BI DÎMEN

HPG: Bûn şopdarên hevrêyên me Rojhat û Erdal

HPG’ê Demhat Amed û Argeş Bagok ên di rojên borî de li Bagokê şehîd bûn, bi bîr anî û got: “Her kêliya xwe bi zanebûna şoreşgerî jiyan kirin. Bûn şopdarên hevrêyên me Rojhat û Erdal ku mohra xwe li sala 2023’yan xistin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê Demhat Amed (Îslam Olçay) û Argeş Bagok (Ozgur Ay) ên li Bagokê şehîd bûn, ev agahî dan:

“29’ê Kanûna 2023’yan li herêma Bagok a eyaleta Mêrdînê di şerê li dijî artêşa Tirk a dagirker de 3 hevrêyên me şehîd bûn. Zelal bû ku di van şeran de hevrêyên me Demhat Amed û Argeş Bagok şehîd bûne. Dema agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me yên din ên şehîd bûyî hatin zelalkirin, wê bi gelê me û raya giştî re werin parvekirin.

Xeyal û armanca herî mezin a hevrêyên me Demhat û Argeş ew bû ku li Bakurê Kurdistanê li dijî dijmin şer bikin. Hevrêyên me gihiştin vê armanca xwe û berpirsyariyeke dîrokî girtin ser xwe. Her du hevrêyên me jî di ferqa zehmetiya vê têkoşînê de bûn, lê tevî şert û mercên zehmet jî bi kelecan û coşeke mezin tevlî bûn. Hevrêyê me dizanîn ku encex wê bi jiyan û sekneke fedayiyane serketin teqez bibe. Her kêliya xwe bi zanebûna şoreşgerî jiyan kirin. Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û jiyaneke bi rûmet, bêyî teredut û bêyî sekin têkoşiyan. Hevrêyên me bi sekna xwe bûn şopdarên hevrêyên Rojhat û Erdal ku mohra xwe li sala 2023’yan xistin.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Demhat û Argeş em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soz didin heta ku em xeyalên hevrêyên xwe pêk tînin, em ê têkoşîna xwe bi îdîa û biryardariyeke mezin bidomînin.

Agahiyên derbarê hevrêyên me yên şehîd bûne, bi vî rengî ne:

Nasnav: Demhat Amed

Nav û Paşnav: Îslam Olçay

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik – Bav: Salîha – Şehmûs

Cih û Dîroka Şehadetê: 29’ê Kanûna 2023’yan / Mêrdîn

 

Nasnav: Argeş Bagok

Nav û Paşnav: Ozgur Ay

Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn

Navê Dayik – Bav: Yildiz – Ednan

Cih û Dîroka Şehadetê: 29’ê Kanûna 2023’yan / Mêrdîn

CIWANEKÎ BI WÊREK Û SERHILDÊR Ê AMEDÊ

Gelê me yê Amedê bi hezaran zarokên xwe yên hêja tevlî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê kiriye. Bi îrade û biryardariyeke mezin jiyana azad parastine û îro jî tevî hemû zext û êrîşên qirkirinê yên dijmin, vê sekna xwe diparêzin. Zarokên bi wêrek ên Amedê ji bo azadiyê xwe ji berdêl dayînê nadin paş û hem ji bo bibin layiqê sekna gelê me hem jî ji bo ku li dijî hêzên qirker ên ku welatê me dagir kirine têkoşîna rûmetê bimeşînin, bi hemû hebûna xwe têdikoşin û şer dikin.

Hevrêyê me Demhat jî di nava malbateke welatparêz de hat dinê ku vê kevneşopiya têkoşînê ya gelê Amedê bi israr didomîne. Ji ber ku malbata wî xwedî zanebûneke kûr a welatparêziyê ye û li dijî her cure êrîşên dewleta Tirk ji nirxên xwe yên Kurdîtiyê tawîz nedaye, hevrêyê me Demhat pir zû têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya partiya me PKK’ê tê meşandin, nas kir. Mîna her zarokekî Kurd hevrêyê me Demhat jî hem li kolanê hem jî li dibistanê rastiya dijmin nas kir. Hevrêyê me li Sûrê mezin bû ku dijmin li wir bi dijwarî êrîşî gelê me dikir. Li dijî van êrîşên dijmin, bû xwedî hêrseke mezin. Di heman demê de ji ber ku li dibistanê neçar hatiye hiştin ku ji dervey zimanê xwe bi zimanekî din perwerdeyê bibîne, hevrêyê me Demhat fêm kir ku mêtingeriya Tirk bi hezar şêwazên cuda derdikeve pêşberî me. Her roja derbas bûyî hîn baştir fêm kir ku siyaseta li ser gelê me tê meşandin, siyaseta qirkirinê ye. Ji bo ku di ciwantiya xwe de têkoşîna me hîn nêztir nas bike û weke ciwanekî Kurd berpirsyariyên xwe yên li hemberî gelê me bi cih bîne, beşdarî xebatên ciwanên şoreşger bû. Hevrêyê me di pêvajoya ku beşdarî van xebatan bûyî de, hem rastiya têkoşîna me hem jî rastiya dijmin hîn bêhtir fêm kir. Di salên ku beşdarî xebatan bûyî de, gelek hevrêyên wî beşdarî nava refên gerîla bûn û hin hevrêyên wî jî şehîd bûn. Vê yekê bandoreke pir kûr li hevrêyê me Demhat kir û ev yek bû sedem ku têkoşîna xwe hîn mezintir bike. Li ser vî bingehî hevrêyê me Demhat di destpêka sala 2014’an de zanîngeha ku li Dîlokê dixwend terikand, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me demekî kurt li Bakurê Kurdistanê dimîne û li vir ji gerîlayên destpêkê yên nas kirî, pir bandor bû. Hevrêyê me bi taybetî ji têkîliyên hevrêtiyê yên gerîla û nêzîkatiyên wan ên rêzdar, bandor bû. Di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgeriyê de bi dilsoziya bîranînên xwe yên li Bakurê Kurdistanê, tevlî bû. Hevrêyê me Demhat piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û li vir perwerdeya şervanê nû dît. Bi perwerdeyên ku dîtî di demekî kurt de fêrî jiyana gerîla û çiyê bû. Ji ber ku berê di nava xebatên ciwanan de cih girtibû, di warê rêxistinî û jiyanî de xwedî tecrube bû. Bi vê tecrubeyê ji bo fêrbûna jiyana gerîla, alîkarî da hevrêyên xwe. Hevrêyê me sekna bi wêrek û serhildêr a ciwanên Amedê, bi felsefeya Apoyî re kir yek û di demekî kurt de bû gerîlayekî pispor. Piştre hevrêyê me ji bo ku di warê leşkerî de xwe pispor bike, derbasî Dibistana Operasyonê ya Şehîd Mehmed Goyî bû û li vir jî perwerde dît. Di vê pêvajoya ku êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê li ser gelê me yê li Şengal û Rojava zêde bûyî de, hevrêyê me Demhat xwest ku bi gelê me re di çeperên berxwedanê de cih bigire û ji bo li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer bike, derbasî Rojava bû.

TÊKOŞÎNA XWE LI LÛTKEYÊ TEMAM KIR

Hevrêyê me Demhat ku di her qonaxa têkoşîna li dijî çeteyan a li qada Rojava de cih girt, tevlî gelek pêngavên şoreşgerî bû. Hevrêyê me ku di têkçûna çeteyan a li Rojava de ked û hewldaneke girîng da, bê teredût bi awayekî fedayî şer kir. Tevî ku di pêvajoya şerê giran de 2 caran birîndar bû jî, bi îradeyek mezintir têkoşîna xwe domand. Hevrêyê me Demhat ku xwe di warê leşkerî de pêşxistin û bi awayekî aktîf beşdarî şer bûyîn ji bo xwe kiribû pîvan, li ser vê esasê di gelek branşan de pispor bû. Hevrêyê me Demhat ku bi fedekariyeke mezin çû ser her wezîfeya pêwîst û armanca xwe ya bingehîn bi ser xist, bi tevlîbûna xwe ya kûr û rast re rêz û hezkirina hemû hevrêyên xwe qezenç kir.

Hevrêyê me Demhat piştî têkçûna çeteyan a li Rojava, vegeriya çiyayên azadiyê ku bi hesreta wê dijiya û ji bo di şêwaz û taktîkên gerîla de kûr bibe, hînê hemû detayên gerîlatiya serdema nû bibe, derbasî Akademiya Şehîd Îbrahîm a perwerdeyê bû. Bi perwerdeya ku dîtî re, di gerîlatiya serdema nû û felsefeya Rêber Apo de kûrtir bû û gihîşt kesayeteke Apoyî. Hevrêyê me Demhat lêhûrbûnên xwe yên li akademiyê bi hevrêyên xwe re parve kir, pêşniyar kir ku biçe Bakûrê Kurdistanê ku bi salan dixwest biçe wir. Hevrêyê me ku armanca xwe ya herî mezin a çûyîna herêma Mêrdînê pêk anî, dema gihîşt armanca xwe, coş û kelecaneke mezin jiya. Hevrêyê me ku kêfxweşiya vegera li Bakurê Kurdistanê ku yekemcar ji wir tevlî jiyana gerîla bûbû bi hevrêyên xwe re parve kir, di heman demê de di ferqa berpirsyariya xwe ya dîrokî de bû. Hevrêyê me ku dema êrîşên li dijî gelê me gihîştin lûtkeyê, di pêvajoyeke bi vî rengî de bi kêfxweşî li dijî dewleta Tirk a qirker şer kir, bi îdîa û biryardariyeke mezin derbasî Mêrdînê bû.

Hevrêyê me Demhat di dema mayîna xwe ya li herêma Mêrdînê de erk û berpirsyariyên dikeve ser milê xwe bi awayekî serkeftî bi cih anî û li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker, bû yek ji şervanên bêhempa ya têkoşîna gerîlayên Azadiya Kurdistan ku bi îradeya Apoyî şer dikin. Hevrêyê me Demhat ku tevî şert û mercên herî giran jî azadiya gelê me kir armanca xwe ya bingehîn û bi fedakarî û îradeyeke mezin ji bo vê armancê têkoşiya, bû mîlîtanekî Apoyî ku hevrêyên wî yên têkoşînê ji xwe re mînak bigirin. Hevrêyê me Demhat ku xwediyê jiyaneke fedayî bû û bi fedekariya xwe ya jiyanê, durustî û pakbûna xwe ji aliyê hevrêyên xwe ve mînak dihate girtin, di 29'ê Kanûna 2023'yan de di şerê li dijî dijmin de şehîd bû û têkoşîna xwe di lûtkeyê de temam kir.

GERÎLAYEKÎ BI TECRÛBE, HEVRÊYEKÎ JI DIL Û ŞOREŞGEREKÎ DERWÊŞ

Hevrêyê me Argeş li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê çavên xwe li jiyanê vekir. Hevrêyê me Argeş ê di nava malbateke welatparêz de mezin bû, çanda cewherî ya malbata xwe û girêdana wê bi nirxên civakî û karektera mirovê Kurd ê sade, di kesayeta xwe de neqişand. Hevrêyê me Argeş ku lehengî û welatparêziya gelê Mêrdînê di kesayeta xwe de daye rûnişkandin, bi hesasiyeteke mezin nêzî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û êrîşên qirkirinê yên li dijî wê bû. Li dijî mêtingerkirina Kurdistanê, tinehesibandina gelê Kurd û statuya koletiyê ya dihate ferzkirin, derket. Li ser vê esasê, bi wê baweriya ku divê ew jî di têkoşîna azadiyê de tiştek bike, pêşî di nava xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz de cih girt. Hevrêyê me Argeş ku ciwanekî bi cesaret bû, bi taybetmendiyên xwe yên çalakvaniyê derket pêş û pêşengiya gelek serhildanan kir. Hevrêyê me Argeş ku rastî zilm û zordariya dewleta Tirk a mêtinger hat, gelek caran hat binçavkirin. Lê belê van zextên dijmin nekarî hevrêya me ji rêya wî vegerîne. Berovajî vê yekê bawerî, biryardarî û îradeya wî mezintir kir. Hevrêyê me Argeş jî mîna her ciwanên Kurd ên bi rûmet, rêya xwe ya ber bi çiyayên Kurdistanê ve kir ku karibe têkoşîna xwe ya azadiyê bi bandor bimeşîne û li ser vê bingehê sala 2014'an li Bagokê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Argeş ji ber ku li xaka lê ji dayik bû gerîlatî dikir, gelekî serbilind û bi kelecan bû. Li çiyayên Bagokê ku di dîroka me ya têkoşînê de gelek destanên lehengiyê li ser hatin nivîsandin û bû mijara helbest, roman û stranan, gerîlatî kir. Tecrûbe û perwerdeya xwe ya yekemîn li vir bi dest xistibû. Li ser şopa bi deh hezaran gerîlayên leheng ên ku li Bagokê û çiyayên Kurdistanê têkoşiyan, meşiya. Di heman salê de ji bo di warê leşkerî de kûr bibe li dibistana operasyonê perwerde dîtibû. Hevrêyê me Argeş xwe gav bi gav bi pêş xist û ji nû ve afirand. Bi vê sekna xwe bû mîlîtanekî fedayî ku di îdeolojiya Apoyî de kûr bû, di gerîlatiyê de pispor bû û di jiyana azad a PKK'ê de bi pêş ket.

Hemû wezîfeyên xwe bi erka şoreşgerî bi cih anî. Di sala 2015’an de di dema destpêka êrîşên dijmin de, di sala 2016’an de di dema berxwedana xwerêveberiyê de û di sala 2017’an de dema ku êrîşên dijmin zêdetir bûn, li eyaleta Merdînê gerîlatî kir. Heval Argeş bi vîna milîtanên Apoyî hemû pêvajoyên dijwar karî kontrol bike û hem li hember êrîşên dijmin li ber xwe da û ew êrîş têk birin û hem jî derbên giran li dijmin xist û kesayatiya xwe tolhildêr tim nîşan dida. Hevrê Argeş ji bo li ser serdema nû ya gerîlatiyê kûr bibe û tecrûbeyên xwe zêdetir û xwe hîn zêdetir perwerde bike, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrê Argeş tevlî pêvajoya perwerdeyê ya akademiya pisporiya leşkerî ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û li vir xwe hînî şêwaza gerîlatiya serdema nû, şêwaza çalakiyê û taktîkên dewlemend kir. Bi kûrbûna xwe ya li ser mijarên îdeolojîk û leşkerî xwe gihand asteke girîng. Girêdayî vê yekê gelek erkên girîng girtin ser milên xwe û erkên xwe bi erka şoreşgerî bi awayekî serkeftî bi cih anîn.

Dilê hevrê Argeş tim li ser gerîlatiya li Bakurê Kurdistanê bû û her tim bi israr daxwaza xwe ya ku ew derbasî eyaleta Mêrdînê bibe, bîranînên gerîlayên ku li wir nas kir zindî bigire, tola hevalên xwe yên şehîd bistîne û derbên giran li dewleta Tirk a dagirker bide, dianî ziman. Li ser vî bingehî weke gerîlayekî pispor ê Apoyî, li qadên ku cara ewil dest bi gerîlatiyê kir, vegeriya herêma ku lê ji dayik bû. Hevrêyê me Argeş şêwazên serdema nû bi awayekî lez sepand û ji bo ku gerîlatiya modernîteya demokratîk li qadê berfirehtir bibe  xwedî kedeke mezin e. Her çend êrîşên teknîkî yên dijmin û operasyonên zêde tim berdewam bûn jî, hevrê Argeş bi vîneke bêhempa li ber xwe da û wî tim dijmin têk dibir. Di demên herî dijwar de û di nava dijwartirîn şert û mercan de jî bi milîtaniya fedayî ya Apoyî rêyên çareseriyê peyda dikir. Hevrê Argeş gerîlayekî zana, hevalekî ji dil û dilpak, şoreşgerekî serkeftî û milîtanekî Apoyî yê ku erkên serdemê bi cih anî û tim ew diparast. Di 29’ê Kanûna 2023’yan de li dijî dijmin bi lehengî şer kir û şehîd bû.

Gerîlatiya hevrêyê me Argeş a xwedî tecrubeyên dewlemend, vîna wî ya li ser şoreşgeriyê, birdardarî û xeyalên wî yên azadiyê ku her tim di dilê xwe de zindî dihişt, wê ji me re bibe mînak. Em ê teqez armanc û xeyalên wî pêk binin.”