HPG'ê gerîla Bêkes ê li Mexmûrê şehîd bû bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, gerîlayê ku li Mexmûrê di êrişa çeteyên DAÎŞ'ê de 2'ê Sibatê şehîd bû bi bîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, "2'ê Sibatê saet di 15:00 de çeteyên DAÎŞ'ê êriş birin ser kampa penaberan a Rustem Cûdî ya Mexmûrê. Hêzên me ku bi êrişa 2 çeteyên DAÎŞ'ê hesiyan, li çeteyan dan û êriş şikandin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Yekîneyên me dor li çeteyan ên li şikeftekê bûn pêçand. Di navbera yekîneyên me û çeteyan de şerekî dijwar qewimî. Di encamê de 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin. Hevrêyê me Bêkes Ûrmiye yê ku li dijî çeteyan bi lehengî şer kir şehîd bû.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yê şehîd bûye wiha ye:

Nasnav: Bêkes Ûrmiye

Nav paşnav: Ahmed Mûradpûr

Cihê jidayikbûnê: Selmas

Dayik-Bav: Saîde-Îbrahîm

Dem û cihê şehadetê: 2'ê Sibata 2020'an / Mexmûr

Hevrêyê me Bêkes Ûrmiye di sala 1997'an de li bajarê Selmasê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû û li xaka ku lê ji dayik bû bi çanda herî xurt a nasnameya Kurd mezin bû. Di temenê ciwantî de Tevgera Azadiyê nas kir û di sala 2018'an de di salvegera komploya navneteweyî de ya li dijî Rêber Apo tevlî nava refên PKK'ê bû. Ji roja ku tevlî bû û pê ve jiyana xwe diyarî azadiya gelê xwe û Rêber Apo kir. Di nava jiyanê de bi kedkarî û fedakariya xwe li pêş bû. Hevrê Bêkes li her qadê bi berpirsyariyeke mezin xebitî, bi bîr û baweriya ku bibe fedayiyê gelê xwe û gelê xwe biparêze bi rengê herî baş mîsyona xwe ya pêşengiyê pêk anî. Ji bo parastina gelê xwe, di nava koma destpêkê de bû ku dest li çeteyên DAÎŞ'ê werda û bi rengekî lehengî şer kir, gihîşt şehadetê.

Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Bêkes ê şehîd bû bila serê gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û em soz didin ku em ê di siberojên azad de di nava têkoşîna xwe de xwedî li armancên şehîdên xwe derkevin."