HPG: Dagirker bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî êriş dikin

Artêşa Tirk a dagirker ku li pêşberî berxwedana gerîla bêçare maye, Qadên Berxwedanê 8 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 17 caran bi helîkopterên êrîşê, 4 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran bombe kir.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di çalakiyên bi pêşengiya tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê hatin lidarxistin de, ku ji bo hilanîna tola yek ji fermandarên pêşeng ên Tevgera Jinê ya Azad hevrê Bêrîvan Zîlan hatin lidarxistin, dagirkerek hate cezakirin, droneyek hate îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 8 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmeywî, 17 caran bi helîkopterên êrîşê, 4 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran bombe kir.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşên hatine kirin wiha ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

22'ê Tebaxê saet di 11:00 de li dijî dagirkerên ku berê xwe dabûn çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Çemço, tîmên me yên bi tevger çalakî kirin. Piştî destwerdana hêzên me, dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.

22'ê Tebaxê saet di 17:30'î de li Qada Berxwedanê ya Çemço bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin, di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

22'ê Tebaxê saet di 11:00 de droneyeke ku li ser Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê difiriya, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ve hate îmhakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

22'ê Tebaxê saet di 19:30'î de li qada Girê Koordîne ya Xakurkê, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî;

22'ê Tebaxê li Qadên Berxwedanê yên Çemço, Saca, Girê FM û Şikefta Birîndara çeperên şer 8 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi obus, çekên giran, helîkopteran û balafirên şer;

22'ê Tebaxê drone li ser Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Girê Amediyê geriyan.

22'ê Tebaxê Qadên Berxwedanê yên Kurojahro, Girê Amediyê û Girê FM 17 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

22'ê Tebaxê Qadên Berxwedanê yên Girê Hakkarî û Girê Amediyê 4 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

22'ê Tebaxê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Şikefta Birîndara, Girê FM û Girê Amediyê bi obus û çekên giran bi dehan caran hatin bombekirin."