HPG'ê li ser operasyonên artêşa Tirk agahî da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya artêşa Tirk li ser operasyon û çalakiyên rojên dawî agahî.

Di daxuyaniya nivîskî de hat ragihandin, artêşa Tirk roja 28'ê Sibatê li herêmên Girê Çolya û Kolya yên Çiyayê Cûdî derket operasyon û ev operasyon hê dewam dike.

Navendê diyar kir, di 2'ê Adarê de, hêzên wan bi hawanan li çeperên artêşa Tirk ên li girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê dan, lê encama çalakiyê zelal nebû.

Navendê da zanîn, di 1'ê Adarê de, saet di navbear 12:30-13:30 de balafirên şer ên artêşa Tirk geliyê Arî yê li herêma Xakurkê bombe kirine.