Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya ku daxuyaniyek nivîskî da, diyar kir ku li dijî Qereqola Kaniyahênê ya navçeya Hezo ya Êlihê çalakiyekî fedayî hatiye lidarxistin.
Daxuyaniy HPG’ê wiha ye: "9’ê Hezîranê hevrêyê me Çekjîn Êlih li dijî noqteya Qereqola Kaniyahênê ya naçeya Hezo ya Êlihê çalakiya fedayî lidar xistiye. Di vê çalakiya hevrêyê me ya fedaî de 4 leşkerên Tirk hatine kuştin. Di çalakiyê de hejmara polîs û leşkerên kuştî û birîndar ên di wesayîtekî zirxî û wesayîtekî polîsan de nehate zelalkirin.
Nasnameya hevrêyê me yên ku çalakiya fedayî lidar xistî wiha ye:
Nasnav: Çekjîn Êlih
Nav û Paşnav: Ahmet Seçkîn
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Navê Dayikê-Bav: Nûran-Tahîr
Cih û Dîroka Şehadetê: Êlih/9’ê Hezîrana 2017"