HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Metînayê şehîd bûn eşkere kir

Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku 15'ê Tebaxê li qada Girê Koordîne ya herêma Metînayê, di şer de 3 gerîla şehîd bûne.

Li gorî daxuyaniya HPG'ê, di çalakiyê de ku 7 dagirker hatin cezakirin, gerîlayên bi navê Canan Gundogdû (Jiyan Agît Mûş), Nazê Şêx Ebdê (Destîna Fîraz Kobanê) û Serhat Kûrt (Azad Êriş) şehîd bûne.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di daxuyaniya 16'ê Tebaxa 2021'ê de me ragihandibû ku 15'ê Tebaxa 2021'ê li qada Girê Koordîne ya herêma Metînayê, hêzên me li dijî leşkerên Tirk ên mêtinger bi tîmên gerîla bi rengekî koordîneyî xwe berdan nava dagirkeran û çalakî kirin. Di vê çalakiya serketî de herî kêm 7 dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker jî birîndar bûn. Hevrêyên me Jiyan, Destîna û Azad ku bi ruhê fedayî yê Apoyî tevlî vê çalakiyê bû û taktîkên gerîla yên serdema nû bi rengekî serketî bi cih anîn, di bombardûmana piştî çalakiyê de şehîd bûn.

JIYAN AGIR MÛŞ

Hevrêya me jiyan ku li Mûşê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, zext û zordariya dewleta Tirk a faşîst hîn di zarokatiyê de dît û ji ber vê yekê jî neçar ma ku tevî malbata xwe koçî metropolan bike. Li nava malbat û derdoreke welatparêz mezin bû ku dest ji çand û kevneşopiya xwe berneda, Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve nas dikir û şehîdên xwe hebû. Hevrêya me Jiyan li dijî kiryarên asîmîlasyonê yên li dibistanên Tirk ên faşîst, tevlî karên ciwanan bû ku têkoşe. Di dema berxwedana xwerêveberiyê de berê xwe da Geverê, tevlî refên berxwedanê bû. Êrişên qirker ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê me bi xwe şahidî jê re kir û ji bo têkoşîneke hîn xurtir bimeşîne biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Sala 2016'an berê xwe da çiyayên azad.

Hevrêya me Jiyan ku timî dixwend, lêkolîn dikir û hewl dida hêjayî jiyana gerîla be, bi daxwazeke mezin bi çiyayên azad û hevrêtiya PKK'ê ve hate girêdan. Bi kesayetiya xwe ya cewherî û bi moral, hevrêtiya PKK'ê di kesayetiya xwe de bi xurtî temsîl dikir. Di felsefeya Rêbertî de xwe kûr kir, bi sekna xwe ya têkoşer, fedayîtiya Apoyî di kesayetiya xwe de bi rengekî serketî nîşan da. Hêrsa xwe ya li dijî dagirkeran û ji bo hilanîna tola êrişên qirker ên li ser gelê me, di qada leşkerî de xwe timî bi pêş xist û di Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de bû xwedî pratîkeke serketî. Hevrêya me Jiyan bi sekna xwe ya fedayî ya Apoyî, bi fedakarî û berxwedana xwe ya lehengî ya li dijî dagirkeran nîşan da wê timî ji me hevrêyên xwe re bibe mînak, di serxistina Têkoşîna Azadiyê de wê bibe çavkaniyeke xurt a hêzê.

DESTÎNA FÎRAZ KOBANÊ

Hevrêya me Destîna li Kobanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber welatparêziya derdor û malbata wê, di temenê biçûkanî de Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nas kir û li derdoreke welê mezin bû ku çanda welatparêziyê lê serwer bû. Bi bandora şehîdên leheng kuk di berxwedana Kobanê de fedayîtiya Apoyî temsîl kirin û li tevahiya cîhanê bûne cihê hurmetê, hevrêya me Destîna ji bo bicihanîna armancên şehîdan û ji bo bibe rêwiyeke vê rêya pîroz biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.

Di encama perwerdeyê de di kesayetiya xwe de guhertinên mezin afirand û di rêbaza gerîlayên profesyonel a li ser xeta Rêbertî de di demeke kurt de kûr bû. Hevrêya me Destîna li hemberî êrişên çeteyên DAÎŞ'ê û dewleta Tirk a faşîst ên li dijî gelê me û jinên Kurd, bû şervaneke mezin a tolhildanê. Ji bo hilanîna tola hezaran salî bi ruhê Arînan her kêliya xwe bi têkoşînê derbas kir û di dema êrişên dagirkeriyê de bi rêbaza fedayî tevlî gelek çalakiyên serketî bû. Herî dawî li Girê Koordîneyê di çalakiyê de rêbaza gerîlayên serdema nû bi rengekî serketî bi cih anî û nîşan da ku gerîla têk naçe. Hevrêya me Destîna bi sekna fedayî û biryardariya xwe wê di Îdeolojiya Azadiyê ya Jinê de her tim li bîr bê.

AZAD ÊRIŞ

Hevrêyê me Azad li Wanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Li nava derdoreke welatparêz mezin bû ku di nava berxwedanê de berdêl daye û hişmendiya xwe ya welatparêziyê bilind e. Di zarokatiyê de bi çîrokên lehengiyê yên şehîdên me mezin bû, her tim hewl da ku tevlî nava jiyana gerîla bibe. Sala 2017'an li Botanê tevlî nava refên gerîla bû û ji bo naskirina jiyana gerîla û îdeolojiya Rêbertî bi coş tevlî perwerdeyê bû.

Her tim xwest ku li qadên herî zehmet kar bike û bi sekna xwe ya fedakarî bû milîtanekî mînak. Di dema êrişên dewleta Tirk a dagirker de yên li ser heêma Metînayê, tevlî nava yekîneyên me yên gerîla bû yên ku derba destpêkê li dagirkeran dixist. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de beşdarî gelek çalakiyên seketî bû û derbên mezin li xewn û xeyalên dagirkeriyê yên dijmin da. Herî dawî 15'ê Tebaxê bi ruhê Egîdan pêşengî ji gelek çalakiyan re kir û bi lêdana derbên herî giran bersiva herî xurt da dijmin. Hevrêyê me Azad bi sekna fedayî, bi kesayetiya xwe ya Apoyî, bi biryardarî û daxwaza xwe ya têkoşînê wê timî bibe çavkaniya hêzê ji têkoşîna me ya azadiyê re.

Hevrêyên me Jiyan, Destîna û Azad, li dijî êrişên dagirkeriyê bi lehengî li ber xwe dan û di vê oxirê de bêteredût canê xwe feda kirin. Em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna wan bi serketinê tacîdar bikin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Nasnav: Jiyan Agir Mûş
Nav paşnav: Canan Gundogdû
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Şukran-Selîm
Dem û cihê şehadetê: 15'ê Tebaxa 2021 / Metîna

Nasnav: Destîna Fîraz Kobanê
Nav paşnav: Nazê Şêx Ebdê
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Dayik-Bav: Xezal-Abdulgafûr
Dem û cihê şehadetê: 15'ê Tebaxa 2021 / Metîna

Nasnav: Azad Êriş
Nav paşnav: Serhat Kûrt
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Songul-Osman
Dem û cihê şehadetê: 15'ê Tebaxa 2021 / Metîna"