HPG'ê nasnameya du şehîdan eşkere kir

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Şemzînanê piştî çalakiya li dijî qereqolê di operasyonê de şehîd bûn eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiya gerîla ya 26'ê Gulanê beriya niha daxuyaniyek dabû. Îro jî daxuayniyeke nû da û ragihand ku di operasyona leşkerî de ya piştî çalakiyê hate kirin şerekî dijwar qewimî û 2 gerîla şehîd bûn.

Daxuyaniya li ser mijarê wiha ye:

"Roja 26'ê Gulanê, piştî çalakiya li dijî qereqola li taxa Eldê ya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, hêzên TC ên dagirker dest bi operasyonê kirin û me ragihandibûn ku hêzên me li dijî hêza operasyonê çalakî kirine. Di çalakî û şer de 3 tîmên taybet hatibûn kuştin, 8 jî birîndar bûbûn. Me eşkere kiribû ku di heman şerî de 2 hevalên me şehîd bûne."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hevalên me Kulîlk û Rêzan ên bi lehengî û fedayî şer kirin, şehîd bûn." Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye.

Nasnav: Kulîlk Dîlan
Nav paşnav: Şeyma Aydin
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Famîle-Temel
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Gulana 2018 / Colemêrg

Nasnav: Rêzan Rûken
Nav paşnav: Mahmût Ûgûn
Cihê jidayikbûnê: Erzîrom
Dayik-Bav: Ferîde-Cîbrî
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Gulana 2018 / Colemêrg

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de li ser jiyan û têkoşîna şehîdan ev agahî hatin dayin:

KULÎLK DÎLAN

"Hevala me Kulîlk Dîlan li Sêrtê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Tevî ku koçî metropolên Tirkiyeyê kir jî malbatê nirxên xwe yên welatparêziyê parast. Hevala me Kulîlk jî di nava malbateke wiha de mezin bû û hestên wê yên welatparêziyê gelekî xurt bûn. Dema ku dijmin bi destê çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî gel û nirxên Kurdan kir, hevala me Kulîlk tevlî nava refên têkoşînê bû û ji roja destpêkê ve hewl da bibe gerîlayeke şareza. Bi îdeolojiya Azadiya Jinê ya Rêber Apo xwe xemiland û bû gerîlayeke serketî ya YJA Starê. Bû yek ji wan hevalên me ku bi rengekî çalak tevlî şerê 3 salên dawî yên li dijî faşîzma TC bû. Û li her cihê lê ma, bi fedakarî tevlî kar bû.

RÊZAN RÛKEN

Hevalê me Rêzan Rûken li navçeya Karaçoban a Erzîromê ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz mezin bû û di emrekî ciwan de kedkarî nas kir. Dema ku li înşaetê karker bû cihê xwe di nava karê ciwanan de girt. Piştî demekê tevlî karê milîstiyê bû. Li dijî zextên giran ên dijmin ên li ser gelê me, ji bo bi rengekî çalak têbikoşe, tevlî nava refên gerîla bû. Bi taybetmendiyên xwe yên kedkarî û fedakariyê her tim li pêş bû. Bi sekna xwe ya têgihiştî û dilpak, bandor li derdora xwe dikir. Bi hestên xurt ên welatparêziyê tevlî nava refên têkoşînê bû û hewl da bibe milîtanekî baş ê Rêber Apo. Di demeke kin de bû gerîlayekî şareza. Li xeta Şemzînanê di şerê dijî dijmin de kedeke mezin da."

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên her du şehîdan û gelê welatparêz hate xwestin û hate gotin, "Em careke din soz didin ku heta Kurdistanê azad bikin ku xewn û xeyala şehîdên me ye, em ê têkoşîna xwe bidomînin."