HPG'ê li Bakur û Başûrê Kurdistanê li dagirkeran xist: 11 mirî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, li gelek herêmên Bakur û Başûrê Kurdistanê di çalakiyên gerîla de herî kêm 11 leşker mirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand, di çarçoveya "Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî" de li Başûrê Kurdistanê 4 leşker hatine kuştin.

ÇALAKIYÊN SÛÎQESTÊ YÊN LI HERÊMA BARZANÊ

Li ser çalakiyên sûîqestê yên li herêma Barzanê ev agahî hatin dayin: "Hêzên me yên YJA Starê 3'ê Hezîranê saet 07:40'î li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker a li mintiqeya Tepê Xwedê ya herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê bû, çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin. Heman rojê, hêzên me yên YJA Starê saet 19:30'î li Tepê Xwedê careke din li dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de jî leşkerekî dijmin hate kuştin."

LI GEVERÊ ÇALAKÎ

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li Geverê jî li dijî artêşa Tirk çalakî hatiye kirin, gelek leşkerên Tirk hatine kuştin, lê hejmar nehatiye zelalkirin. Di vê der barê de hate gotin, "4'ê Hezîranê saet 04:15'an, hêzên me li dagirkerên li girê Şehîd Gafûr ê li navçeya Gever a Colemêrgê xistin. Di vê çalakiyê de derbên xurt li çeper û stargehên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin."

LI ÇELÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN, ÇEPEREK HATE RÛXANDIN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, heman rojê saet 9'an hêzên YJA Starê li hêzên dagirker ên li ser girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê xistine û wiha dewam kir: "Heman rojê saet 9'an, hêzên me yên YJA Starê li dijî artêşa TC a dagirker a li girê Koordîne ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin, çepereke çeka giran a A4 hate rûxandin û 2 leşker hatin kuştin."

LI WANÊ DERBA GIRAN LI SKOSKY HATE XISTIN

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyên li Wanê ku di çarçoveya "Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê" de hatin kirin, ev agahî hatin dayin:

"1'ê Hezîranê saet 11:30'î helîkoptereke bi tîpa Skorsky a artêşa TC a dagirker, dema ji qereqola Tingê ya li herêma Kato Xelîla ya navçeya Şaxê ya Wanê sewqiyat dikir, bû hedefa hêzên me. Derbên giran li helîkoptera Skorsky hate xistin û neçar ma ji herêmê biçe. Piştî çalakiyê, artêşa TC a dagirker li herêmê dest bi operasyonê kir."

4 LEŞKER LI GELIYÊ ŞAXÊ HATIN KUŞTIN

Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin: "2'ê Hezîranê saet 15'an, li dijî yekîneyeke leşkerî ya li mintiqeya Geliyê Şaxê derket operasyonê çalakiyek hate kirin. Ji cihekî nêz ve derb li yekîneya dijmin hate xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin 4 leşker hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov, bi wesayitên zirxî termên leşkerên xwe û leşkerên birîndar ji herêmê rakir. Dagirkeran heman rojê operasyon berfireh kirin û 4'ê Hezîranê bi rengekî bê encam vekişiyan."

LI TETWANÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ: 3 LEŞKER MIRIN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wekî din ragihand ku li navçeya Tetwan a Bedlîsê yekîneyeke dagirkeran bûye hedefa gerîla û ev agahî da: "4'ê Hezîranê hêzên me li zozanê Hopê yê navçeya Tetwan a Bedlîsê yekîneyeke artêşa TC a dagirker şopand. Piştî demekê, heman rojê saet 13'an li dijî yekîneya dijmin çalakiya sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de 3 leşkerên dijmin hatin kuştin."