HPG’ê encamên çalakiyên li Şemzînanê eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, encamên çalakiyên gerîlayan ên  12’ê Hezîranê yên li navçeya Şemzînan a Colemêrgê li dijî leşkerên artêşa Tirk lidar xistine eşkere kir.

BEHDÎNAN-ANF

HPG a ku daxuyaniyek nivîskî da wiha got: “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, di çalakiyên hatî lidarxistin de herî kêm 20 leşker hatine kuştin.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di çalakiya gerîlayên YJA Star a li Çelê lidar xistî de jî 3 leşker hatine kuştin.

HPG’ê di daxuyaniya xwe ya li ser malpera fermî belavkirî, encamên çalakiya Çelê û Şemzînanê eşkere kir:

ŞEMZÎNAN

Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, di 12’ê Hezîranê de di saet 23.30’an de ji 3 aliyan hêzên me li Şemzînanê çalakiyek li ser Girê Şikêrê Spî ya ku girê ewlehiyê yê Alaya Garê ye lidar xistine. Hêzên me li kozikên gir dane û gelek kozik îmha kirine. Di vê derê de gelek leşkeran dev ji kozikên xwe berdane. Di çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 20 leşker hatine kuştin. Hêzên me gir xistine bin kontrola xwe û çekek BKC û zincîra wê, Kanasek û dûrbîna wê, HK-33’yek, hawaneke 60 mm, dûrbîneke termal û a şevê desteser kirine. Hêzên me gelek çek û cebilxaneyên li gir jî îmha kirine.

Hêzên me bi awayekî hemwext bi çekên giran li Girê Konserve (Tatasêlê) jî dane. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer, obus û hawanan li qadê daye. Artêşa Tirk a dagirker di 13’ê Hezîranê de li qadê operasyonek daye destpêkirin û mirî û birîndarên xwe ji qadê dûr xistiye.

LI ÇELÊ ÇALAKIYA GERÎLAYÊN YJA STAR

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me yên YJA-Starê di 12’ê Hezîranê di saet 16.30’an de li hemberî girê Koordîneyê yê Çelê ya bi ser Colemêrgê çalakiyek lidar xistiye. Bi qasî ku hatiye zelalkirin di çalakiyê de 3 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi obus û hawanan li derdora qada çalakiyê daye.