HPG'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd bûn eşkere kir û got, "Armanca wan a herî mezin Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad bû. Em ê vê armancê teqez pêk bînin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayên şehîd bûn ev agahî parve kir:

"Di vê serdemê de ku li djiî êrîşên dagirkeriyê yek ji berxwedanên herî bi heybet ên dîroka Kurdistanê tê kirin, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi dayina berdêlên giran ji bo parastina rûmet û armanca azadiyê ya gelê me, şerekî mezin ê îradeyê dikin. Di vî şerê îradeyê de, dewleta Tirk a dagirker li gel teknîka xwe jî li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê wê têk biçe. Artêşa dagirker ku dixwaze şer li tevahiya Herêmên Parastinê yên Medyayê belav bike û bi vî rengî serketinên sexte bi dest bixe, di her saeta rojê de derbên giran ji hêzên me dixwe. Têkoşîna ku hevrêyên me bi fedakarî û baweriyeke mezin dimeşînin, bêguman bi berdêlên giran dewam dike. Hevrêyên me Guven û Vorîn jî bi sekna xwe ya fedaî ya li dijî êrîşên dijmin, erka pêşengiyê ya mezinkirina berxwedana me bi rengekî serketî bi cih anîn. Heta nefesa dawî bi baweriya bi felsefeya Apoyî şer kirin û şehîd bûn. Em soz didin ku têkoşîna van hevrêyên xwe yên hêja teqez bi ser bixînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Guven Doza
Nav paşnav: Cansel Dûrsûn
Cihê jidayikbûnê: Kocaelî
Dayik-Bav: Fatma-Mehmet Zekî
Dem û cihê şehadetê: Tîrmeha 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Vorîn Qesasê Welat
Nav paşnav: Rakîp Kûşlû
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Emîne-Alîhan
Dem û cihê şehadetê: Tîrmeha 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

GUVEN DOZA

Hevrêya me Guven ku bi eslê xwe ji Agiriyê ye, li metropoleke Tirk li Kocaeliyê ji dayik bû. Ji ber ku malbata wê koçî Kocaeliyê kir, nekarî li welatê me Kurdistanê bimîne. Di heman demê de ji ber bandora polîtîkayên asîmîlasyona giran a dijmin a li ser malbatê, neçar ma ku dûrî hişmendî û çanda Kurdîtiyê bijî. Hevrêya me Guven piştre ev rewş ji xwe re kir hinceteke bingehîn a têkoşînê û di kesayetiya xwe de veguherand zemînê pêngavên mezin. Tevî ku haya xwe ji têkoşîna azadiyê û gelê Kurdistanê bi esasî tune bû, bi xemsarî nêzî bûyerên li derdora xwe nebû, bala wê timî li ser şerê liw elatê me bû û dixwest fêhm bike. Bi taybetî di dema xwendina zanîngehê de hîn bêhtir baldar bû û ji bo fêhmkirina şerê azadiyê yê bi pêşengiya partiya me PKK'ê tê meşandin, lêgerînên xwe zêde kir. Sala 2015'an li Edîrneyê bi rêya komek ji xebatkarên têkoşîna ciwanan ku nas kir, rastiya gelê Kurdistanê, rastiya dijminê ku qirkirinê li gelê me ferz dike, fêhm kir. Her wiha rastiya têkoşîna gerîlayên Kurdsitanê fêhm kir ku li dijî van polîtîkayên qirker têdikoşin. Bi vî rengî di kesayetiya xwe de gavên mezin avêt û xwest di nava rastiya azadiyê de xwe bihelîne.

Hevrêya me Guven li ser vê bingehê tevî ku hînê nû nas kir û bersiv ji gelek pirsên xwe jî hînê peyda nekiribû, bi baweriyeke mezins ala 2016'an tevlî nava refên gerîla bû. Li herêma Zapê ku şer lê giran bû, perwerdeya destpêkê ya şervanê nû wergirt û hingî ji ber êrîşa dijmin di nava şer de ma, lê bi îradeyeke mezin, bi wêrekiyeke bêhempa li ber êrîşên dijmin rabû, tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dijmin hate xistin. Hevrêya me Guven mîna tevlîbûna xwe ya li nava refên gerîla her wiha di tevlîbûna xwe ya li şer de jî bi lez bû û ev rewş ji xwe re kir avantajek. Partiya me, gerîlatî, jiyana li çiyê, têkiliyên hevrêtiyê di pratîkê de hîn bû û ji ber vê yekê têkiliya wê ya bi partiya me re xurt û kûr bû. Şehîdbûna hevrêyên wê her çiqas zehmet jî bû, hevrêya me Guven ji bo bersiveke rast bide rastiya şehadetê, gihîşt wê baweriyê ku divê têkoşînê mezintir bike. Zanîbû ku ev yek jî bi hîn bêhtir naskirina Rêber Apo dibe. Bi vê têgihiştinê re ji bo felsefeya Rêbertî baştir fêhm bike, ji bo bike bingeha jiyana xwe, lêgerînên xwe dewam kir.

Hevrêya me Guven têgihişt ku bersivên herî rast ên ji bo pirsên xwe dikare di nava rêxistiniya Hêzên Taybet de peyda bike, nîşenaye herî şênber a fedaîtiya Apoyî ye. Lewma bi pêşniyara xwe di sala 2017'an de tevlî nava karên Hêzên Taybet bû. Li nava Hêzên Taybet li gelek herêman xebitî, karên serketî kir û bi sekna xwe ji bo hevrêyên xwe bû cihê baweriyê. Lê belê dilê wê timî bi hevrêyên wê yên li eniyê şer dikirin re lê dida, lewma pêşniyar kir ku biçe qadên şer lê diqewime. Hevrêya me Guven li dijî dijmin, mîna hevrêyên fedaî hemûyan xwedî hêrseke mezin bû û ev hêrsa xwe jî ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve ji bo perwerdekirinê kir motîvasyoneke bingehîn. Lewma perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk bi rengekî serketî temam kir. Hevrêya me Guven weke gerîlayeke şareza, ji vê pêvajoya zehmet a gelê me tê de ye û li hemberî tecrîda giran a li ser Rêberê me, weke milîtaneke fedaî ya Apoyî xwe berpirsyar dît û xwest bibe bersiv. Hevrêya me Guven bi jidilbûn û durustiya xwe ji bo hevrêyên xwe bû mînak û bi vê kûrbûnê tevlî kar bû, bi rêbaza xwe ya encamgirtinê di her karî de bi ser ket. Gihîşt wê baweriyê ku fedaîtiyê tê wê wateyê ku xwe di felsefeya Apoyî de bihelîne û destûr neda ku tiştek bikeve navbera wê û Rêbertî û di her kêliyê de hewl da bi Rêbertî re bijî.

Hevrêya me Guven her roj kesayetiya xwe bi pêş ve bir, bi taybetî bi sekna xwe ya li ser xeta azadiya jinê bû gerîlayeke mîna a YJA Starê. Weke gerîlayeke jin jî ji bo pêkanîna armanca azadiyê ya jinan û gelê me, ji bo jin bigihêje asta ku heq kiriye ya li nava civakê, bi berpirsyarî rabû û ji bo bicihanîna vê berpirsyariyê jî bi fedakariyeke mezin têkoşiya. Hevrêya me Guven li ser vê bingehê fermandariya hevrêyên xwe yên fedaî hilda ser milê xwe û weke fermandara yekîneyê wezîfe kir. Bi rêbaza xwe ya kar a kolektîf, di pêşvebirina karên xwe de bi roleke girîng rabû. Lewma di serxistina karên demê de û di berxwedana dijî dijmin de bû xwedî kedeke mezin. Her wiha bi perwerdeya hevrêyên xwe yên fedaî re eleqedar bû û tecrûbeyên xwe yên li nava jiyanê û qada şer parve kir. Ji bo kûrbûna hevrêyên xwe ya di fedaîtiyê de bi şev û roj xebitî, dema ku hevrêyên xwe perwerde dikir, di heman demê de xwe jî perwerde dikir. Lewma di projeya jinûve avakirina gerîla de bû yek ji fermandarên pêşeng, bû mînakeke bêhempa ya kesayetiya fermandariya nû.

Hevrêya me Guven li dijî pêla nû ya êrîşê ya dijmin ku ji Nîsanê û pê ve destpê kir, li qada ku lê bû di meşandina şerê tîm û tunelan de kedeke mezin da. Li qadên ku di karên amadekariyê de cih giritbû û îro berxwedan di asta herî bilind de lê diqewime, ji bo bersivê bide êrîşên dijmin hewl da. Di êrîşa dijmin de şehîd bû û tevlî nava karwanê şehîdan bû. Hevrêya me Guven di kesayetiya xwe de fedaîtiya Apoyî afirand. Em soz didin ku şerê azadiyê yê ku wê daye destpêkirin bi serketinê tacîdar bikin û armancên wê teqez pêk bînin.

VORÎN QESASÊ WELAT

Hevrê Vorîn li navçeya Hezroya Amedê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Ji ber ku malbata wî welatparêz bû di temenekî biçûk de tevgera me ya azadiyê nas kiriye û ew bûye şahid ku dijmin çawa zilm li gelê me kiriye. Ji ber êşkence û polîtîkayên mêtingeriyê yên li ser gelê me, ew ketiye nav lêpirsînan. Nakokiyên wê roj bi roj zêdetir bûye û ev nakokî kiriye sedema têkoşînê. Piştî ku birayê wî tevlî nav refên gerîla bû û dijmin ew dîl girt, wî jî biryar da ku tevlî nav refên têkoşînê bibe. 

Di sala 2017’an de dema ku êrîşên dijmin zêde bû hevrê Vorîn li Amedê tevlî nav refên gerîlayan bûye. Piştî demeke kurt derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bûye û demekê di nav xebatên Komalên Ciwan de maye. Ji ber hezkirina wî ya ji bo jiyana PKK’ê û gerîlayan, di nava demeke kurt de ew adapteyî jiyana gerîlayan bûye û her dem xwe bi pêş ve biriye. Heval Vorîn xebatên xwe serkeftî domandiye û piştre biryar daye ku tevlî nav xebatên HPG’ê bibe. Li hemberî êrîşên ku dijmin dibir ser gelê me û gerîla, ew gelekî hêrs bûye û hêrsa xwe kiriye sedema têkoşînê. Piştî perwerdehiya şervanên nû di warê amadekirina tunelên şer de ya ku yek ji taktîka şerê serdema nû ye, wî kedeke mezin daye. Bi kesayetiya xwe ya kedkar û fedakar di hemû xebatan de serkeftî cih girtiye û bûye milîtanekî mînak. Heval Vorîn her dem bi tevlêbûna xwe ya bêhesap ji hevalên xwe re bûye mînak. Ji ber tecrîda li ser Rêbertî wê di warê wijdanî de xwe rihet hîs nekiriye û ji bo ku ev tecrîd were şikandin û Rêbertî di warê fîzîkî de azad bibe, wî biryar daye ku têkoşîn were zêdekirin. Li ser vî esasî wê fikrên xwe di nav xebatên Hêzên Taybet de dîtiye û bi daxwaza xwe tevlî van xebatan bûye.

Di nav xebatên Hêzên Taybet de wî xwestiye di nava xwe de kesayetiya Apoyî ava bike û ji ber vê girîngiyeke mezin daye perwerdehiyê. Hevrê Vorîn xwedî meraq bû, her dem lêkolîn dikir û tevlî hevalên xwe diket nav nîqaşê û dixwest felsefeya Rêbertî baş fêm bike û li ser vî esasî di jiyana xwe de pêk bîne. Hevrê Vorîn bi helwesta xwe ya di nav jiyanê û tarza fedaî ya di nav tevlêbûna xwe de, heta asteke mezin ev pêk aniye. Di hemû xebatan de kedeke mezin daye û ji bo ku ew xebat bi ser bikeve çi ji destê wî hatiye kiriye. Heval Vorîn ji bo şertên giran û peywiran xwe rêxistin kiriye û dîsîplînek ava kiriye.

Hevrê Vorîn di warê leşkerî û îdeolojîk de xwe pêş xistiye û di temenê xwe yê ciwan de peywirên girîng stendiye. Dema ku dijmin êrîşên dagirker da destpêkirin, hevrê Vorîn jî di şerê tîmê bi tevger de ya ku bingeha berxwedana dîrokî ye, bûye fermandarê tîmê û peywira xwe bi serkeftî bi cih aniye. Hevrê Vorîn li hemberî êrîşên dijmin bi awayekî fedaî şer kiriye û wekî mînakeke herî sade ya dirustî û fedaiyê tevlî nav karwanê şehîdan bûye. 

Bi biryardariya ku em ê îddîaya wan a Rêbertiya Azad û Kurdistana azad pêk bînin, malbatên hêja yên hevrêyên me Guven û Vorîn di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."