HPG'ê 2 gerîlayên li Amedê şehîd bûyî bibîr anîn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê(NRÇ-HPG) bi daxuyaniyeke nivîskî, 2 gerîlayên li navçeya Karaz a Amedê di encama şerê li dijî artêşa Tirk de şehîd bûyî bibîr anîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê(NRÇ-HPG) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnemya 2 gerîlayên şehîd bûyî eşkere kir. Di daxuyaniyê de NRÇ-HPG'ê her 2 şehîd bibîr anîn û soza şopandina doza wan da. Daxuyanî wiha ye:

11’ê Çileya 2019’an li bejahiya navçeya Karaz a Amedê, di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker de şer qewimiye. Di vî şerê ku gelek leşker hatî kuştin û birîndar bûyî de 2 hevrêyên me bi lehengî şer kirine û şehîd bûne. Nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûyî wiha ye:

Nasnav: Zîlan Tolhildan
Nav û paşnav: Suzan Çelîk
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayik û bav: Hatun - Husnu
Cih û dîroka şehadetê: 11 Çile 2019 / Amed

Nasnav: Zinarîn Berxwedan
Nav û paşnav: Hacîre Yilmaz
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Navê dayik û bav: Habîbe - Enver
Cih û dîroka şehadetê: 11 Çile 2019 / Amed

Hevrêya me Zîlan Tolhildan, sala 1986’an li Amedê hatiye dinê. Bi şahidiya dagirkeriya dewleta Tirk û berxwedana Tevgera Azadiyê, di nav çand û malbateke welatparêz de mezin bûye. Lewre hevrê Zîlan hê zû hêrs û kîna dijin di dilê xwe de mezin kiriye û wisa tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê bûye.  Hevrê Zîlan a sala 2005’an tevlî nava refên gerîla bûyî, her tim bi kesayetiya xwe ya dilnizm hatine nasîn û hezkirin. Li ser vî hîmî tevlî kar û xebatên şoreşê bûye, erk û berpirsyariyên xwe bê kêmasî bi cih anîne.

Hevrê Zîlan a bi bîrdoziya Rêber APO kûr bûyî, xwe di xeta azadiya jinê de kûr û serwer kiriye û bûye gerîlayeke kemilî. Hevrê Zîlan, heta kêliya şehadeta xwe jî bûye têkoşerke mînak a Rêber APO û bi sekna xwe ya fedaî, heta nefesa xwe ya dawî ji bo azadiya gel û welatê xwe bi lehengî şer kiriye.

Hevrê Zinarîn Berxwedan, li navçeya Hezo ya Êlihê, li nav malbateke welatperwer hatiye dinê. Hê di temênê xwe yê ciwan de li hemberî polîtîkayên dijmin ên tinekirin û asîmîlasyonê bûye xwedî hêrs û kîneke mezin, sala 2016’an ji bo tolhildana ji dijmin tevlî nava refên gerîlayê azadiyêm dibe. Hevrê Zinarîn a ku hest û hêviyên azadiya gelê Kurd di dilê xwe de mezin kirî, bi baweriyeke mezin tevlî têkoşînê bûye. Hevrê Zinarîn, bi perwerdeya ku li çiyê girtî, bûye şervan û têkoşereke kemilî ya jina azad û welatê azad. Bi van hestan ango bi dirûşmeya Kurdistana azad û Rêbertiya azad bûye xwedî kedeke bêhempa.

Em, her 2 hevrêyên xwe yên têkoşer ên xwedî têgihiştina ku azadî bi berdêlên giran pêkan e û ji bo vê jî her tim bûne xwedî sekneke fedaî, bi bîr tînin; di serî de ji malbatên xwe yên welatparêz malbatên Çelîk û Yilmaz  re, ji hemû malbatên Kurdistanê re sersaxî dixwazin. Em soz didin ku em ê bibin şopdarê xewn û xeyalên hevrêyên xwe yên leheng, armanca wan pêk bînin.”