HPG'ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameya 4 gerîlayên Hezîrana 2018'an di dema çalakiyekê de şehîd bûn eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, 4 gerîla 6'ê Hezîrana 2018'an ji ber bomberdûmana giran a piştî çalakiyê şehîd bûn.

Daxuyanî wiha ye:

"Di daxuyaniya xwe ya 12'ê Hezîrana 2018'an de me ragihandibû ku 6'e Hezîranê saet 13'an li navçeya Bazîd a Agiriyê li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa Reo ya ber bi qereqola Kozili ve diçû, hêzên me çalakiyek pêk anîn û di encamê de 10 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê li herêmê dest bi operasyoneke berfireh kir û bomberdûmaneke giran li herêmê kir. Ji ber bomberdûmanê hevalên me Akîf, Ozer, Rojhat û Xemgîn şehîd bûn.

Nasnameya şehîdan:

Nasnav: Akîf Serhat
Nav paşnav: Koksal Sade
Cihê jidayikbûnê: Qers
Dayik-Bav: Herdem-Hayrettîn
Dem û cihê şehadetê: 6'ê Hezîrana 2018'an / Agirî

Nasnav: Ozer Mazlûm
Nav paşnav: Sînan Çîrka
Cihê jidayikbûnê: Îdir
Dayik-Bav: Ayfer-Yûsûf
Dem û cihê şehadetê: 6'ê Hezîrana 2018'an / Agirî

Nasnav: Rojhat Serhat
Nav paşnav: Osman Ozel
Cihê jidayikbûnê: Îdir
Dayik-Bav: Zeynep-Kahraman
Dem û cihê şehadetê: 6'ê Hezîrana 2018'an / Agirî

Nasnav: Xemgîn Malazgîrt
Nav paşnav: Engîn Koçak
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Barîka-Zekî
Dem û cihê şehadetê: 6'ê Hezîrana 2018'an / Agirî

Em hevrêyên xwe Akîf, Ozer, Rojhat û Xemgîn bi rêzdarî bi bîr tînin. Her yekî ji wan bi welatparêziya xurt a Serhedê mezin bûn û ji bo hesab ji dijminê mêtinger bipirsin bi daxwazeke mezin û bi rûmetdarî tevlî nava refên têkoşînê bûn. Di nava refên gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê de bi jiyana xwe ya dilnizm, bi paqijiya têkiliyên hevrêtiyê û bi kîna xwe ya li dijî dijmin wê her tim bên bîranîn û ji me re mînak bin. Ev hevrêyên me yên hêja, ji bo serxistina Pêngava Serketina Şoreşgerî ya li eyaleta Serhedê, ji bo azadiya Rêber Apo û gelê Kurdistanê bi rengekî fedayî têkoşiyan. Ew leheng in ku ruhê xwe yê welatparêziyê bi berxwedêriya bêdawî ya PKK'ê û bi cehwera Apoyî kirin yek. Wezîfeya me û ya her ciwanên Kurd ên welatparêz e ku xwedî li bîranîna van şehîdên me yên hêja derkevin û ala wan a azadiyê her bilind bikin.

Di şexsê malbatên hêja yên Sade, Çîrka, Ozel û Koçak de em sersaxiyê ji gelê welatparêz ê Serhedê û tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin. Em soz didin, em ê têkoşîna azadiyê ku xewn û xeyala şehîdên me ye bi ser bixînin."