HPG'ê li ser bomberdûmana bi balafirên şer agahî da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, êrîşên bi balafirên şer li herêmên Qendîl û Avaşînê hatin kirin, hatin têkbirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, balafirên şer ên artêşa Tirk roja 28'ê Sibatê êrîşî bejahiya gundên li herêmên Qendîl û Avaşînê kirine.

Di daxuyaniya navendê de ev agahî hatin dayîn:

"Roja 28'ê Sibatê saet di navbera 19:30-20:30 de, balafirên şer ên artêşa TC bombe li derdora gundên Zergelê, Bokriskan, Lecê û geliyê Balayan ên li herêma Qendîlê barandin.

Roja 28'ê Sibatê saet di navbera 20:30-21:00 de balafirên şer bombe avêtin mintiqeya Basya ya herêma Avaşînê û 27'ê Sibatê saet di navbera 14:45-15:15'an de jî êrîşî herêma Mervanisê kirin.

Ji ber van êrîşên bi balafirên şer hatin kirin, zerar li bejahiya gundan bû. Hêzên me ev êrîş têk birin."