Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
"23'ê Adara 2019'an li qada Şêx Cûma ya Bedlisê di êrişeke hewayî de 3 hevalên me şehîd bûn. Nasnameyên hevalên me yên şehîd bûne wiha ne:
|
Nasnav: Cemal Yaman
Nav paşnav: Mehmet Yaman
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Zubeyde-Feyzî
Dem û cihê şehadetê: 23'ê Adara 2019'an / Bedlîs
|
|
Nasnav: Ciwan Ronî
Nav paşnav: Vedat Şenturk
Cihê jidayikbûnê: Mersîn
Dayik-Bav: Sabîha-Mehmet Salih
Dem û cihê şehadetê: 23'ê Adara 2019'an / Bedlîs
|
|
Nasnav: Erdal Niştiman
Nav paşnav: Engîn Çetîn
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Fadîme-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 23'ê Adara 2019'an / Bedlîs
|
Dewleta Tirk a mêtinger bi salan e mafên herî rewa yên gelê me ji destê wan girtiye û qîma xwe bi vê jî nenaniye, hewl daye ku hebûna gelê Kurd ji holê rake. Dewleta Tirk ku mejiyê xwe mejiyekî faşîst û qirker e, li dijî gelê Kurd ê ku di dîroka mirovahiyê de xwedî roleke girîng û çandeke dewlemend e, dest bi şerekî qirkirinê kiriye.
Gelê Kurd li dijî vê zîhniyeta faşîst her carê hebûna xwe parastiye û domandiye. Tevgera Azadiyê li dijî van polîtîkayên qirker û mêtinger ên dewleta Tirk a dagirker, ji heft heta heftê salî xwedî li berxwedana ku azadî û serketinê misoger dike derketiye, berxwedan ji bo xwe weke yekane rêya rizgariyê dîtiye û bi her berdêlî ev berxwedan mezin kiriye.
Hevrêyên me Cemal, Ciwan û Erdal jî ev berxwedan dewam kirin û ji bo vê mîrateyê bi ser bixînin, li ber her zor û zehmetiyan rabûn û li çeperên berxwedanê şer kirin. Hevrêyên me Cemal, Ciwan û Erdal bi rastiya dewleta Tirk a dagirker baş zanîbûn û têgihiştîbûn ku gelekî ku bi her awayî êriş lê tê kirin heta ku xwe neparêze nikare azad bibe. Hevrêyên me dîtin ku têkoşîna man û nemanê ya gelê Kurd xwedî zor û zehmetiyan e û divê berdêlên mezin bên dayin, ji bo gelekî azad fedakariyeke meizn nîşan dan. Cemal, Ciwan û Erdal dan ser şopa şehîdan ku rêya rastiyê ye, di vê meşa bi rûmet de kedeke mezin dan û berxwedaneke bi rengê destanî nîşan dan.
Di serî de malbatên hevrêyên me Cemal, Ciwan û Erdal em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Ev mîrateya berxwedanê ya ku hevrêyên me li pey xwe hiştin, wê rêya hevrêyên xwe yên mayî ronî bike û heta serketinê jî wê bibe çavkaniya sûdwergirtinê ya vê têkoşînê."