HPG'ê du gerîlayên şehîd bûn bi bîr anî

HPG'ê du gerîlayên li Mêrdîn û Şirnexê şehîd bûn bi bîr anî û sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê du gerîlayên şehîd bûn bi bîr anî.

Daxuyaniya HPG'ê wiha ye:

"Di daxuyaniya xwe ya 17'ê Cotmehê de me ragihandibûn ku di 10'ê Cotmehê de li qada Tizyan a navçeya Stewr a Mêrdînê ji ber operasyona artêşa Tirk a dagirker şer qewimî û di şer de hevalekî me şehîd bû. Agahiyên der barê hevalê me Azad Cûdî yê şehîd bû wiha ne:

Nasnav: Azad Cûdî

Nav paşnav: Nîhat Şîla

Cihê jidayikbûnê: Efrîn

Dayik-Bav: Emîne-Huseyîn

Dem û cihê şehadetê: 10'ê Cotmeha 2019'an / Mêrdîn

Hevalê me Azad Cûdî di sala 1989'an de li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Li devereke ku di tevahiya dîrokê de li nirxên Kurdîtiyê bû xwedî mezin bû. Tevgera Azadiyê ya Kurd zû nas kir. Hevalê Azad ku xwedî hişmendiya neteweyî bû ji bo xaka Kurdistanê û nirxên Kurdan biparêze di sala 2007'an de tevlî nava refên gerîla bû. Di demeke kurt de bû şervanekî şareza yê leşkerî, di asta pêşengiyê de li gelek qadan wezîfe kir. Hevrê Azad ku fermandarekî şareza yê gerîla bû li qada şer li dijî dijmin her tim têkoşîneke çalak meşand û serketinên girîng afirand. Hevrê Azad li Bakurê Kurdistanê li dijî faşîzma TC'ê nirxên gelê me bi ked û fedakariyeke mezin parast û milîtanekî fedayî bû ku her kêliya jiyan û têkoşîna xwe bi rengekî tijî derbas kir.

'NÎŞAN DA KU DIVÊ SEKNEKE BI ÇI RENGÎ LI DIJÎ DIJMIN BÊ NÎŞANDAN'

Di daxuyaniya xwe ya 19'ê Cotmehê de me ji raya giştî re ragihandibûn ku di 17'ê Cotmehê de li bejahiya gundê Îkîzce yê Şirnexê di navbera artêşa Tirk a dagirker û hêzên me de şer qewimiye û hevrêyekî me yê bi lehengî li dijî yekîneyên dijmin şer kir şehîd bû. Agahiyên der barê hevrêyê me Birîndar Bane yê şehîd bû wiha ne:

Nasnav: Birîndar Bane

Nav paşnav: Xalik Abdullahî

Cihê jidayikbûnê: Bane

Dayik-Bav: Pervîn-Mahmût

Dem û cihê şehadetê: 17'ê Cotmeha 2019'an / Şirnex

Hevrêyê me Birîndar Bane di sala 1990'î de li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Di temenê ciwantiyê de rastiya dijmin nas kir û ji bo li dijî zext, zilm û komkujiya li Kurdan tê kirin di sala 2014'an de tevlî nava refên Tevgera Azadiyê bû. Hevrê Birîndar zanîbû ku heta dawî li dagirkeriya TC a li cografyaya Kurdistanê neyê anîn wê Kurd azad nebin û bi vê têgihiştinê tevlî nava refên têkoşînê bû. Bi çanda xwe ya dîrokî beşdarî têkoşînê bû. Hevrê Birîndar ku bi fedakarî û wêrekiya xwe tevlî nava têkoşînê bû, di demeke kurt de bû gerîlayekî şareza û li refên herî pêş li dijî dijmin şer kir. Hevrê Birîndar bi perwerdeyê xwe xurt kir û li Botanê li dijî dijmin di asta herî bilind de dest bi şer kir. Heta kêliya dawî ji bo azadiya Kurdan têkoşiya û nîşan da ku divê sekneke bi çi rengî li dijî dijmin bê nîşandan.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Azad û Birîndar ên şehîd bûn em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin, ku em ê têkoşîna xwe heta serketinê bi îdîaya bi Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad xurt bikin."