HPG: Derbên giran li operasyonên dagirker hatin xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan ên li Barzan, Oremar û Amedê yên li dijî artêşa Tirk daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya HPG’ê de nasnameya 3 gerîlayên ku di 23’ê Îlonê de li Şirnexê jiyana xwe ji dest dabûn jî hatin eşkerekirin.

Daxuyaniya HPG’ê ya îro wisa ye:

LI DIJÎ HÊZÊN OPERASYONÊ DERBÊN GIRAN: 21 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me li Gever û Şemzînanê ya Colemêrgê li dijî artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker hin çalakî li dar xistine.

Operasyona artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker ya ku di 27’ê Îlonê de li derdora Tepê Xwedê ya herêma Barzanê ya ku di nav sînorên Başûrê Kurdistanê de ye dabû destpêkirin, didome. Hêzên me di 8’ê Cotmehê de saet di 05.30’an de li dijî yekîneyeke operasyonê ya li Tepê Xwedê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin, 11 leşker hatine kuştin.

Operasyona artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker ya li herêma Oremar û Cîloyê didome. Hêzên me di heman rojê de saet di 17.50’an de li qada Qela Perîxanê ya herêma Oremarê li dijî hêzên dagirker çalakiyek li dar xistine. Li vê derê 6 kozik hatine îmhakirin û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 10 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker bi balefir, obus û hawanan li qada çalakiyê daye û bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistiye.

Dîsa di heman rojê de saet di 11.00’an de hêzên me yên YJA Starê li dijî qereqola Girê ya Şemzînanê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

LI QILEBANÊ ÇALAKÎ

Di 8’ê Cotmehê de hêzên me saet di 13.00’an de yekîneyeke dijmin a di navbera Girê Sînek û Maymûnê ya Qilebanê ya bi ser Şirnexê kiriye hedef. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

LI AMEDÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di 4’ê Cotmehê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li gundê Şelema ya Farqînê, li gundê Zîlekê yê Hezroyê û li derdora gundê Reşanê yê Licê yên bi ser Amedê operasyonek daye destpêkirin.

Di 8’ê Cotmehê de saet di 23.15’an de hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Azad Farqîn û Şehîd Jînda Ozgur de li qada Tepê Klon a Farqînê li dijî yekîneyeke dijmin çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. Li gorî çavkaniyên ji herêmê 2 leşker hatine kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.

Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistine. Beşeke operasyonê bi paş ve hatiye kişandin û li qadê tevgera yekîneyên veşartî didome.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Di 9’ê Cotmehê de saet di navbera 00.10 û 00.30’an de balefirên şer ên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker lûtkeyên Xeregolê yên Xakûrkê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirine.

Di 23’ê Îlonê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li qada Çalyanê ya li herêma Faraşînê ya Elkê ya bi ser Şirnexê operasyonek dabû destpêkirin. Di vê operasyonê de di navbera hêzên dagirker û gerîlayên me de şer çêbûye. Di van şeran de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin. Di van şeran de 3 rêhevalên me piştî berxwedaneke qehremanî gihiştine şehadetê.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

Nasnav: Zîlan Adar
Nav û Paşnav: Emîne Yorulmaz
Cihê Jidayikbûnê: Semsûr
Navê Dayik - Bav: Aynî - Bêkar
Cih û Dîroka Şehadetê: Şirnex / 23’ê Îlona 2017

Nasnav: Canfeda Legerîn
Nav û Paşnav: Ferhat Aydemîr
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik - Bav: Neslîhan - Bedrî
Cih û Dîroka Şehadetê: Şirnex / 23’ê Îlona 2017

Nasnav: Xebat Mamxorî
Nav û Paşnav: Sînan Kahraman
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik - Bav: Şadiye – Hamît
Cih û Dîroka Şehadetê: Şirnex / 23’ê Îlona 2017