HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Zapê şehîd bûbûn eşkere kir

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên sala borî li Zapê şehîd bûbûn, eşkere kir û got: “Soz didin ku wê hesreta hevrêyên me di nava têkoşînê de bijîn.”

Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Zapê şehîd bûbûn, eşkere kir. HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev got: “

“19’ê Hezîrana 2020’ê di êrîşa esmanî ya artêşa Tirk a dagirker a li ser devera Sîda ya herêma Zapê de hevrêyên me Êrîş û Sîdar şehîd bûbûn. Em hevrêyên xwe yên nû nasnameya wan diyar bûn di salvegera şehîdbûna wan de bi rêzdarî bibîr tînin, soz didin ku em ê têkoşîna wan bi serketinê tacîdar bikin.

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Êrîş Rizgar
Nav û Paşnav: Kamûran Genç
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayikê-BAv: Emîne – Cemal
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Zap/ 19 Hazîrana 2020

 

Nasnav: Sîdar Zagros
Nav û Paşnav: Serhildan Bor
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayikê-Bav: Cahîde – Veysî
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Zap/ 19 Hazîrana 2020

 Hevrêyê me Êrîş li Colemêrgê di nava malbatek welatparêz de hatiye dinê, hê di temenê biçûk de ji rastiya înkar û îmhayê ya dewleta TC a dagirker şahidî kiriye. Hevrêyê me Êrîş li dijî hewldanên mêtingeriya ya ciwanên Kurd û gelê Kurd ji rastiya têkoşînê dûr dike, berê xwe daye gerîla, sala 2015’an tevlî refên gerîla dibe. Hevrêyê me Êrîş ji bo xeyalên azadiyê ya gelê xwe pêk bîne, têkoşîneke xurt dike. Hevrêyê me yê ciwan tim kîna xwe ya li dijî dewleta Tirk a dagiker zindî dihêle, bi kesayetiya xwe ya lêkolîner û dilnizim, di nava hevrêyên xwe de tê nasîn; di demek kin de pêşketinên mezin bi xwe re tîne. Girêdana xwe ya kûr a bi Rêbertî, şehîdên pîroz û hevrêtiyê rê li pêşiya hevrê Êrîş vekiriye ku pratîkek xurt bike. Hevrêyê me Êrîş bi girêdan û hestek xurt berê xwe dide Zapê li dijî êrîşên dagirker li eniyên pêş cihê xwe girt, cihê xwe di gelek çalakiyên de girtiye ku derbên xurt li dagirkeran daye. Daxwaza hevrêyê me ya ji bo têkoşînê wê her tim ji bo hevrêyên xwe bibe pêşeng.

Hevrêyê me Sîdar li Geverê ji dayik bû, ku ev herêm ruhê çalakger û berxwedêr ê gelê Kurdistanê bi rengê herî baş nîşan dide. Li nava malbateke welatparêz ku tevlîbûn û şehîdên xwe yên li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê heye, mezin bû. Çanda berxwedêriya civakî ya eşîra Gewda ku ew jî jê ye û dilsoziya wî ya bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir ku di temenê zarokatiyê de tevgera Apoyî nas bike. Hevrê Sîdar bi tevlîbûna li nava refên gerîla, îradeya xwe nîşan da ku li çiyayên azad têbikoşe. Bi tevlîbûna xwe ya bi kedkarî, durust û bêhesab di nava hevrêyên xwe de bû cihê hezkirin û rêzdariyê. Enerjiya xwe ya ciwantiyê li her cihê lê ma nîşan da û bû çavkaniya hêz û moralê ji bo hevrêyên xwe. Hevrêyê me ku bi kesayetiya xwe ya şerker dihate naskirin, di demeke kurt de di asta pêşengiyê de bi erola xwe rabû û bi kedeke mezin li dijî dijminê dagirker û dagirkeriyê têkoşiya. Hevrê Sîdar ku pêşengekî ciwanên Geverê yên welatparêz bû, kesayetiya wî ya milîtan wê di têkoşîna hevrêyên wî de her tim dewam bike.

Di serî de malbatên welatparêz ên hêja yên herdu hevrêyên me yên şehîd, em sersaxiyê ji xelkê Colemêrgê û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku di têkoşîna xwe de em ê xwedî li bîranîna şehîdan derkevin."