BI DÎMEN

HPG'ê nasnameya şehîdekê eşkere kir

HPG'ê nasnameya gerîla Amara Ekîn Ceren eşkere kir ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi qezayekê şehîd bû û sersaxî ji malbata wê û gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayeke şehîd daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Di 26'ê Cotmeha 2023'an de hevrêya me Amara Ekîn Ceren li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi qezayekê şehîd bû.

Hevrêya me Amara ku bi dilxwaziya xwe ya azadiyê dest bi jiyana gerîla kir, di her kêliyê de azadî hîs kir, ji bo parastina jiyana gerîla ya pîroz ku ji aliyê bi hezaran hevrêyên me yên şehîd ve hate afirandin, kete nava têkoşîneke bêeman. Hevrêya me bi durustî û kesayetiya xwe ya xwezayî cihê xwe di dilê hemû hevrêyên xwe de girt, di her karî de serketî bû û bû yek ji mînakên herî baş ên milîtaniya Apoyî. Bi kûrbûna xwe ya li ser xeta azadiyê ya jinê, felsefeya azadiya jinê ya Rêber Apo ji xwe re kir şêweyê bingehîn ê jiyanê û bû milîtaneke mînak a PAJK'ê.

Hevrêya me Amara ji ber qezayekê şehîd bû, lewma em sersaxiyê ji malbata wê ya hêja, gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku têkoşîna mînak a hevrêya xwe Amara bi serketinê tacîdar bikin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me Amara Ekîn Ceren bi vî rengî ne:

Nasnav: Amara Ekîn Ceren
Nav paşnav: Ajda Çetîn
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Mûhsîne-Hakî
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Cotmeha 2023 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hevrêya me Amara li navçeya Kopê ya Mûşê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Terbiyeya ji malbata xwe wergirtî û çanda xurt a Serhedê di kesayetiya wê de bû bingeh. Hevrêya me Amara ku demeke kurt li dibistanên dewleta Tirk xwend, li gel polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk cewhera xwe parast. Zû tevlî nava kedê bû û ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike di karên cuda de xebitî. Hevrêya me Amara ji ber ku bi keda xwe li ser piyan ma û tevkariyê li debara malbata xwe kir, bi rengekî hîn çalak tevlî nava jiyanê bû. Ji ber welatparêziya malbat û derdora xwe, her wiha ji ber xwedîderketina li nirxên Kurdîtiyê, hevrêya me Amara hîn biçûkanî partiya me PKK nas kir. Têkoşîna fedaî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ya li hemberî dewleta Tirk a dagirker, mîna her jin û ciwanên Kurd bandor li hevrêya me Amara jî kir. Hevrêya me rastiya dijmin di nava jiyanê de nas kir, di heman demê de mîsyona koletiyê ya li nava civakê li jinê tê ferzkirin jî têgihişt. Lewma Partiya me û jiyana gerîla weke yekane cihê azadiyê pênase kir. Ji ber vê yekê jî hîn di temenekî zû de xwest tevlî nava refên gerîla bibe, her roj ev armanca xwe mezin kir û li benda kêliya tevlîbûnê sekinî. Di vê demê de hewl da ku rastiya Rêber Apo û Partiyê hîn bêhtir ji nêz ve nas bike, di vê mijarê de kete nava hewldanan. Hevrêya me Amara ev kûrbûna xwe bi xizmên xwe re jî parve kir, kir ku ew jî têbigihêjin. Hevrêya me Amara li gundê ku lê dima tîmeke kûrbûnê ava kir, di nîqaşên bi xizmên xwe re hewl da ku rastiya me ya têkoşînê hîn bi kûrahî fêhm bike û bide fêhmkirin. Her wiha weke jin û ciwaneke Kurd li ser rê û rêbazên bicihanîna wezîfe û berpirsyariyên dîrokî yên ji bo azadiyê kûr bû. Di encama vê nîqaşê de jî biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe û tevî xizmên xwe Sorxwîn Şiyar-Îstek Çetîn, Sara Bêrîtan-Zeynep Çetîn û Jînda Poyraz-Heves Çelîk di Gulana 2014'an de ji herêma Erzîromê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me demeke kurt li herêma Erzîromê ma û piştre derbasî herêma Amedê bû. Hevrêya me Amara li Amedê tevlî perwerdeya destpêkê ya gerîla bû, ji hevrêyên li vê derê tecrûbeya gerîla ya bi salan wergirt. Hevrêya me di demeke kurt de hînî jiyana gerîla bû, bi saya kesayetiya xwe ya bi daxwaz û baldar, têkildarî gelek mijarên gerîlatiyê bû xwedî agahî. Hevrêya me Amara ku ne dûrî kedê bû, ji bo karibe tiştên hîn bûye bixe pratîkê, kete nava hewldanan. Hevrêya me Amara avantaja tevlîbûna ji Bakurê Kurdistanê ya li nava refên gerîla baş nirxand û di demeke kurt de di kesayetiya xwe de pêşketinên girîng afirand, ji bo karibe wezîfe û berpirsyariyên xwe yên demê bi cih bîne, xwe amade kir. Hevrêya me Amara li herêma Amedê 2 salan ma, li vê derê di serî de bi hevrê Şehîd Evîn Amed bi gelek hevrêyên me yên hêja re derfet dît ku têbikoşe. Dema ku li Amedê bû bi danhevî û tecrûbeyên ji van hevrêyên xwe wergirtî, bû gerîlayeke YJA Starê ya şareza. Hevrêya me Amara di vê demê de firsend dît ku rastiya Rêber Apo hîn ji nêz ve nas bike, bi taybetî nirxandinên Rêber Apo yên li ser azadiya jinê bandoreke mezin lê kir. Ji bo karibe pîvanên azadiya jinê yên Rêber Apo di kesayetiya xwe de biafirîne, kete nava hewldana kûrbûnê. Piştî ku dewleta Tirk a qirker ji sala 2015'an û pê ve konsepteke êrîşê ya nû li hemberî gelê me û tevgera me xiste dewrê, hevrêya me Amara jî bi giranî li ser vê mijarê kûr bû. Êrîşa dijmin a li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û gelek qadên din a li hemberî îradeya gelê me û xwerêveberiyê, her wiha hewldana dijmin a komkujiyên li ser gelê me, hêrsa hevrêya me Amara ya li hemberî dijmin mezintir kir. Ji ber vê yekê timî pêşniyar kir ku li dijî dijmin çalakiyê bike û israr kir. Heta sala 2017'an li Amedê gerîlatî kir, piştre jî derbasî herêma Erzîromê bû ku li wê derê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me piştî ku li vê derê jî nêzî salekê wezîfe kir, heman tevlîbûna xwe ya çalak dewam kir. Di nava sala 2017'an de xizmên wê yên nêz hevrêyên me Sorxwîn Şiyar-Îstek Çetîn û Sara Bêrîtan-Zeynep Çetîn li Erzîromê û hevrêya me Jînda Poyraz-Heves Çelîk li Garzanê şehîd bûn, ku vê yekê bandoreke mezin li hevrêya me Amara kir. Hevrêya me Amara şehadeta hevrêyên xwe ji bo mezinkirina têkoşînê ji xwe re kir hincetek. Bi baweriya ku bicihanîna armancên şehîdan di şexsê hevrêyên me Sorxwîn, Sara û Jînda de, her wiha xwedîderketina li bîranîna şehîdan bi hilgirtina mîrateya wan a têkoşînê dibe, hîn bêhtir tevlî nava têkoşînê bû.

Hevrêya me piştî ku salekê li Erzîromê têkoşiya careke din vegeriya Amedê û piştre derbasî herêma Garzanê bû û têkoşîna xwe dewam kir. Dema ku li herêmên Amed, Erzîrom û Garzanê bû, li hemberî êrîşên giran ên dimin timî di nava têkoşînê de bû, beşdarî gelek çalakiyan bû û bersiva pêwîst da êrîşên dijmin. Bi vî rengî xwest tola hevrêyên me yên şehîd hilîne û bi tevlîbûna xwe ya bi wêrekî ya li nava şer, bi sekna xwe ya şênber a li xeta azadiya jinê, di nava hevrêyên xwe de bû cihê hurmet û hezkirinê. Hevrêya me di sala 2018'an de di êrîşeke dijmin de birîndar bû, tevî vê yekê jî xwe ji xeta têkoşÎnê neda alî. Berevajî vê yekê li hemberî dijmin hîn bêhtir têkoşiya.

Hem ji bo birînên xwe bipêçe, hem jî xwe ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve hîn bêhtir perwerde bike, di sala 2019'an de derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Piştî ku demeke kurt li herêma Metînayê ma, ji bo karibe xwe li ser nasnameya jinê ya azad hîn bêhtir perwerde bike li Akademiya Şehîd Bêrîtan tevlî perwerdeyê bû. Hevrêya me tevî bi dehan hevrêyên xwe yên jin di vê pêvajoyê de li ser felsefeya Rêber Apo xwe hîn bêhtir kûr kir. Hevrêya me Amara di heman demê de derfet dît ku rastiya gelê me ji nêz ve nas bike, bi vî rengî kesayetiya xwe bi berfirehî analîz kir. Hevrêya me li hemberî hemû taybetmendiyên kesayetiya xwe yên li pêşiya xwegihandina nasnameya jin a azad asteng in, têkoşiya û pê hesiya ku her roj hîn bêhtir azad dibe.

Hevrêya me Amara piştî Akademiya Şehîd Bêrîtan, erka perwerdeya hevalên ku xwe yên nû tevlî nava refên gerîla bûne girt ser milên xwe û li ser hevalên ku tevlî nava refên azadiyê bûne xwedî kedeke mezin bû. Hevrêya me şêwaz û taktîkên gerîlatiya serdema nû bi awayekî dewlemend û zelal nîşanî hevalên xwe yên nû tevlî refên gerîla bûne da, bi sekna xwe ya hevaltî û milîtanî ya bihêz tesîr li hemû hevrêyên xwe kir. Hevrêya me Amara weke gerîlayeke leheng a YJA Starê nasnameya jina azad bi awayekî serketî temsîl kir û ji hevalên xwe re di mijara jiyana Rêber Apo ya li ser bingeha azadiya jinê de gelekî bû alîkar ku li ser vê yekê kûrtir bibin. Hevrê Amarayê  gelek gerîlayên jêhatî perwerde kir û di warê bîrdozî û leşkerî de jî xwe tim perwerde kir. Bi rolên xwe yên mamostetî û xwendekariyê gihîşt asteke girîng.

Hevrê Amara ji roja tevlîbûna nava refên gerîla û pê ve li her qadê sekna xwe ya li ser xeta azadiyê parast û roj bi roj xwe kûrtir kir, bi kesayetiya xwe ya rast û girêdayî nirxên azadiyê baweriya hemû hevalên xwe û partiya me bi xwe anî. Ji bo vê jî bi gelek karên girîng hewl da ku ji pêvajoya dîrokî ya ku em tê re derbas dibin re bibe bersiv. Hevrêya me di her xebata ku di nav de cih digirt de serketin weke yekane rê qebûl dikir û bi vê nêzîkatiya xwe baweriya hevalên xwe û partiya me  bi xwe dianî û ev yek tim zindî dihişt. 

Hevrêya me Amara di 26'ê Cotmeha 2023'an de ji ber qezayekê şehîd bû. Vê yekê em gelekî êşandibe jî, wê bi hevrêtiya xwe ya xurt a li pey xwe hişt û danheviya têkoşînê ya dewlemend timî bê bîranîn û ji me re bibe meşaleyek.