HPG’ê nasnameya şehîdekî eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyek nasnameya şehîdekî eşker kir. HPG'ê got, “Em fermandarê pêşeng Cûdî Mizorî bi rêzdarî bibîr tînin.

Di daxuyaniya HPG'ê de hate gotin ku di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê de gerîlayê bi navê Cûdî Mizorî  şehîd bûye.

Daxuyaniya HPG'ê wiha ye:

“Di encama êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker a li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê de hevrêyê me Cûdî Mizorî bi giranî birîndar bûye. Ligel hemû hewldanan hevrê Cûdî nehatiye xilaskirin û 21’ê Gulanê şehîd bûye.”

Nasnameya gerîlayê şehîd bûyî wiha ye:

Nasnav: Cûdî Mizorî
Nav û paşnav: Ekrem Ebdullah Ehmed
Cihê rojbûnê: Akre
Navê dayik û bav: Reşîde - Ebdullah
cih û dîroka şehadetê: 21’ê Gulana 2019 / Xakurkê

Cûdî-Ekrem Ebdullah Ehmed

HPG'ê di derbarê kesayetiya fermandar Mizorî de ev agahî parve kirin:

“Hevrêyê me Cûdî Mizorî, sala 1985’an li bajarê Akre yê başûrê Kurdistanê li gundê Şêxan hatiye dinê. Hevrêyê me Cûdî yê ku li navengeke her tim xwedî hestên welatparêziyê mezin bûyî, hê di temenê xwe yê biçûk de sempatiya wî ya Tevgera Azadiyê pêş dikeve. Hevrêyê me Cûdî yê xwedî hişmendiya neteweyî, ji bo ku li dijî dagirkerên Kurdistanê têkoşîn û şer bike tevlî nav refên gerîla bûye. Hevrê Cûdî yê xwedî hişmendiye têkoşer, di demek kurt de bûye gerîlayekî kemilî û têgihiştî. Hevrê Cûdî, ji bo parastina xaka Kurdistanê, li başûrê Kurdistanê li dijî artêşa Tirk a dagirker bi awayekî aktîf şer kiriye.  

Hevrê Cûdî ku evîndarê çiyayên Kurdistanê bû, li herêmên Xakurkê û Şemzinanê xebat meşandiye. Di gerîlatiya xwe de heta fermandariya herêmê pêş ketiye û erk û berpirsyariyên xwe bê kêmasî bi cih anîne.

Hevrê Cûdî, bi dsîplîn û berxwedêriya xwe ya bi israr, bi kesayetiya xwe ya têgihiştî û dilnizm, rêzdar bûye hezkriyê hevrêyên xwe. Her tim bûye têkoşerekî bê eman ê xet û felsefeya Rêber APO ya jiyana azad û di pîvanên têkoşeriyê de xwe kûr kiriye. Lewre hevrê Cûdî bûye mînak ku ciwanên başûr ji xwe re esas bigirin.

Em ji ber şehadeta hevrêyê xwe Cûdî Mizorî xemgîniya xwe tînin ziman, di destpêkê de ji malbata xwe ya hêja, ji eşîra Mizorî û hemû gelê başûrê Kurdistanê re sersaxî dixwazin. Em soz didin ku em ala hevrêyê xwe Cûdî Mizorî her tim bilind bikin û xeyalên wî pêk bînin.”