HPG'ê bîlançoya meha Adarê eşkere kir: 43 dagirker hatin cezakirin

HPG'ê bîlançoya şer a meha Adarê eşkere kir. Di çalakiyan de 43 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin, yan jî îmhakirin. 2 gerîla şehîd bûn.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Gerîlayên Azadiya Kurdistanê meha Adarê û cejna vejînê Newroz bi coşeke mezin û bi ruhê berxwedanê yê Kawayê Hemdem Mazlûm Doganan pêşwazî kirin. Gerîlayên me di meha Adarê de jî li dijî her cure êrîşên hewayî û bejahî yên dewleta Tirk a qirker û mêtinger bersiva pêwîst dan û berxwedana xwe mezin kirin. Ji eyaletên Bakurê Kurdistanê heta Herêmên Parastinê yên Medyayê, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li her derê bi ruhê fedayî yê Apoyî têkoşîna xwe dewam dikin û di meha Adara 2024'an de jî gavên girîng avêtin.

19'ê Adarê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya li Zapê bi Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ciwan-Şehîd Andok derbeke giran li dagirkeran hate xistin. Hêzên me ku cejna Newrozê bi operasyoneke şoreşgerî bi rengekî watedar pêşwazî kirin, Newroz bi coşeke mezin pîroz kirin û merasîmên leşkerî pêk anîn. Gerîlayên me bi van merasîman ji aliyekî ve vejna vejînê pîroz kirin, li aliyê din jî dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo û şehîdan nû kirin, nîşan dan ku ji her alî ve ji bo têkoşîna sala nû amade ne.

'ME DI NEWROZÊ DE RAGIHAND KU GIHÎŞTINE HÊZ Û HUNERA XISTINA BALAFIRÊN BÊMIROV ÊN BOMBEBARKIRÎ'

Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê di Newroza Azadiyê de mizgîniyeke mezin dan gelê Kurd ê welatparêz û dostan. Ragihand ku gihîştine wê ast û hêzê ku makîneyên mirinê bînin xwarê ku weke SÎHA têne binavkirin û ji aliyê dewleta Tirk a qirker mêtinter û hêzên li pişt wê ve li dijî gelê me û tevgera me têne bikaranîn. Bîlançoya giştî ya çalakiyên xistina SÎHA'yên dewleta Tirk ku di 13'ê Sibata 2023'an de destpê kirin, di vê Newrozê de hate eşkerekirin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji SÎHA'yên herî pêşketî yên di destê dewleta Tirk de ne, ji her cûreyên SÎHA'yên Akinci, Aksûngûr, Anka û Bayraktar TB2 15 xistin xwarê, çûn ser enqazên wan û bi vî rengî têkoşîna me ya azadiyê ya li dijî mêtingeriyê gihandin asteke nû. Ev pêngava gerîla ya ku parastina gelê Kurd xurt dike û têkoşînê mezin dike, di nava gelê me yê welatparêz de bi coş û kêfxweşiyeke mezin hate pêşwazîkirin û vê yekê bandor li hemû qadên Newrozê kir.

Asta profesyoneliyê ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku ji hewa û bejahî ve xwe gihandiye, careke din nîşan da ku israra rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst a li ser şer û siyaseta qirkirinê wê ti encamê bi xwe re nîne. Vê yekê hêviya azadiyê û baweriya bi serketinê ya gelê me hîn mezin kir.

OPERASYONEKE ŞOREŞGERÎ Û 14 ÇALAKÎ

Di nava meha Adarê de operasyoneke şoreşgerî û 14 çalakiyên gerîla hatin lidarxistin. Di têkoşîna meha Adarê de hevrêyên me Ekîn Rodî û Canşêr Şêrawa ku bi ruhê fedaî yê Apoyî bi ser dijmin ve meşiyan, gihîştin şehadetê. Medya şerê taybet a Tirk windahiyên artêşa Tirk a dagirker careke din veşart û bi nûçeyên derewîn hewl da raya giştî bixapîne. Mîna ku me heta niha kir, ji niha û pê ve jî em ê bi agahî, belge û dîmenan derewên medya şerê taybet a Tirk eşkere bikin û rastiya şer ê li Kurdistanê bi raya giştî re parve bikin.

BÎLANÇOYA ŞER A MEHA ADARÊ

Bîlançoya şer a meha Adarê bi vî rengî ye:

ÊRÎŞÊN ARTÊŞA DEWLETA TIRK

Êrîşên bi balafirên şer:    226
Êrîşên bi helîkopterên êrîşê:    5
Êrîşên bi teqemeniyên qedexekirî:    9
Êrîşên bi droneyên bombebarkirî:    15

ÇALAKIYÊN GERÎLA

Çalakiyên giştî yên gerîla:    15

KUŞTIYÊN DIJMIN

Hejmara dagirkerên hatin cezakirin:    43
Hejmara dagirkerên birîndar bûn:    11

ALAVÊN HATIN ÎMHAKIRIN

Konteynir:    3
Çeper:    7
Sîstema Radarê:    1
Kamera Mobesse:    12
Projektor:    8
Kamera:    7
Kon:    2
Bombeavêja bi zincîr:    1

ÇEK Û ALAVÊN LEŞKERÎ YÊN HATIN DESTESERKIRIN

Çeka nîv otomatîk a BKC:    1
Zincîra BKC:    1
Fîşekên BKC:    150
Çeka roketavêj a B7:    1
Çeka ferdî ya MPT-55:    2
Dûrbîna rojê:    1
Cîhaza destnîşankirinê ya çekê:    1
Sîstema deng:    1
Lepik:    1
Batarya Termal:    2
Adaptora Termal:    1"