HPG: Şehîdên Zendûrayê pêşengên berxwedana dîrokî ne

HPG'ê nasnameya 6 gerîlayên li Zendûrayê şehîd bûn eşkere kir û got, "Fermandar û milîtanên pêşeng ên berxwedana dîrokî hevrêyên me Rêber, Hêjar, Têkoşer, Bahoz, Botan û Nûman bûne lehengên neyên jibîrkirin ên gelên herêmê."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, li dijî êrişa dagirkeriyê ya Tirk a berfireh, ku 23'ê Nîsanê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hate destpêkirin, bi rengekî bêhempa li ber xwe didin. Yek ji qadên herêma Metînayê ku berxwedana me ya gerîla lê mezin bûye, derbên herî giran li dijmin ê dagirker tê xistin û bi lehengiyan derbasî nava dîrokê bûye, qada Zendûrayê ye.

Hêzên dewleta Tirk a dagirker ji bo şikandina berxwedana gerîla ya li qada Zendûrayê serî li her rê û rêbazê daye, teknîk bi her awayî bi kar aniye, bi her rêbazên li derveyî mirovahiyê tevgeriya ye, lê dîsa jî nekariye encamê bi dest bixe. Dewleta Tirk a ku nikare bi pêş ve biçe û xitimî ye, tişta ku nikare bike hewl dide bi destê hêzên PDK'ê bike û bi vî rengî xwest ku ji pişt ve xençerê li berxwedana gerîla bixe. Mixabin PDK jî li gorî vê armanca dewleta Tirk tevgeriya ye, 5'ê Hezîranê gelek hêzên xwe li gel çekên giran û wesayitên zirxî şandiye geliyê navbera girên Çarçel û Heqarî yên herêma Metînayê.  Fermandariya me ya Herêma Xabûrê ya Metînayê heman rojê daxuyaniyek da, hişyarî da ku ev hewldana nexêr destekê dide dewleta Tirk, qada liv û tevgerê ya gerîla teng dike û berxwedana gerîla lawaz dike. Lê belê tevî vê yekê jî PDK'ê di ev hewldana xwe dewam kir û hîn jî dewam dike.

Fermandariya Herêma Xabûrê ya Metînayê li pêşberî vê rewşa nû biryar da ku rê û rêbazên hêzên me yên li herêma Metînayê ji nû ve binirxîne û hêzên me yên li Zendûrayê vekişîne.Di pêvajoya vekişînê de 10, 11 û 12'ê Hezîranê sê rojan şerekî destanî qewimî. Di vê pêvajoya vekişînê de, ji fermandarên Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ya li herêma Metînayê hevalê me Rêber Zana, fermandarê fedayî yê Berxwedana Zendûrayê hevalê me Hêjar Can, hevrêyên me Têkoşer, Bahoz, Botan û Nûman bi lehengî şehîd bûn. Bi saya ked, hewldan û fedayîtiya van hevrêyên me, hevrêyên leheng ên din ên Berxwedana Zendûra ya dîrokî bi rengekî ewle gihîştin qadên xwe.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne:

Nasnav: Rêber Zana
Nav paşnav: Îlhan Tokdemîr
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Şukriye-Mehmet Can
Dem û cihê şehadetê: 11'ê Hezîrana 2021 / Metîna

Nasnav: Hêjar Can
Nav paşnav: Azad Ferhat Coşkûn
Cihê jidayikbûnê: Riha
Dayik-Bav: Leyla-Mehmet Alî
Dem û cihê şehadetê: 11'ê Hezîrana 2021 / Metîna

Nasnav: Têkoşer Farqîn
Nav paşnav: Ferhat Sansarkan
Cihê jidayikbûnê: Edene
Dayik-Bav: Sevda-Mehmetcan
Dem û cihê şehadetê: 11'ê Hezîrana 2021 / Metîna

Nasnav: Bahoz Botan
Nav paşnav: Mûstafa Sîbîlîk
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Fehîme-Mecît
Dem û cihê şehadetê: 11'ê Hezîrana 2021 / Metîna

Nasnav: Botan Kobanê
Nav paşnav: Mecîd Hebîb Faris
Cihê jidayikbûnê: Reqa
Dayik-Bav: Wehda-Hebîb
Dem û cihê şehadetê: 11'ê Hezîrana 2021 / Metîna

Nasnav: Nûman Demhat
Nav paşnav: Kokel Gîçer
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Taîbe-Hayrettîn
Dem û cihê şehadetê: 11'ê Hezîrana 2021 / Metîna

RÊBER ZANA

Hevrêyê me Rêber Zana li navçeya Hawêl a Sêrtê li gundê Girdika li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrêyê me Rêber hîn di zarokatiyê de Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nas kir, di dema komploya navneteweyî de ya li dijî Rêber Apo hate kirin, guh da wijdanê xwe û biryar da tevlî nava refên gerîla bibe. Sala 1999'an weke gerîlayekî dest bi meşa xwe ya şoreşê ya li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir. Li Qendîl, Kelareş û Xinêrê ma. Bi kesayetiya xwe ya ji dil, samîmî, kelecanî û bi coş zû bi pêş ket. Piştî pratîka xwe ya gerîla ya heft salan, li Dibistana Navenda Partiyê ya Mazlûm Dogan perwerde dît û derbasî herêma Behdînanê bû. Li herêmên Metîna, Garê û Heftanînê kar kir, bi tecrûbeyên wergirtî bû fermandarekî şareza. Li ser xeta fermandarê me yê nemir Egîd ji bo bibe fermandarekî serketinê li Akademiya Mahsûm Korkmaz perwerde dît û sala 2010'an derbasî eyaleta Mêrdînê bû. Piştî pratîka 4 salan a li Mêrdînê derbasî herêma Bestayê bû, li vê derê erka fermandariyê bi rengekî hêja bi cih anî. Sala 2015'an meha Tîrmehê dema ku dewleta Tirk a dagirker dest bi êrişan kir, ji bo bersivê bide, derbasî herêma Cûdî bû û fermandarî ji gelek çalakiyan re kir ên ku derbên giran li dagirkeran xist. Di pêvajoya Berxwedana Xwerêveberiyê de li Silopiyayê, derbên giran li hêzên dewleta Tirk a qirker xist. Piştî pratîka Bakur a şeş salan derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Tecrûbeya şer a xurt a ji gerîlatiya Bakur wergirtî, li akademiya leşkerî bi hevrêyên xwe re parve kir, dersên pêwîst jê wergirt û weke fermandarekî ku ji pratîka gerîlatiya serdema nû re amade ye, mezûn bû. Hevrêyê me bi erkê perwerdekirina şervanên nû û amadekirina ji pratîkê re rabû û gelek hevalên me yên nû tevlî nava refên partiya me PKK'ê bû bi hevrêytiya xwe ya germ, bi tecrûbeya xwe ya mezin, bi fermandariya xwe ya şareza û sekna xwe ya îdeolojîk perwerde kir.

Di têkoşîna hebûn û azadiyê de li ku derê çi wezîfe jê re dihate dayin, her tim jê re amade bû û ji bilî serketinê ti pîvan qebûl nekir. Bi tecrûbe û danheviya salan li herêma Metînayê bi erka fermandariyê rabû, li vê derê jî meşa xwe ya şoreşgerî dewam kir û bû fermandarekî pêşeng. Hevrêyên xwe li hemberî êrişên dijmin parast, bersiv da hemû pêwîstiyên wan û bingeha encamgir a şer bi fedakarî û kedeke mezin amade kir. Piştî ku 23'ê Nîsana 2021'ê artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê dest bi êrişa berfireh a dagirkeriyê kir, hevrêyê me Rêber jî weke fermandarekî operasyonên şoreşger bersivên ehrî bi bandor da. Di berxwedana destanî ya 50 rojî de ku weke Berxwedana Zendûra cihê xwe di nava dîroka têkoşîna me de girt, ji rêbaza şerê tîm heta şerê li çeper û tunelan, her cûre rêbaz û taktîk bi rengekî şareza bi cih anî û bû fermandarekî mînak. Piştî ku hêzên PDK'ê li herêma Metînayê ji pişt ve dor li hêzên me yên gerîla girt, karê birêxistinkirin û koordînekirina vekişîna hevrêyên me ji herêma Zendûrayê meşand. Dema ku bi vê erka xwe radibû di şer de bi lehengî şer kir û şehîd bû.

HÊJAR CAN

Hevrêyê me Hêjar li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji dayik bû. Li nava malbateke ji kevneşopiya welatparêziyê ya Pirsûsê bi guhdarîkirina li çîrokên lehengiyê yên pêşengên efsanewî yên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê mezin bû. Hevrêyê me Hêjar ji ber ku ji kevneşopiyeke welatparêziyê hat, dilê xwe gelekî li ser gerîla bû û her tim dixwest bibe gerîla. Di encamê de jî dema ku li zanîngeha Dersimê dixwend, tevlî nava refên gerîla bû.

Piştî ku tevlî refên gerîla bû, destpêkê li Bakurê Kurdistanê têkoşiya û di demeke kurt de pîvanên bingehîn ên gerîlatiyê pejirand. Piştre jî sala 2014'an li ser êrişa faşîzma DAÎŞ'ê ya li dijî xelkê me yê Êzidî yê li Şengalê bi hawara xelkê me yê Êzidî ve çû û li vê derê bi roleke girîng rabû. Di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de bi rêbaza fedayî tevlî bû û di rizgarkirina bi sedan mirovên me de bi roleke diyarker rabû. Ji ber vê yekê ji aliyê xelkê me yê Êzidî hate hezkirin û weke ewladekî xwe dîtin. Piştî ku Şengal hate rizgarkirin û xelkê me li warê xwe vegeriya, hevrêyê me Hêjar jî berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê. Bi perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk ên ji vê derê wergirtî xwe şareza kir, rêbaza tevlîbûna fedayî bi hişmendiya Apoyî xurt kir û bi vî rengî taybetmendiya fermandariya pêşeng di kesayetiya xwe de bi cih kir. Bi hişmendiya îdeolojîk û moralê wergirtî derbasî herêma Metînayê bû. Dema ku dewleta Tirk a dagirker 23'ê Nîsanê dest bi êrişê kir, bi biryardariyeke mezin xwest biçe qada Berxwedana Zendûrayê û li vê derê fermandarî kir. Hevrêyê me Hêjar ku di nava şert û mercên giran ên şer de fermandarî kir, bi kesayetiya xwe ya bi moral, bi sekna xwe ya bi wêrek, ruh û hêza Apoyî da hevrêyên xwe yên li Zendûrayê û bi vî rengî hîmên berxwedana dîrokî danî. Bi destpêkirina pêvajoya şer re tatkîkên gerîla yên serdema nû bi rêbazeke aqilane û ji xwe bawer xiste meriyetê û derbên giran li dagirkeran xist. Bi sekna xwe ya bi biryar fermandarî ji berxwedana li Zendûrayê re kir û ji dil hîs kir ku dijmin wê teqez bi vê berxwedanê bê têkbirin, ev hest da hevrêyên xwe. Hevrêyê me Hêjar bi berxwedana xwe ya destanî weke fermandarê fedayî yê Berxwedana Zendûrayê ku derbasî dîroka têkoşîna Kurdistanê bû, navê xwe bi tîpên zêrîn nivîsî.

TÊKOŞER FARQÎN

Hevrêyê me Têkoşer ku bi eslê xwe ji navçeya Farqînê ya Amedê ye li Edeneyê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Malbata wî ji ber zextên dijmin koçî metropolên Tirkiyeyê kir, ew jî ji Kurdistanê dûr mezin bû lê belê ti carî ji nirxên xwe qut nebû. Li herêma ku lê dima, polîtîkayên dijmin ên ji bo qirkirina Kurdan ji nêz ve dît û rastiya dijmin fêhm kir. Bi baweriya ku têkoşîna li dijî zîhniyeta faşîz a ku qirkirinê li gelê me ferz dike tenê bi têkoşîna çekdarî dibe, tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Têkoşer ku di tevlîbûna nava refên gerîla de asta hişmendiyê hîn bêhtir li pêş bû, ev asta xwe bêhtir bi pêş xist û di felsefeya Apoyî de xwe kûr kir. Kûrbûna xwe di her kêliya jiyanê de nîşan da, di nava jiyanê de bû fermandarekî pêşeng. Hevrêyê me Têkoşer ku li gelek qadên Kurdistanê têkoşîna gerîla meşand û cihê xwe di nava pratîkên giran ên şer de girt, gelek caran birîndar bû. Birîndarbûna xwe ji bo xwe kir hinceta têkoşîneke hîn mezintir û bû meşvanekî xeta fedayî ya Apoyî. Bi tecrûbeyên leşkerî xwe di hunera leşkerî de şareza kir, hemû ziravî û pîvanên feraset û xeta gerîlatiya serdema nû pêk anî, pêşengî jê re kir. Lis er vê bingehê di amadekirina tunelên şer de yên li Zendûrayê li gorî mantiqê leşkerî yê serdema nû ked û hewldaneke mezin da. Hevrêyên me bersiva vê keda pêvajoya şer di berxwedana bi rojan de wergirtin û artêşa mêtinger ji bingehê ve hejandin. Hevrêyê me Têkoşer ku ji bilî serketinê pîvaneke din li xwe nedianî, bi rûkeniya xwe, bi sekna xwe ya bi moral û gerîlatiya xwe ya bêtawîz bû yek ji sembolên Berxwedana Zendûrayê.

BAHOZ BOTAN

Hevrê Bahoz li navçeya Şêrwanê ya Sêrtê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Di temenekî biçûk de Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kiriye û bi dil û can pê hatiye girêdan. Li hemberî polîtîkayên îmhayê yên li dijî gelê me bêdeng nemaye û di sala 2015’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye û di eniya herî pêş de têkoşîna xwe domandiye.

Ew li gelek qadan maye, di şertên herî giran xwe xwe perwerde kiriye, tiştên ku hîn bûye fêrî hevalên xwe jî kiriye û her kêlîka xwe wekî pêvajoya perwerdehiyê nirxandiye. Heval Bahoz di nav refên gerîlatiyê de di demeke kurt de xwe gelekî bi pêş ve biriye. Wî tarz û taktîka serdemê pratîze kiriye. Bi tecrubeya xwe li her qadê adapte bûye û di asta pêşengtiyê de tevlî têkoşînê bûye. Di refên herî pêş ên şer de wî cih girtiye, di çalakiyan de yên ku derbên giran li dagirkeran hatiye xistin, cesaretê xwe bi ruhê milîtanî yê Apoyî kiriye yek, hêrsa xwe ya li hemberî dijmin bi tevlêbûna nava şer xisitye holê. Wî kûrbûna di felsefeya Apoyî de ji xwe re kiriye hedef, ji bo ku xwe xurttir bike, her dem ketiye nav hewldanan. Bi kesayetiya xwe ya xwezayî her dem bûye mînak, di nav hevalên xwe de bi kesayetiya xwe ya mutewazî dihat naskirin. Hevrê Bahoz tevlêbûna bi avakirina kedê ji xwe re kiriye esas, di dema Berxwedana Zendûrayê de bi performansa xurt, mîrateyeke xurt li pey xwe hiştiye.  Wî bi pratîka xwe ya jiyan û şer nîşan daye ku ew layiqî Rêbertî, partî û şehîdên me ye. Hevrê Bahoz di nav artêşa me ya şehîdan de cihê xwe girtiye û ew ê heta hetayê di nav têkoşîna me de bijî. 

BOTAN KOBANÊ

Hevrê Botan li Reqayê ji dayik bûye û mezin bûye. Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êriş kir, ew bûye şahidê zilma li ser gelên Ereb û Kurd û ketiye nav têkoşîna li dijî çeteyan. Ew wekî zarokekî bi rûmet û mêrxas ê gelê Ereb, li hemberî paşverûtiya DAÎŞ’ê bi xwedî cesaret sekiniye. Wî felsefeya Apoyî ya ku Reqa azad kiriye ji nêz ve nas kiriye, hay ji perspektîfa neteweya demokratîk a Rêber Apo çêbûye, ji dil û can bawerî bi biratiya gelan aniye. Bi vê baweriyê hevrê Botan biryar daye ku bibe Apoyiyekî heqîqî û di nav refên Têkoşîna Azadiyê de bûye milîtan. Li hemberî faşîzma TC û DAÎŞ’ê wî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber têkoşîn meşandiye û ji bo ku hesreta azadiyê ya gelan pêk bîne, hatiye çiyayên Kurdistanê. Bi daxwazeke mezin tevlî nav refên gerîlayan bûye, di nava demeke kurt de bi çiyayan re bûye yek. Di nav jiyana xwe ya gerîlatiyê de di nav hevalên xwe de hezkirin û hurmeteke mezin bi dest xistiye, di nava demeke kurt de hînî Kurd3i bûye û çanda qedîm a gelê Ereb jî hînî hevrêyên xwe kiriye. Hevrê Botan bi kesayetiya xwe ya mutewazî û rûken enerjiyeke mezin tevlî nav jiyanê kiriye û wekî fermandarekî ciwan di pêvajoya şerê dirêj de, bi baldarî peywirên xwe pêk aniye.  Hevrê Botan bi qada Zendûrayê bûye yek a ku demeke dirêj lê maye û tecrubeya xwe ya gerîlatiyê geştir kiriye. Li hemberî êrişên dagirker ên dewleta Tirk a dagirker, wî cihê xwe di nav berxwedanê de girtiye, derbên giran li dagirkeran xistiye, bi Berxwedana Zendûrayê re bûye qehreman, di dîroka têkoşîna gelê Ereb û Kurdan de bûye efsane. Hevrê Botan wekî milîtanekî xurt ê felsefeya Apoyî yê enternasyonal, di nav dîroka berxwedanê ya gelan de bûye xwediyê cihekî ku wê qey neyê jibîrkirin. 

NÛMAN DEMHAT

Hevrê Nûman li bajarê qedîm ê Botanê li Cizîrê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Ji ber ku malbata wî bi kûrahî girêdayî çanda welatparêz û Kurdan e,  polîtîkaya asîmîlasyonê ya dijmin li ser wî bandoreke mezin nekiriye û bûye xwediyê kesayetiyeke xwezayî. Ji ber derdora xwe wî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê  û partiya me PKK ji nêz ve nas kiriye. Ew bûye şahidê polîtîkayên qirker ên dijmin û li hemberî vî tiştî helwesta xwe zelal kiriye. Dema ku dijmin di Berxwedanên Xwerêveberiyê de gelê me yê sivîl di bodrûmên Cizîrê de qetil kir, heval Nûman bawerî bi vî tiştî aniye ku divê tola şehîdên me were stendin û li ser vî esasî tevlî nav refên gerîlayan bûye. 

Ji kêlîka ku tevlî nav refên gerîlayan bûye, wî bi kesayetiya xwezayî ya Botanê û hevaltiya ji dil can, hemû hevalên wî jê hez kirine.  Ji ber taybetiyên xwe yên kedkar û fedakar, wî xwe bi kedê ava kiriye. Li ser esasê gerîlatiya Modernîteya Demokratîk, wî perwerdehiyên leşkerî û yên îdeolojîk stendiye, di têkoşîan gerîlatiya serdema nû de bûye yek ji kesên pêşîn ê pratîka wê dike. Heval Nûman bi helwest û taybetmendiya xwe li her qada ku lê maye bûye çavkaniya baweriyê û hêz daye hevrêyên xwe. Di Berxwedana Zendûra de ya ku dewleta Tirk derbeke giran xwariye, ew bi enerjiya xwe ji hemû hevalên xwe re bûye mînak. Di rojên pêşîn ên berxwedanê de ligel ku ew birîndar bûye, demeke dirêj bi wî awayê xwe yê birîndar şer kiriye. Bi vê helwesta xwe bûye mînaka mezin a milîtaniya fedaî, girêdayîna têkoşînê, helwesta xwedî biryar û îradeya xurt a şoreşgerî. 

Berxwedana Zendûra ya dîrokî di gerîlatiya têkoşîna gelên bindest de, bi tarz û taktîkên nû serdemek ava kiriye û derbên giran li xeyalên mêtinger ên dagirkeran daye. Fermanar û milîtanên pêşeng ên vê berxwedana dîrokî Rêber, Hêjar, Têkoşer, Bahoz, Botan û Nûman di nav qehremanên nemir ên gelên herêmê cihê xwe stendine. Malbatên hêja yên hevrêyên me yên milîtanên fedaî yên ketine dîroka berxwedanê ya gelan di serî de, em sersaxiyê ji gelên Ereb û Kurdan re dixwazin, soza xwe dubare dikin ku em ê Şoreşa Rojhilata Navîn a Demokratîk û Kurdistana Azad pêk bînin."