HPG: Artêşa Tirk li Heftenînê têk çû!

Gerîlayên HPG’ê li Heftanînê li dijî tevgera dagirkeriyê çalakî lidarxist. HPG’ê ragihand ku di çalakiyê de herî kêm 20 leşkerên Tirk hatine kuştin û bi dehan leşker jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li Heftanîn li dijî tevgera dagirkeriyê û êrîşên hewayî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê di daxuyaniyê de ev tişt diyar kir;

“Hêzên me roja 25’ê Tebaxê li dijî tevgera dagirkeriyê ya ku 23’ê Tebaxê li dijî herêma Heftanîn ya Herêmên Parastinê yên Medyayê destpêkirîbû, li Girê Partîzan darbeyek dîrokî li artêşa TC’ê ya dagirker da. Li dijî vê tevgera dagirkeriyê ya dewleta TC’ê ya qirker û faşîst pêşxistî berxwedanek mezin tê raber kirin. Hêzên me bi tevgera gerîla ya dema nû herêmê diparêzin û destûr nadin pêşveçûna dijmin. Di vê çarçoweyê de;

LI HEFTANÎNÊ 20 LEŞKERÊN TIRK HATIN KUŞTIN

Di daxuyaniya xwe ya roja 25’ê Tebaxê (Duh) de me ragihandinbû artêşa TC’ê ya dagirker leşker danîn Girê Partîzan û dixwaze li herêmê bicih bibe. Hêzên me roja 25’ê Tebaxê saet 11:00’an yekîneya dijmin bi temamî xiste bin kontrola xwe û li dijî vê yekîneyê çalakî lidar xist. Hêzên me dor li yekîneya dijmin girt, ji sê baskan ve bi xurtî li wan da û dijmin têk birin. Di şerê nêzî saetekê domkirî de û di çalakiyan de heta niha li gorî agahiyên bidestketine herî kêm 20 leşkerên dijmin hatine kuştin û bi dehan leşker jî birîndar bûn. Agahiyên têkildarî çalakiyên li herêmê hatin kirin de ku agahiyên werin bidestixstin wê bi raya giştî re werin parve kirin.

ARTÊŞA TIRK HIMBERÎ PERFORMANS Û TAKTÎKA PÊŞKETÎ YA GERÎLA TÊK DIÇE

Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi helîkopter û balafirên şer heta derengiya şevê herêma Girê Partîzan bombebaran kir. Hêzên dagirker bi vê darbeya giran re tevgera xwe rawestanidne û ti pêşketinek ya wan nîne. Bi taybet dewleta TC’ê ya faşîst bikaranîna tekonolojiya serdema dawî li beramberî performan û taktîkên pêşketî yên gerîla têk diçin

BALAFIRAN BOMBE LI HERÊMÊN QESROKÊ Û BEKTORYA BARANDIN

Roja 23’ê Tebaxê saet 22:00’an balafirên şer herêma Qeserokê, roja 24’ê Tebaxê saet 01:00’an jî herêma Bektorya bombebaran kirin. Di bombeberana li dijî herêma Bekorya de hevrêyekî me şehîd bû. Agahiyên têkildarî nasnameya hevrêyê me yê şehîd wê piştre bi raya giştî re were parvekirin.”