HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Dersimê şehîd bûn eşkere kir

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên 18'ê Gulanê li Dersimê şehîd bûn eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, gerîlayên bi navê Mazlûm Dûrakli û Sûat Roj, ji ber êrîşa bi balafirên şer ên artêşa Tirk şehîd bûn.

Daxuyanî wiha ye:

"18'ê Gulanê, komek ji hevalên me ku li navbera gundên Geliyê Sol û Tilekê yên navçeya Pulur a Dersimê bi erka xwe radibûn, li hêzên TC ên dagirker rast hatin û şer li vir qewimî. Piştî şer, hêzên dagirker bomberdûmaneke giran li herêmê kirin. Ji ber êrîşa bi balafirên şer du hevalên me şehîd bûn.

Nasnameya şehîdan:

Nasnav: Mazlûm Dûrakli
Nav paşnav: Mûstafa Temûr
Cihê jidayikbûnê: Heleb
Dayik-Bav: Şîraz-Zekeriya
Dem û cihê şehadetê: 18'ê Gulana 2018 / Dersim

Nasnav: Sûat Roj
Nav paşnav: Sûat Akkaya
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Emîne Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 18'ê Gulana 2018 / Dersim

MAZLÛM DÛRAKLI

Hevalê me Mazlûm Dûrakli li Helebê ji dayik bû û dema ku şoreşa Rojava dest pê kir, li hemberî êrîşên li dijî gelê Kurd bêdeng nema û tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû. Hevalê me Mazlûm ku li nava malbat û derdoreke welatparêz mezin bû, bi bîr û baweriya neteweyî tevlî nava refên gerîla bû û ji roja tevlî bû û pê ve ji bo azadiya gelê Kurd xebitî. Bi nêrînên Rêber Apo jiya, gerîlatî kir û li dijî dijminê dagirker ji bo parastina gelê me berê xwe da Dersimê. Dema ku li Dersimê bû, li dijî asîmîlasyon û êrîşên qirkirinê yên dijmin bû yek ji wan hevalan ku bi rengê herî aktîf şer kir. Yek ji hevrêyên me yên leheng e ku heta kêliya şehîd bike jiyaan xwe diyarî azadiya Kurdistanê û Rêber Apo kir. Bi vî rengî cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girt.

SÛAT ROJ

Hevalê me Sûat Roj li navçeya Pîran a Amedê ji dayik bû. Di nava kevneşopiya welatparêz de mezin bû, mîna bi hezaran ciwanên Kurd teslîmiyeta ku li ser gelê me hate ferzkirin qebûl nekir û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Bi hestên xwe yên pak ên welatparêziyê ji dil tevlî nava têkoşînê bû. Di nava hevalên xwe de timî dihate hezkirin û hevalekî mînak bû. Hevalê me Sûat ku di gerîlatiyê de hewl da serwer bibe, bi rengekî fedayî tevlî şer bû.

Di serî de malbatên me yên şehîdan ên hêja, em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz re dixwazin û careke din soz didin ku em ê Kurdistanê azad bikin ku xewn û xeyala şehîdên me ye."