HPG’ê li Colemêrg û Dersimê li dijî artêşa Tirk çalakî kirin

HPG’ê encamên çalakiyên li dijî artêşa Tirk ên li Dersimê û Colemergê eşkere kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, diyar kir di çalakiyên Geverê de 6 leşkerên Tirk hatine kuştin.

HPG’ê têkildarî çalakî û operasyonên Dersimê daxuyanî da.

HPG’ê di daxuyaniya li ser malpara xwe belavkirî de wiha got:

ÇALAKIYÊN LI GEVERÊ

Hêzên me di çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de li Geverê ya Colemergê li dijî artêşa Tirk a dagirker rêze çalakî pêk anîn.

14’ê Hezîranê saet 01.30’î hêzên me nîzamiye û qereqola Xirvatê ya Geverê ji xwe re kirin hedef, ji nêz ve derbên karîger lêxistin. Hejmara kuştî û birîndaran a leşkeran tam nehate tespîtkirin.

15’ê Hezîranê saet 06.00’an hêzên me çalakiyeke karîger li dijî kozên dijmin ên li qereqola Oremarê ya Geverê pêk anîne. Baş diyar nebû bê ka di vê çalakiyê de ji çend leşker hatine kuştin û birîndar bûne.

15’ê Hezîranê saet 15.00’an hêzên me yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker ku ji girê Elîşêr ê Geverê ber bi Şukê ve diçin kirine jêr kontrola xwe û çalakiyek li dij wan pêk anîne. Hêzên me ji du baskan ve bi ser yekîneya dijmin ve ber û gule reşandine û hatiye tespîkirin ku 6 leşker hatine kuştin û 2 ji wan jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa dagirker a TC’ê bi hawan û obûsan li qada çalakiyê xistiye.

LI DERSIMÊ ÇALAKÎ Û OPERASYON

14’ê Heziranê saet 20.10’an hêzên me li taxa Pehlîvan a navenda Colmergê li dijî wesayiteke zirxî ya kîrpî ya artêşa TC’ê ku dewriye digeriya çalakiyeke sabotajê pêk anîne. Wesayita zirxî derb xwariye lê nayê zanîn bê ka di vê çalakiyê de çend leşker hatine kuştin û çend birîndar bûne.

15’ê Hezîranê hêzên me bi ser qereqola kontrolê ya Halborî ya navenda Dersimê de çalakiyek pêk anîne. Di çalakiyê de hatiye tespîkirin ku leşkerek hatiye kuştin û leşkerek birîndar bûye. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi obûs û hawanan qad bombe kiriye.

12’ê Hezîranê artêşa TC’ê ya dagirker li mintiqeyên geliyê Harçik, gundê Zaxge, Hingirvan û Dokuzkayala a Dersimê operasyon dane destpêkirin. Artêşa TC’ê ya dagirker di operarsyonê de tim qadên Harçik, Zaxge, Hingirvan û Dokuzqayalar bi obus, hawan û helîkoptêrên kobra yên êrîşê bombe kirine.

Di operasyonê de helîkoptêra bi tîpa kobra a artêşa TC’ê ya dagirker li geliyê Harçik li sivîlan reşandiye, di encama êrîşê de gelek sivîl birîndar bûne. Artêşa TC’ê ya dagirker di operasyonê de li eraziyê yekîneyên xwe yên veşartî bi cih kirine, 15’ê Hezîranê saet 22.00’an vekişiyane.

2 GERÎLAYAN JIYANA JI XWE DEST DA

Yekîneyeke me ya gerîla ya ji du kesan pêk dihat ku li herêmê peywirdar bûn, bûne hedefa dijmin û du hevalên me jî şehîd bûne.