HPG'ê 2 şehîdên Lêlikanê bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê gerîla Devrîm û Çiyajîn ên Hezîrana 2017'an li Xakurkê li qada Lêlikanê bi êrişa hewayî şehîd bûn, bi bîr anî.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"4'ê Hezîrana 2017'an li qada Lêlikan a Xakurkê, di êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de hevrêyên me Devrîm û Çiyajîn şehîd bûn. Em hevrêyên xwe yên şehîd bûne, di salvegera şehadetê de bi rêzdarî bi bîr tînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Devrîm Brûsk
Nav paşnav: Hanim Bozkûr
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Sûzan-Mehmet Sadik
Dem û cihê şehadetê: 4'ê Hezîrana 2017 / Xakurkê

Nasnav: Çiyajîn Zagros
Nav paşnav: Pinar Demîr
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Seyran-Şukranî
Dem û cihê şehadetê: 4'ê Hezîrana 2017 / Xakurkê

Gelê Kurd, tevî ku di herikîna dîrokê de gelek caran êriş lê hate kirin, ti carî teslîm nebû. Kengî zilm lê hate kirin, berê xwe da çiyayên pîroz ên Kurdistanê û berxwedan weke yekane rê danî ber xwe. Ji ber vê yekê jî dîroka gelê me di heman demê de weke dîroka berxwedanê tê pênasekirin. Partiya me PKK li ser vê dîroka berxwedanê ya bi heybet a gelê me ava bû û roj bi roj têkoşîn mezin kir, rastiya Kurd û Kurdistanê ya dagirkirî veguherand navê serketinê. Meşa me ya serketinê bi pêşengiya felsefeya Rêber Apo û bi keda bêhempa ya şehîdên me yên pîroz gihîşt vê astê. Şehîdên me bi têkoşîna xwe kevneşopiyeke bênavber afirandin û ev kevneşopî li nava nifşan gerandin. Di demekê de ku nasnameya jinê ya azad li ber tunebûnê bû, Rêber Apo Îdeolojiya Azadiya Jinê afirand. Jinên Kurd ku xwe gihand nasnameya xwe ya rastî, bi rola pêşengiya şoreşa Kurdistanê rabûn û heta vê demê jî vê rola xwe bi serketineke mezin bi cih tînin. Ji Besêyan heta Sara û Zîlanan, ji Bêrîtanan heta Delal Amedan ev berxwedan li çiyayên Kurdistanê digihêje paşerojê. Hevrêyên me Çiyajîn û Devrîm ev xeta bi rûmet bêteredût temsîl kirin, têkoşîn mezin kirin û bi şehadeta xwe cihê xwe di nava dîroka bi rûmet a PKK'ê de girtin.

DEVRÎM BRÛSK

Hevrêya me Devrîm li Amed a welatparêz, ku navenda dîroka têkoşîna me ya azadiyê ya Kurdistanê ye, ji dayik bû. Hevrêya me li nava malbateke ku bi keda xwe debara xwe dikir mezin bû, zû tevlî kar bû, alîkarî da debara malbata xwe û bi taybetmendiya xwe ya kedkar her tim li pêş bû. Hevrêya me Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê zû nas kir, tevlî karên ciwanan bû û siyaseta asîmîlasyon, înkar û tunekirinê ya dewleta Tirk a mêtinger a li dijî Kurdistanê û gelê Kurd ji nêz ve şahidî jê re kir. Li dijî siyaseta qirêj a dagirkeran ku ji bo gelê me ji nirxên xwe yên dîrokî dûr bixîne li dijî jinên Kurd dimeşînin, bi hêrseke mezin li ber êrişên sîstemê rabû û bi tevlîbûna li nava refên gerîla bersiva pêwîst da. Hevrêya me weke jineke ciwan xwe di Felsefeya Apoyî de kûr kir, di temenê ciwantiyê de bû yek ji mînakên xurt û ciwan ên nasnameya jinên Kurd a azad. Bi hevrêtiya xwe ya ji dil û kesayetiya xwe ya dilnizm, di nava hevrêyên xwe de gelekî dihate hezkirin. Di temenê ciwan de bû fermandar û li her qadê erkên xwe bi rengekî serketî bi cih anî.

ÇIYAJÎN ZAGROS

Hevrêya me Çiyajîn li nava malbateke welatparêz û kedkar ji dayik bû. Hîn di zarokatiya xwe de bi kevneşopiya welatparêz mezin bû û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve şopand. Weke jineke ciwan zextên giran ên sîstemê û civakê yên li ser jinê di şexsê mêtingeriya dewleta Tirk de dît û biryar da ku tevî birayê xwe tevlî nava refên gerîla bibe. Sala 2015'an bi vê biryarê tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû. Ji roja ku tevlî bû û pê ve bi meraqeke mezin Îdeolojiya Azadiyê ya Jinê lêkolîn kir, li gel temenê xwe yê ciwan bi rengekî mezin şareza bû. Li her qada ku lê ma xeta jinê ya azad nîşan da, di nava jiyanê de her tim bi erka pêşengiyê rabû û li qada şer jî bû fermandareke xurt a YJA Starê. Timî dixwend, xwe bi pêş ve dibir û tiştên ku hîn bû bi hevrêyên xwe re parev dikir. Li her cihê ku lê bû erkên xwe bi serketineke mezin bi cih anî.

Hevrêyên me Devrîm û Çiyajîn weke parêzvanên nasnameya jinê ya azad bi têkoşîn û berxwedana nîşanî jinên Kurd û cîhanê dan ku li dijî zîhniyeta serweriya mêr bi çi rengî têkoşîn dikare bê meşandin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Devrîm û Çiyajîn em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz û jinên berxwedêr re dixwazin."