Li Lelîkanê 4 leşkerên Tirk hatin kuştin -NÛ BÛ

Hêzên gerîla bi çalakiyên sabotajê bersivê didin êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li herêma Bradostê. Li girê Lelîkanê 4 leşkerên Tirk hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn.

Hêzên gerîla bi çalakiyan bersivê didin êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li herêma Bradost a Başûrê Kurdistanê.

Çavkaniyên herêmî gotin, li dijî leşkerên Tirk ên êrîşî girê Lelîkanê dikin çalakiyeke sabotajê hatiye kirin.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, di vê çalakiyê de herî kêm 4 leşkerên Tirk hatine kuştin, 5 jî birîndar bûne.

Tê gotin ku artêşa Tirk bi helîkopteran leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakiriye.

Çavkaniyên herêmî yên ji Geverê jî ragihandin ku termên leşkeran û leşkerên birîndar bi 2 helîkopteran anîne nexweşxaneya dewletê ya navçeyê û nexweşxane li sivîlan hatiye girtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê hê li ser mijdarê daxuyaniya fermî nedaye.

Wekî din, eşkere bû ku PDK zextê li gelê herêmê dike ji bo kes li ber dagirkeriyê ranebin.