HPG'ê li ser çalakiyên li Başûr û Bakurê Kurdistanê agahî da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li Girê Lêlikan ê Başûrê Kurdistanê û bejahiya Bedlîs û Silopiyayê yên Bakurê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

ÇALAKIYÊN LI GIRÊ LÊLIKAN Ê LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

"10'ê Nîsanê saet 12:30'î li dijî artêşa TC a dagirker ku girê Lêlikan ê Başûrê Kurdistanê dagir kir, hêzên me çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de derbên giran li dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin. Heman rojê saet 14:40'î hêzên me li ser girê Lêlikanê li dijî leşkerên dagirker çalakiyeke sabotajê kirin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

11'ê Nîsanê (îro) saet 09:30'î hêzên me li girê Lêlikanê dîsa li hêzên dijmin xistin. Di vê çalakiyê de derbên xurt li çeperên dijmin ên li ser gir hatin xistin û li çeperekê teqînekê rû da. Hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

LI BEDLÎSÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

10'ê Nîsanê saet 12:30'î li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker ku li qada Mêrgelo ya herêma Şêx Cuma ya Bedlisê tevdigeriyan, çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin. Hêzên me êvara heman rojê saet 20:30'î li dijî heman yekîneyê vê carê li geliyê Şehîd Adil çalakiya sabotajê kir. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

LI SILOPIYAYÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ

1'ê Nîsanê saet 07:00'î hêzên me li dijî xeta santrala termîk a li navçeya Silopiya ya Şirnexê çalakiyeke sabotajê kirin. Di encamê de dîrekê xetê hate rûxandin."