Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya gerîlayên şehîd ên li Heftanînê eşkere kir. HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kir:
“Di 8 û 9’ê Tebaxê de dema ku dewleta Tirk xwest Kurdistanê dagir bike, hêzên me li qada Pîrbûla ya Heftanînê li dijmin daye. Di dema mudaxeleya operasyonê de di wext û cihên cuda de şer çêbûye û artêşa Tirk qada şer bomberdûman kiriye. Di van bomberdûman û şeran de rêhevalên me Peyman Axîn, Zenda Destîna, Rêzan Tendurek, Serdar Mordem û Xebat Cûdî bi qehremanî şer kirine û şehîd bûne. Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:
Nasnav: Peyman Axîn
Nav û paşnav: Şîrîn Omer
Cihê jidayikbûnê: Dirbêsiyê
Navê dê û bav: Fatma - Mihyedîn
Dîrok û cihê şehadetê: 9’ê Tebaxa 2020’an/ Heftanîn
Nasnav: Zenda Destîna
Nav û paşnav: Kader Eraslan
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê dê û bav: Baran - Mehmet
Dîrok û cihê şehadetê: 9’ê Tebaxa 2020’an/ Heftanîn
Nasnav: Rêzan Tendurek
Nav û paşnav: Gultekîn Oner
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dê û bav: Altûn - Fehîm
Dîrok û cihê şehadetê: 9’ê Tebaxa 2020’an/ Heftanîn
Nasnav: Serdar Mordem
Nav û paşnav: Savaş Korkmaz
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Navê dê û bav: Rahîme - Farûk
Dîrok û cihê şehadetê: 9’ê Tebaxa 2020’an/ Heftanîn
Nasnav: Xebat Cûdî
Nav û paşnav: Vedat Bîlîk
Cihê jidayikbûnê: Cizîr
Navê dê û bav: Gûrbet - Camî
Dîrok û cihê şehadetê: 9’ê Tebaxa 2020’an/ Heftanîn
Dewleta Tirk a faşîst ji bo mayîndekirina dagirkeriya li ser Kurdistanê û gelê Kurd tune bike, her tiştê xwe seferber kiriye û tevgereke qirkirin û dagirkeriyê daye destpêkirin. Ji bo ku tevgera dagirker a li ser Başûrê Kurdistanê mayînde bike, bi piştgiriya nokeran dixwaze hemû nirxên aîdî Kurd û Kurdistanê ji holê rake. Armanca dagirkeriya li ser Heftanînê ev e ku çeperên berxwedanê yên gerîlayan dagir bike, hemû avadaniya civakî belav bike û qetlîamê pêk bîne. Lê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li ser xeta gerîlayê serdema nû, bi berxwedan û baweriyeke mezin li dijî tevgerên dagirkeriyê li ber xwe dide û mêtingeran ceza dike.
Rêhevalên me Peyman, Zenda, Rêzan, Serdar û Xebat her yek di dîrokên cihê de li bajarên cihê yên Kurdistanê ji dayik bûne, bi bîrbûna welatparêzî mezin bûne û di armancekê de bûne yek. Rêhevalên me yê ciwan fêm kirine ku rêya azadkirina gelê Kurd û bidawîkirina dagirkeriya li ser Kurdistanê ji bi îdeolojiya Rêber Apo û têkoşîna gerîlayan derbas dibe. Rêhevalên me di temenên ciwan de tevlî nav refên gerîlayan bûne û bi berxwedaneke fedaî bûne pêşengên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê .
Rêhevalên me Peyman, Zenda, Rêzan, Serdar û Xebat di berxwedana Cenga Heftanînê de derbên giran li dijminê dagirker dane, di gelek çalakiyan de cih girtine û heta kêlîka ku şehîd bûne bi tarzekî fedaî şer kirine.
Malbatên hêja yê rêhevalên me yên şehîd di serî de em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê mîrateya têkoşînê ya şehîdên xwe bi serfiraziyê tacîdar bikin.”