviyeke mezin. Ev berxwedana destanî ku derî li paşerojeke bi rûmet û azad a gelê me vedike, bêguman bi saya fedakariyên mezin ên şehîdên me yên leheng pêk hatiye.

Hevrêyên me Masîro, Rojhat, Kawa û Rosîda jî li Wanê bi fedakariyeke mezin derbên giran li dijmin xistin. Ev hevrêyên me yên hêja ku di her şert û mercî de li ser azadiyê bi biryar bûn, di 8'ê Tebaxa 2022'an de li qada Kato Marînosê di êrîşên dijmin de şehîd bûn.

Van hevrêyên me yên hêja di têkoşîna azadiyê ya gelê me de mîna meşaleyekê rêya me ronî kirin. Bi soza ku têkoşîna van hevrêyên xwe bi ser bixînin, em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe Masîro, Rojhat, Kawa û Rosîda û tevahiya gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Masîro Denîz Cûdî
Nav paşnav. Ziyaddîn Onat
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Kiymet-Nûsret
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Tebaxa 2022 / Wan

Nasnav: Rojhat Kûrtay
Nav paşnav: Ramazan Yeşîl
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Rezbar-Nûrettîn
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Tebaxa 2022 / Wan

Nasnav: Kawa Evrîm
Nav paşnav: Kaya Mûsalû
Cihê jidayikbûnê: Xoy
Dayik-Bav: Gulsîn-Behçet
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Tebaxa 2022 / Wan

Nasnav: Rosîda Dîcle
Nav paşnav: Zîlan Dûman
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Remziye-Alî
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Tebaxa 2022 / Wan

MASÎRO DENÎZ CÛDÎ

Tevgrea Azadiyê ya Kurdistanê piştî ku weke berxwedana paşeroja bi rûmet a gelê me yê bindest destpê kir, li her devera Kurdistanê zû belav bû û bi serhildanan ji aliyê gelê me ve hate silavkirin. Herêma Botanê bû yek ji herêmên destpêkê ku têkoşîna me ya gerîla lê destpê kir û bi gel re bû yek, bi tevlîbûnên girseyî re Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê mezin bûn. Taybetmendiya têkoşerî û îradeya azadiyê ya gelê me yê Botanê timî bû hedefa dewleta Tirk a dagirker û bi êrîşên înkar û tunekirinê hewl dan têk bibin. Li gel êrîşên fîzîkî her wiha hewl dan ku gelê me mehkûmî xizaniyê bikin û ji xaka xwe ya hezaran salan koç bike. Bi sed hezaran malbatên me yên welatparêz, neçar man ku ji vê xaka qedîm a ku têkiliyeke xwe ya xurt bi xwezayê re hebû koçî metropolên Tirkiyeyê, koçî gelek bajarên cuda bikin.

Hevrêyê me Masîro jî ji malbateke welatparêz a ji Silopiyayê ya ku yek ji navendên berxwdanê yên Botanê ye, ji dayik bû. Malbata wî ji ber zext û zordariyê neçar ma koçî Wanê bike. Ji malbata wî gelek tevlîbûn li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû û gelek şehîdên xwe hene. Ji zarokatiyê ve têkoşîn ji nêz ve nas kir û serî li zext û êrîşên dewleta Tirk a dagirker netewand, her tim kesayetiya xwe ya berxwedêr parast. Hevrêyê me Masîro weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet li ser xeta azadiyê ya Rêber Apo xwe zelal kir û tevlî nava karên ciwanan bû, cihê xwe di nava berxwedana rêxistinbûyî de girt. Dema ku li Wanê kar dikir, mal bi mal, tax bi tax geriya û karên birêxistinkriina gelê me û ciwanên Wanê bi serketî meşand, mîsyona xwe ya pêşengiyê bi cih anî. Di dema vî karî de rastî êrîşên dewleta Tirk a dagirker hat, gelek caran hate destgîrkirin û terora dewletê dît. Tevî van zext û êrîşan jî navber neda karên xwe, têkoşîna xwe mezin kir û careke din nîşan da ku ti carî serî natewîne.

Hevrêyê me Masîro bi karê xwe danheviya xwe zêde kir û her ku gelê me li ser xeta PKK'ê bi xurtî xweparastin xurt kir, rastiya serxistina têkoşînê fêhm kir û biryar da ku tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bibe ku hêza xweparastinê ya bingehîn a gelê me ye. Sala 2013'an beşdarî nava refên gerîla bû û perwerdeyên bingehîn ên gerîlatiyê bi serketî qedand. Bi daxwazeke mezin tevlî nava gerîla bû û di demek kurt de bi jiyana gerîla re bû yek. Destpêkê li Zazpê piştre jî li Xakurkê tevlî pratîkê bû. Bi karên serketî yên li herdu qadan, di gerîlatiyê de bû pispor û her tim hewl da hîn bi xurtî tevlî bibe. Ji bo karibe li ser felsefeya Rêber Apo, rastiya şehîdan û xeta PKK'ê kûrtir bibe, timî dixwend û lêkolîn dikir. Li gel temenê xwe yê ciwan xwedî danheviyeke mezin bû û tiştên hîn dibû bi hevrêyên xwe re parve dikir. Di pêvajoay 2014-2015'an de ji Rojava heta Şengalê, ji Kerkûkê heta Mexmûrê li dijî êrîşên qirker ên li ser gelê me bi hêrseke mezin ji bo parastina hebûna gelê me xwe bi israr pêşniyar kir. Di nava komên destpêkê yên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de cih girt ku li ser daxwaza gelê me kete nava liv û tevgerê û li refên pêş li dijî çeteyên DAÎŞ'ê yên dijminê mirovahiyê, bi fedaîtî şer kir. Li Şengalê ji bo xelkê me yê Êzidî ji qirkirinê bê rizgarkirin kedeke mezin da, piştre jî li Kerkûk û Mexmûrê wezîfeya xwe bi rengekî serketî bi cih anî û dûre tevî hevrêyên xwe derbasî çiyayên azad ên Kurdistanê bû ji bo li dijî dewleta Tirk a dagirker şer bike.

Hevrêyê me Masîro ku di karê xwe de xwedî îradeyeke ji pola bû û di taktîkên gerîlatiyê de pispor bû, timî pêşniyar dikir ku biçe Wanê û li ser biryardarî û israra xwe derbasî Wanê bû. Di taktîkên gerîla yên serdema nû de pispor bû û weke fermandarekî pêşeng di demeke kurt de hînî qadê bû. Bi tecrûbeya xwe pêşengî ji hevrêyên xwe re kir û tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dagirkeran hate xistin. Di nava şert û mercên herî giran de jî bi kesayetiya xwe ya afirîner çareseriyên guncaw teqez peyda dikir û bi cih dianî. Li her qada ku lê bû, ji hevrêyên xwe re bû cihê baweriyê. Bi sekna xwe ya milîtanî ya li ser xeta hevrêtî û jiyanê, bi hêrsa xwe ya li dijî dijmin ku vediguherand çalakiyê, her tim pratîkeke mînak nîşan da.

Hevrêyê me Masîro ku di ciwantî de tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû û gelekî bi pêş ket, bû fermandarekî mînak. Xeta serketin û berxwedanê ya ku hevrêyê me Masîro ji şehîdên me wergirtî, wê ji aliyê hevrêyên xwe yên mayî ve teqez bê biserxistin.

ROJHAT KÛRTAY

Bajarê me yê Wanê bû yek ji navendên pêşeng ên berxwedanê ku têkoşîna me ya azadiyê lê girseyî bû û veguherî serhildanê. Gelê me yê Wanê bi gerîlayên azadiyê re bû yek, ti carî serî li ber êrîşên dagirkeran netewand û di dema pêwîst de berdêl da. Rastiya gelê berxwedêr ê ji aliyê Rêbe Apo ve hate afirandin veguherî kevneşopiyekê û her demê bi hezaran ciwanên Kurd ber bi refên têkoşînê ve kişand. Ji bo meşa me ya azadiyê bi serketinê tacîdar bibe, rastiya şehîdan ku cewhera PKK'ê ye ku ji aliyê lehengên me yên nemir ve hatiye afirandin, misogeriya daîmî ya têkoşîna me ye. Her şehadeteke di nava PKK'ê de bû hinceta mezinkirina bexwedana me. Mîrateya her şehîdekî ji aliyê hevrêyên wî ve hate dewamkirin.

Hevrêyê me Rojhat, ku li Wanê ji dayik bû û li nava derdoreke dilsozê kenveşopiya têkoşînê mezin bû, al û têkoşîna hevrêyê me Bahtiyar Cîlo (Mehmet Şîrîn Gul) dewr wergirt ku xizmê wî bû û sala 2008'an şehîd bû. Bi vî rengî bû şopdarê meşa bi rûmet a şehîdan. Hevrêyê me Rojhat ku di temenê biçûk de têkoşîna me nas kir û li Wanê bi çanda serhildanê mezin bû, jiyana bênasname û bêkesayetî ya sîstemê ti carî qebûl nekir. Hevrêyê me Rojhat timî hewl da hîn bêhtir têbikoşe, li dijî dewleta Tirk a mêtinger ku dixwaze bi siyaseta înkar û îmhayê gelê me qir bike, bû xwedî hêrseke mezin. Hevrêyê me Rojhat ku ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve bi zorê tevlî leşkeriyê hate kirin, li vê derê rûyê rast ê artêş û dewleta dagirkre baştir nas kir. Di vê pêvajoyê de Têkoşîna Azadiyê ya Kurdsitanê û felsefeya jiyana nû ya Rêber Apo bêhtir ji nêz ve nas kir û dît ku azadiya gelê me tenê bi tevlîbûn û jiayneek fedaî, bi têkoşîna dîrokî ya gerîlayên azadiyê dikare pêk were.

Hevrêyê me Rojhat bi asta xwe ya biryardariyê berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê û sala 2015'an tevlî nava refên gerîla bû. Bi perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk xwe şareza kir, bi jiyana gerîla re bû yek û tevlîbûneke xurt pêk anî. Li hemberî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên qirker, li Mexmûr û Kerkûkê li dijî dagirkeran şer kir, di rizgarkirina gelê me ya ji qirkirinê de bû xwedî roleke mezin. Hevrêyê me Rojhat ku wezîfeya xwe bi serketineke mezin bi cih anî, piştre vegeriya çiyayên azad ên Kurdistanê. Derbasî qada Zapê bû ku şerekî dîrokî li dijî dagirkeran lê dihate meşandin û tecrûbeya xwe ya li ser jiyan û şer derbasî pratîkê kir, ji hevrêyên xwe re pêşengî kir. Bi kesayetiya xwe ya enerjîk her kar bi daxwazeke mezin kir, wezîfeyên şoreşê bi serketî bi cih anî. Weke fermandarekî pêşeng ê bi ruhê dema nû û gerîlayekî şareza, derbasî Wanê bû, li xaka lê ji dayik bû û mezin bû bi serbilindî gerîlatî kir. Hevrêyê me Rojhat bi rengekî çalak tevlî gelek çalakiyan bû û li refên pêş derbên giran li dagirkeran xist, li her qada lê ma ji bo hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê. Ji bo serketina têkoşîna me ya azadiyê bêrawestan kar kir û her tim li ser xeta milîtaniyê ya partiya me meşiya, bû hêjayî şehîdên me yên nemir. Bîranîna hevrêyê me wê her tim di têkoşîna me de dewam bike.

KAWA EVRÎM

Gelê me bi hezaran sal in li xaka xwe ya pîroz li Kurdistanê ji aliyê dewletên dagirker ve kirine mîna penaberan û bi sînorên çêkirî hewl dane ji aliyê ruhî û fîzîkî ve ji hev qut bike. Bi vî rengî her cûre êrîşên li derveyî mirovahiyê lê hatiye kirin. Li xaka ku yekemcar genim lê hate çandin, nan lê hate parvekirin û hilberand, gelê Kurdistanê yê qedîm di nava birçîbûnê de hate hiştin, hewcedarî pariyekî nan hate hiştin. PKK tevgera vejîn û hebûnê ya gelekî ye ku hêviya xwe ya paşerojê hatibû çikandin, derfetên xwe yên jiyaneke mirovane ji holê hatibû rakirin û ji nû ve bi ser xwe ve hat. Partiya me PKK gelê me yê ku bi sînorên çêkirî yên dewletên emperyalîst hate parçekirin û zexta înkar û îmhayê lê hate kirin, bi ruhê yekîtiya neteweyî ji nû ve bi ser xwe ve anî. Bi destpêkirina têkoşîna partiya me PKK'ê ya bi pêşengiya Rêber Apo, gelê me yê mezlûm xaka mirinê ji ser xwe avêt, sînorên çêkirî ji nava xwe rakir û pêl bi pêl herikî nava refên têkoşînê. Hevrêyê me Kawa jî li Kotol a Xoyê ji dayik bû ku di herikîna dîrokê de gel bi hev re di nava yekîtiyê de lê jiya û bi zimanên cuda lê tê axaftin. Xoy bi taybetmendiyên welatparêziyê yên xurt û dilsozê nirxên civakî yên gelê me tê naskirin. Hevrêyê me Kawa ku li derdoreke xurt a nirxên Kurdistanî mezin bû, bi çand û kevneşopiya bexwedanê ya gelê me ku serî natewîne mezin bû.

Malbata Mûsalo ya welatparêz, ewladên xwe yên herî hêja tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir, her tim bi sekneke bi rûmet şehîdên xwe yên pîroz hembêz kir. Hevrêyê me Kawa ku li nava derdoreke ji kevneşopiya azadiyê mezin bû, zû têkoşîna me nas kir. Hevêyê me Kawa ku bi destanên têkoşînê yên gerîla mezin bû, tmiî dixwest tevlî nava refên gerîlayên azadiyê bibe. Li hemberî polîtîkayên înkar û îmhayê yên li ser gelê me bêdeng nema û li gorî derfetên xwe ji bo paşeroja civaka me hewl da berê ciwanên Kurd hîn bêhtir bide têkoşînê. Di dema kar de gelek caran ji aliyê mêtingeran ve hate destgîrkirin û her carê jî xwe hîn bêhtir da kar û bersiva pêwîst da dijmin. Ji ber ku ji derdor û malbata wî gelek şehîd hebûn, hevrêyê me Kawa jî li ser xeta şehîdan kûr bû û bi xurtî xwedî li mîrateya wan derket. Hevrêyê me weke ciwanekî bi rûmet jiyaneke bi koledarî ti carî qebûl nekir û ji bo paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Rêberê me hîn bêhtir fêhm bike, gelek çavkanî xwend û her ku asta xwe ya têgihiştinê bilind kir biyar da ku di meşa li ser xeta serketinê ya partiya me PKK'ê de bibe milîtanek.

Hevrêyê me Kawa pêvajoyên berxwedana xwerêveberiyê, Şengal û Rojava ji nêz ve şopand û bi şênberî dît ku heta xweparastina gelê me bi xurtî heyê mezinkirin hebûna gel nikare bê parastin, azadî nikare bê pêkanîn. Dît ku xeta PKK'ê ya berhema Rêber Apo ye û hêvaiya azadiyê ya gelê me ye, dikare paşerojeke azad ji gelê me re bîne. Bi vê baweriyê biryar da ku li ser vê xeta rastiyê bimeşe.

Hevrêyê me Kawa ku ruhê yekîtiya neteweyî xiste meriyetê, sala 2016'an rahişt çeka xizmê xwe hevrêyê me Raman Evrîm (Behman Tenha) ku li Bexwedana Xwerêveberiyê de li dijî dagirkeran bi lehengî şer kir, rûmeta gelê me parast û di dema Berxwedana Sûrê de şehîd bû. Hevrêyê me Kawa bi vê bersiva ku da dagirkeran re raxist pêş çavan ku divê di şexsê şehîd Raman ciwanên Kurd çawa xwedî li mîrateya şehîdan derkevin. Hevrêyê me piştî perwerdeya destpêkê derbasî herêma Heftanînê bû û di demeke kurt de bi vê herêmê re bû yek, pratîkeke xurt meşand. Bi tevlîbûna xwe ya zindî û çalak bala hevrêyên xwe kişand, di şerê destanî yê dijî dagirkeran de timî li refên herî pêş her tim hewl da. Hevrêyê me Kawa li Heftanînê tevlî gelek çalakiyên li dijî dagirkeran bû û di demeke kurt de di taktîkên grîlatiyê de bû pispor. Tecrûbeya ku wergirtî ji xwe re kir bingeha tevlîbûneke xurt kir û ji bo li Bakurê Kurdistanê gerîlatiyê bike gelekî israr kir. Di encama vê israrê de jî pêşniyara wî hate qebûlkirin û hevrêyê me Kawa bi kelecan û daxwazeke mezin derbasî Wanê bû. Bi tecrûbeya xwe ya jiyan û şer, di nava her şert û mercên zehmet de veguherî milîtanekî pêşeng. Bi kesayetiya xwe ya wêrek û çalakger, derbên giran li dijmin xist, bû yek ji wan hevrêyê me ku taktîkên dema ku yên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê xiste pratîkê. Her kêliya jiyana xwe da têkoşînê, bêrawestan ked da têkoşîna me ya şoreşê. Bi jidilbûyîn û hezkirina hevrêtiyê li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hezkirin û hurmetê.

Ala têkoşînê ya hevrêyên me yên şehîd dewr wergirt û bû hêjayî şehîdan, partiya me û Rêberê me. Hevrêyê me Kawa wê di têkoşîna me ya azadiyê de her tim pêşiya me ronî bike.

ROSÎDA DÎCLE

Bajarê me yê Colemêrgê ku kevneşopiya welatparêzî û çanda berxwedanê her tim lê zindî ye, her tim li cem têkoşîna azadiyê ya gelê me rawestiyaye û li dijî dagirkeriyê helwesteke zelal nîşan daye. 

Li gel êrîşên înkar û îmhayê yên dewleta Tirk a dagirker ku nekarî vîna şoreşgerî ya gelê me yê welatparêz Colemêrgê bişkîne, bi koçberkirina bi darê zorê ya li ser gelê me ferz dikir, xwest berxwedanê bişkîne. Tevî hemû êrîşan jî gelê me yê ku her qada xwe veguherand navenda berxwedanê, ji hemû cîhanê re nîşan da ku ew ê ti carî dest ji meşa azadiyê ya ku di pêşengtiya PKK’ê û dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re bi serhildanan pêş ket, bernedin. Hevrêya me Rosîda di malbateke bi nirx û xwedî gelek şehîdan de ji dayik bû û mezin bû. Ji ber zextên dewleta dagirker neçar ma tevî malbata xwe ji Colemêrgê koçî Wanê bike.

Hevrêya me Rosîda li gorî nirxên Kurdistanî yên civaka ku tê de dijî hatiye mezinkirin û ji zarokatiya xwe ve bi kesayeta xwe ya têkoşer tê naskirin. Ji nêz ve bû şahidê polîtîkayên giran ên qirkirinê û êrîşên li dijî gelê me û ev yek hêrseke bêsînor a li dijî dagirkeran çêkir. Weke jina ciwan a Kurd rastiya ku sîstemê bi tunekirina jinê kiriye kole û bi bê nasname û kesayetiyê ji cewhera wê qut kiriye, bi awayekî şênber dîtiye. Di heman demê de hevrêya me yê ku dest bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir, di bin bandora fikra azadiya jinê ya Rêber Apo de ma û hewl da ku hîn zêdetir pêş bixe. Her çiqas Rêber Apo û PKK’ê nas kir, rastiya ku azadiya rasteqîn bi civakek bi pêşengiya nasnameya jina azad ava bibe, derxiste holê. Şehadeta hevrêyên wê yê nêz di nava refên têkoşîna azadiyê de hevrêyê me gelekî bandor kir û bû sedem ku hêj bêhtir xwedî li têkoşîna şehîdên me derkeve. Weke jineke Kurd a ciwan û birûmet a ku şopdara Zîlan û Bêrîtanan e, hevrêya me ya ku ji bo siberoja azad a civaka me bi biryardarî têdikoşe, di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû û bi çiyayên azad ên Kurdistanê re hevdîtin kir.

Hevrêya me ya ku bi perwerdeya bîrdozî û leşkerî ya ku dîtî asta hişmendî û biryardariya xwe zêde kir, di qada leşkerî de jî pêş ket û weke jineke ciwan a Kurd a têkoşer tevlî xebatên şoreşgerî bû. Hevrêya me yê ku her kêliya jiyana xwe diyarî şoreş û têkoşînê dike, li ser esasê pêşketina bênavber di xeta PKK û PAJK’ê de kir armanca xwe ya sereke. Bi kesayeta xwe ya germ û hevpar di nava hevrêyên xwe de dihat hezkirin û bi her hevrêyekî xwe re têkiliyên xurt ava dikir. Hevrêya me ya ku di gelek qadan de bi taybetî li Xakurkê, Xinêrê û Garê di gelek qadan de xebat da meşandin, bûye xwedî ezmûneke xurt a gerîla û bi ezmûna girtiye ji hevrêyên xwe re bûye pêşeng. Xewna her gerîllayekî ew e ku li Bakurê Kurdistanê gerîlatiyê bike. Hevrêya me Rosîda jî ji roja tevlî bûye çûyîna Bakurê Kurdistan kiriye armanca xwe ya sereke û ji bo gihiştina armanca xwe kedeke mezin daye. Hevrêya me Rosîda ya ku weke gerîlayeke jêhatî û milîtaneke YJA Starê ku bersiv da hewcedariyên serdemê, derbasî herêma Botanê bû, weke ku dihat hêvîkirin bû xwedî pratîkeke xurt. Li xaka Botanê ku ji bo her gerîlayekî pîroz e, erka xwe bi rêk û pêk bi cih anî. Hevrêya me yê ku piştî Botanê derbasî herêma Metîna bû û bi perwerdehiya ku girtiye vê carê bi îradeyeke xurttir çû qada Wanê û şerê xwe yê li dijî dagirkeran bênavber domand.

Hevrêya me Rosîda ku weke milîtaneke xurt a YJA Starê li her qada ku lê bû, têkoşîna şehîdên me yên nemir domandiye, bi kesayet û nasnameya xwe ya berxwedêr wê her tim di têkoşîna me de bijî."