HPG: Şehîdên Mamreşo yên destanê lehengiyê dinivsînin bibîr tînin-NÛ BÛ

HPG a ku nasnameya gerîlayên li Mamreşo şehîd bûne eşkere kir got: “Em hevrêyên xwe yên bi cesaret û leheng ên li Mamreşo destanên lehengiyê nivîsandin, ji bo dost û dijmin da nîşandan ku Avaşîn kelheke ku nayê derbaskirin, bi rêzdarî bibîr tînin."

 Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnaemya şehîdên Mamreşo eşkere kir.

HPG’ê ev agahî da:

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên ku herêma Avaşîn li artêşa Tirk a dewleta Tirk a dagirker û mêtinger kirin goristan, destaneke lehengî ku bikeve dîrokê nivîsandin. Artêşa Tirk a li ber taktîk û terzê nû yê gerîlayên azadiyê bê çare mane, serî li rê û rêbazên der mirovî û hiqûqa şer didin û bikar tînin. Artêşa Tirk a faşîst çi bike wê nikaribe çalakiyên Bazên Zagrosan bide sekinandin. Hevrêyên me yên li tûnelên şer ên Mamreşo li ber xwe didin, bi çalakiyên li Mamreşo pêş xistin, derbên giran li dagirkerên ku ji derve tên destekirin dabûn, demeke bû agahiya me ji wan qût bûbû. Hevrêyên me yên leheng 11’ê Gulanê di encama bomberdûmana pêk hatibû de hate piştrastkirin ku şehîd bûne.

NASNAMEYA ŞEHÎDAN

Nasnameya gerîlayên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Adil Çekdar
Nav û Paşnav: Abdullah Îsmaîlî
Cihê Jidayikbûnê: Serdeşt
Navê Dayikê-Bav: Besê– Muhammed
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn/11’ê Gulana 2021

***

Nasnav: Agir Arnos
Nav û Paşnav: Beydullah Kaya
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayikê-Bav: Sînem – Yûsûf
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn/11’ê Gulana 2021

***

Nasnav: Bahoz Rojhat Rojîn
Nav û Paşnav: Mazlum Agît Cîn
Cihê Jidayikbûnê: Riha
Navê Dayikê-Bav: Saadet – Alî
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn/11’ê Gulana 2021

***

Nasnav: Canpolat Muslum
Nav û Paşnav: Suleyman Muhammed
Cihê Jidayikbûnê: Mûsil
Navê Dayikê-Bav: Meryem – Muhammed
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn/11’ê Gulana 2021

***

Nasnav: Mahîr Amed
Nav û Paşnav: Firat Çetîn
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayikê-Bav: Hayriye – Selahattîn
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn/11’ê Gulana 2021

***

Nasnav: Sîdar Amed
Nav û Paşnav: Şehmuz Çelîk
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayikê-Bav: Turkan – Mehmet Hadî
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn/11’ê Gulana 2021

 

WÊ NAVÊ HEVRÊ ADIL DI DÎROKA TÊKOŞÎNÊ DE BI TÎPÊN ZÊRÎN BÊ NIVÎSÎN

Hevrêyê me Adil ji bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê, li nav malbateke welatparêz û di tevgera azadiyê de berdêl dane hatiye dinê. Rêza berxwedanê, ku li Rojhilatê Kurdsitanê welatparêzî, dilsoziya bi welêt û berxwedan rengê jiyanê ye, heta roja me hatiye. Rojhilatê Kurdistanê ku jiyana şoreşgerî û berxwedana civakî weke rêgezeke civakî daniye, li nav Tevgera Azadiyê ya Kurdsitanê fermandarên pêşeng ji xwe derxistiye û di demên herî krîtîk ên dîroka têkoşînê de bi misyona stratejîk rabûye û her demê di têkoşîna me de cihekî girîng dîtiye. Hevrêyê me Adil jî bi vê çanda berxwedanê mezin bûye û hê bi zaroktî jiyana şoreşgerî xwestiye di fersenda pêşî de biryar daye ku li ser rêya şehîdên leheng bimeşe. Ji roja ku tevlê bûyî heta şehîdbûnê, gavekê jî ji mewziya berxwedanê xwe nedaye paş. Herî dawî ji bo ku tevlî şerê dijî qirkirinê yê li Avaşînê bibe, bi hewldan û israreke mezin û bi eynî helwesta biryardarî li nav eniya berxwedanê cih girtiye. Hevrêyê me Adil li ser rêya şehîdên me yên leheng meşiyaye, xwedî li mîrateya berxwedanê derketiye, li dijî êrîşên qirkirinê bi şêwaza fedayî ya Apoyî û bi helwesta wêrek di tîpên zêrîn navê xwe li dîroka têkoşînê ya Kurdistanê daye.

HEVRÊ AGIR WÊ BIBE ÇAVKANIYA ÎLHAMÊ

Hevrêyê me Agir li nav malbateke welatparêz jidayik bûye û li derdoreke ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a qirker sembola berxwedanê ye mezin bûye. Hevrêyê me Agir ku dema dibistanê tim lêgerîneke wî hebû, salên zanîngehê asîmîlasyon û qirkeriya dewleta Tirk a li ser Kurdan dîtiye û tevlî nav têkoşînê bûye. Dibîne ku serfiraziya teqez, rêya jiyaneke azad û birûmet bi berxwedana gerîla dibe û sala 2015'an tevlî nav refên gerîla dibe. Li ser îdeolojiya Rêbertî hûr bûye, bi bîreweriya ku bibe pêşengê jiyana birûmet û azad hêza daye têkoşînê. Hevrêyê me Agir ku li nav jiyana gerîla bi dilsoziya hevrêtiyê, kedkar û dilnizmiya xwe tê naskirin, li çiyayên Zagrosê ku nû tevlê bûyî, meşa li ser rêya şehîdên leheng ku şahidî li wa kiriye û pêkanîna armancên şehîdan ji xwe re kriiye armanc. Bi eynî biryardarî û lehengiyê tevgeriyaye. Di nav lehengên Zagrosê de cihê xwe distîne, her demê wê bi hurmet were bibîranîn û ji têkoşîna me ya azadiyê re bibe îlham.

HEVRÊ BAHOZ BÛ TIRSA XOFA MÊTINGERAN

Hevrêyê me Bahoz ku li Rihayê li nav malbateke welatparêz û bi ser nirxê xwe ve mezin bûyî, bi çanda kûr a welatparêz û bi rêça ku qet li ber zordaran serê xwe natewîne mezin bûye. Bi bîreweriya xwe ya welatparêzî û bi lêgerîna li heqîqtê mezin bûye û dîwarê tirsê hilweşandiye. Bi dilsoziya bi heqîqet û nirxên gel, xwe ji têkoşîna dijî hişmenidya dewletê ku sond xwariye Kurdan ji holê rake, nedaye paş û berê xwe daye çiyayên azad. Li ser felsefeya Rêber Apo kûr bûye, hewl daye ku milîtanê fedayî .Hevrêyê me Bahoz ku bi hêlên xwe yên pêşengî, bihistyar û zîrketiya xwe tê zanîn, di şerê dij3i dewleta Tirk a qirker de her demê li pêş bû û li dijî êrîşên dagirkeriyê de bi suîkastvaniya xwe ya pispor bûye teirsa dilê dagirkeran. Bi fikra ku her guleyê li dilê hişmenidya paşverû û barbar a bi hezaran salan dixe, li nav berxwedanê cihê xwe girtiye. Hevrêyê me Bahoz li nav lehengên Zagrosê ku li dijî êrîşên qirkeriyê dastan nivîsî cihê xwe digire û dibe temsîla kesayata milîtan a Apoyî.

HEVRÊ CANPOLAT WÊ WEKE YEK JI SEMBOLÊN ME YÊN ENTERNASYONALÎST BÊ BIBÎRANÎN

Hevrêyê me Canpolat li Mûsilê li nav gelê me yê Ereb ê welatparêz û kedar jidayik bûye. Li dijî komkujiyên dijminê mirovahiyê çeteyên DAÎŞ'ê bêdeng nemaye, hê bi ciwanî têkoşiyaye. Li dijî polîtîkayên dewleta Tirk a qirker ku gelan li hev dike dijmin, ji dil bawerî bi xwîşk û biratiya gelê Ereb û Kurd aniye. Bi hezkriin û baweriya bi îdeolojiya jiyana azad û paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo ketiye nav liv û tevgerê û bi tevlêbûna nav gerîla, bi helwesteke wayedar û birûmet bersiv daye siyaseta qirkirinê.  Hevrêyê me Canpolat ji bo ku îdeala xwe ya mezin pêk bîne û li ser îdeolojiya Rêber Apo hûr bibe, guherîneke mezin bi xwe re pêk aniye. Weke ciwanekî Ereb ê biryardar û birûmet hê zû bi çiyayên Kurdistanê re bûye yek.  Li dijî komkujiyên dewleta Tirk a qirker ku dijminê gelan e, ji bo ku têkoşînê serfiraz bike dîtiye ku dive bibe gerîlayekî zîrek û profesyonel. Hevrêyê me Canpolaat bi vê bîreweriyê têkoşîneke benavber daye, ji her alî ve xwe pêş xistiye û li nav eniya berxwedanê cih girtiye. Di têkoşîna birûmet de li dijî dewleta Tirk a qirker dastana lehengiyê ya dîrokî nivîsandiye, li Avaşînê şehîd bûye, hevrêyê me Canpolat li nav gelê Ereb û Kurd bibe mînaka sembol a enternasyonalîmê û milîtaniya Apoyî.

HEVRÊ SÎDAR BI RUHÊ FEDAYÎ YÊ APOYÎ ŞER KIR

Hevrêyê me Sîdar ku li Amedê li nav malbaeke welatparêz û kedkar jidayik bûyî li derdoreke wiha ku di nav brxwedanê de cih girtî û li dijî zilma dewlta Tirk di nav serhildanan de bû, mezin bûye.  Bi enerjiya zicwnainyê û kesayata ku nayê zevtê, ji bo ku di şerê dijî dagirkerî û qirkirinê de cih bigire 2015'an ji paytexta Kurdistanê Amedê tevlî nav refên gerîla bûye.  Hevrêyê me ku jiyana komunal a PKK'ê û hevrêtiya wê tesîr li ser kirî her demê hewl daaye ku li eniya herî pêş be, bûye yek ji xwediyê pratîka gerîlayê dema nû ya zîrek û profesyonel. Di gelek berxwedanan de ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a qirker de cih girtiye, derbên giran li dewleta Tirk daye. Hevrêyê me Sîdar ku bi rihê fedayî yê Apoyî şer kirî, her demê wê ji bo me hevrêyan bibe îlham.

HEVRÊ MAHÎR CIHÊ XWE LI NAVA KARWANÊN ARTÊŞA NEMIRAN KIR

Hevrêyê me Mahîr li payexta Kurdistanê Amedê li nav malbateke welatparêz jidayik bûye û xasetê berxwedêr ê Amedê hilgirtiyye. Hevrêyê me Mahîr li dijî êrîşên qirker ên dewleta Tirk a mêtinger xwedî li misyona dîrokî derketiye û tevlî nav refên gerîla bûye. Hevrêyê me Mahîr ku ji roja tevlî nav refên gerîla bûyî û wir ve bi xasetên xwe yên fedakarî derketiye pêş, bi perwerdehiya îdeolojîk û leşkerî bûye gerîlayekî zîrek. Jidil bawer kriiye ku gerîlayên modernîteya demokratîk mîsogeriya serfiraziyê ne, ji bo ku bibe gerîlayekî profesyonel û pispor pir ked daye. Ji bo ku operasyonên qirkirinê yên dijmin têk bibe, ji bo ku derba giran a dîrokî li dijmin bide di Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de bi roleke çalak radibe, ji bo ku tola şehîdên Mamreşo hilîne hewldaneke mezin dide. Hevrêyê me Mahîr ku di van hewldanên xwe de serkeftî bûye û derbên giran li dijmin daye pêşengiyê li gelek çalakiyan dike, van lehengiyên xwe bi şehîdbûnê tacîdar dike û di nav artêşa nemiran de cihê xwe digire.

Em hevrêyên xwe yên wêrek û leheng ku dastanên lehengiyê li Mamreş nivîsandine û nîşanî dost û dijmin dane ku Avaşîn kelehek e, kes nikare jê derbas bibe b hurmet û minet bi bîr tînin. Em sond dixwin ku li ser xeta şehîdan bin, heta dawiyê dilsozê xewn û xeyalên şehîdan bin û ji bo ku armancên wan pêk bînin çi tişta ku ji destê me were em bikin û bibin layiqên wan.

Bi vê çarçoweyê di serî de malbatên hêja yên şehîdên me, em sersaxiyê ji gelê xwe yê Ereb û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.''