HPG: Şehîdên Amedê wê hinceta me ya serketin û tolhildanê be!-NÛ BÛ

HPG a nasnameya 4 gerîlayên jin ên şehîd bûbûn eşkere kir got: “Fermandara YJA Star Nûjiyan a pêşeng ku mral û baweriyek mezin da me û hevrêyên me Berfîn, Ronahî û Aventa wê bibin hinceta me ya serketin û tolhildanê.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên jin ên şehîd bûbûn, eşkere kir. HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin:

“Me di daxuyaniya xwe ya 11’ê Gulana 2021’ê de ragihandibû ku; 27’ê Nîsana 2021’ê artêşa Tirk li herêma Helezîlê ya qada Şehîd Remzî ya Eyaleta Amedê dest bi operayonekê kiriye. 28’ê Nîsanê ev operasyon hatiye berfirehkirin û 29’ê Nîsanê saet 05:30’î li gundê Kurtê di navbera hêzên me yên YJA Star û artêşa dagirker de şere qewimî. Di vî şerî de gelek dagirker hatin cezakirin û hevrêyên me yên bi navê Berfîn, Ronahî û Avent ku di bin fermandara me ya hêja Nûjiyan bi hev re şehîd bûne parvekiribû.

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûn wiha ne:

Nasnav: Nujîn Amed
Nav û Paşnav: Sûna Taş
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayikê-Bav: Fatma – Mehmet Nurî
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Amed/29’ê Nîsana 2021

***

Nasnav: Berfîn Nûcan
Nav û Paşnav: Latife Hamîdî
Cihê Jidayikbûnê: Urmiye
Navê Dayikê-Bav: Hanife – Faris
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Amed/29’ê Nîsana 2021

***

Nasnav: Ronahî Tamara
Nav û Paşnav: Aynur Ulugana
Cihê Jidayikbûnê: Bedlîs
Navê Dayikê-Bav: Saide – Kiyasettîn
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Amed/29’ê Nîsana 2021

***

Nasnav: Avent Feda
Nav û Paşnav: Dîlan Sîlînsîn
Cihê Jidayikbûnê: Manîsa
Navê Dayikê-Bav: Mevlude – Yusuf
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Amed/29’ê Nîsana 2021

 

NÛJÎN AMED

Hevrêya me Nûjîn  li gundê Êrs yê navçeya Dihê ya Sêrtê hatiye dinê ku Pêngava 15'ê Tebaxê ya Navdar li wir dest pê kiribû, li dijî pergala dagirker fîşeka pêşî li wir hatibû teqandin û gelek zarên xwe yên hêja di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de feda kiriye. Hevrêya me Nûjîn ji ber sedema ku dewleat Tirk a qirker pêşî lê bigire ku gel û gerîla negihe hev, Kurdistanê ji Kurdan vala bike û asîmîle bike gund şewitandin û bêgav kirin ku koçî metropolên Tirkiyê bikin li Mêrsîne mezin bû lê rastiya gel û têkoşînê ku ji nav derketî ti carî ji bîr nekiriye.

Hevrêya me Nûjîn ti caran statûya koledariyê ku pergalê li ser gelê me û jinan ferz kiriye qebûl nekiriye, tim têkoşiyiye hê bi ciwanî bawerî pê aniye ku azadî encex bi têkoşînê dibe û biryar li ser daye ku ev bi tevlêbûna nav refên PKK'ê, gerîlayên azadiyê ev pêkan dibe. Bi vê armancê sala 2002'an tevlî nav refên gerîla bûye û dawiyê gihaştiye çiyayên Kurdistanê ku berî lê dikir û weke parçeyek ji xwe didit. Tevlêbûna xwe ya nav gerîla weke gava pêşî ya ber bi azadiyê ve dîtiye, ji bo ku aliyên pergalên yên paşverû û kevneşopî ser xwe bavêje pir hewl daye. Bi nêzîkatiya pergalê re ku ya zilam serwer ku jinê kêm dibîne, kirasê nexweşan lê dike û dike obje hevrû bûye û têkoşîneke mezin a vê daye. Bi têkoşîna ku dayî pir gheriye, gav bi gav nêzî nasnameya jina azad bûye ku Rêber Apo bi kedeke mezin hewl daye ku vê derxîne holê û li çiyayên Kurdistanê xwe ji nû ve ava kiriye.

Pûçbûna nêzîkatiya pergala zilam serwer ku leşkeriyê tenê weke qadeke mêran dibîne ya bi rastiya PKK'ê, derketina holê ya gerîlatiya jinê û fermandariya wê ya li nav refên PKK'ê heyraniyeke mezin bi hevrêya me Nûjîn re çêkiriye, ji ber vê armancê ji bo ku bibe gerîlayeke jin a pêşeng û fermandar kedeke mezin daye. Li ser şopa fermandarên pêşî yên partiya me PKK'ê Besê, Azîme, Nûjîn, Bêrîtan û Zîlanan meşiyaye, geşkrin û parastina artêjbûna jinê ya ku bi têkoşîn û fedakariyeke mezin ava bûyî weke divêtiyeke dîtiye û hem jî ev weke xwedîderketina li bîranîna hevrêyên şehîd nirxandinye û bûye xwedî pratîkeke wiha. Hevrêya me Nûjîn ji Xakurê heta bi Zagros, Metîna, Amed, Botan, Şengal, Cîlo û Amedê li hemû deverên ku hewceyî bi têkoşînê bûyî li ser hîmê serkeftina teqez xebat kiriye. Weke fermandareke pêşeng a YJA Starê ku li serfiraziyê asê bûyî bûye yek ji şehîden sembol ê têkoşîna azadiya jinê û li nav dîroka têkoşîna me cihê xwe yê birûmet girtiye.

BERFÎN NÛCAN

Hevrêya me Berfîn li bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê li nav malbateke welatparêz çêbûye. Ji ber sedema ku malbat û çanda ku lê mezin bûyî welatparêz bû hê bi zaroktî hay ji Kurdbûnê xwe çêdibe û rewşa mêtingerbûnê ya gelê me ti caran qebûl nekiriye. Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi giştî nirxandiye û bawerî pê aniye ku welatê me Kurdistanê encex bi têkoşîneke ya li çar parçeyan dikare azad bibe. Ji vî alî ve bûye xwedî kesayateke netewî. Komploya navnetewî ya li ser Rêber Apo li tevahiya Kurdsitanê, li gelek deverên cîhanê û li Rojhilatê Kurdistanê bûye sedema hêrseke mezin, li vir bi serhildanên dîrokî yên gel xwedî li Rêber Apo derketine. Hevrêya me Berfîn Tevgera Azadiya Kurd dema van serhildanan nas kiriye û bawerî pê aniye ku tenê bi têkoşîna gerîla têkoşîna azadiyê dikare serfiraz bibe. Bi vê baweriyê sala 2015'an tevlî nav refên gerîla bûye, çiyayên Kurdistanê weke mekanê azadiyê dîtiye û kefenê koletiyê ku civakê li jinê fesilandiye bi hêrseke mezin çirandiye û ber bi azadiyê ve gav avêtiye. Ji dema ku tevlî nav gerîla bûyî û pê de tim lê geriyaye û ji bo ku xwe pêk bîne bi vê çarçoweyê kedeke mezin daye. Bi keda ku dayî di kesayata xwe de guherîneke mezin pêk aniye û di nasnameya jina azad de her roja ku çûyî kûr bûye, asta azadiyê ya li ser hêza jinê, milîtaniya PK'ê û fermandariya têkneçûyî ya fermandariya YJA Starê bi rengekî mînak nîşan daye.

Hevrêya me nirxekî zêde daye têkiliyên hevrêtiyê yê nav PKK'ê, bawerî pê aniye ku bi van têkiliyên hevrêtiyê mieov dikare mezin bibe û bibe xwedî wate, ji bo ku ji hevrêyên xwe re bibe hevrê di aliyê hîs û fikran de tim xwe perwerde kiriye, nexasim ji bo ku bibe layiqî Rêber Apo û hevrêyên şehîd tim hewl dae. Ango bi çarçoweya dilsoziya bi hevrêyên şehîd û ji bo ku tola wan hilîne ji hêla leşkerî û îdeolojîk ve xwe gihandiye û weke fermandareke pêşeng a YJA Starê li bakurê Kurdistanê bûye xwedî wê siûdê têbikoşe. Bi vî rengî yek ji xeyalên xwe yên mezin pêk aniye û li bakure Kurdsitanê li Amedê bi salan têkoşiyaye. Ji Rohilatê Kurdistanê bi rê ketiye û li çar parçeyên Kurdistanê têkoşiyaye, di netewayatî û şoreşgeriyê re bûye yek ji jina azad a Kurd.

RONAHÎ TAMARA

Hevrêya me Ronahî li Bedlîsê li nav malbateke welatparêz jidayik bûye. Nakokiyên ku dema ciwan jiyayî kiriye ku hevrêya li jiyana azad bigere. Bi encama vê lêgerînê fikrên Rêber Apo nas kiriye û bawerî pê aniye ku azadî encex bi tevlêbûna nav refên gerîla bibe. Bi vê çarçoweyê sala 2007'an tevlî nav refên gerîla bûye, li nav refên me xasetên xwe yên têkoşînî û pirsyar domandiye û bi gotina, ''ez çawa dikarim zêdetir têbikoşim'' lê geriyaye. Bi vê armancê hevrêya me Ronahî tevlî nav rêxistiniya Hêzên Taybet bûye û di demeke kurt de gaveke mezin daye ber xwe û weke milîtaneke fedayî ya Apoyî gihaştiye asta pêşengiyê.

Bûye fermandarek ku di jiyan, perwerde, şer û peywiran de rêgezên rêxistinê dijî û dide jiyîn, bi aliyên xwe yên zindî, fedekar û kedkar kiriye ku hemû hevrêyên wê hurmetê bidinê. Hevrêya me Ronahî tecrûbeya bi salan bi hevrêyên xwe re par ve kiriye û bi vê çarçoweyê bi hewlesta xwe ya kedkar hemû xasetên fermandarên pêşeng di kesayata xwe de temsîl kiriye. Gelek hevrêyên xwe ji hela îdeolojîk û leşkerî ve hazir kiriye, moral daye wan û ji wan re bûye hêza çareseriyê. Li nav partiyê gelek xebat kirine, bi rengekî hesas nêzîkatî li hemû peywirên xwe kiriye û bi bihistyarî bi cih aniye.  Di her kêliyê de bi rexnedayin nêzîkatî li Rêbertî û hevrêyên şehîd kiriye, ji vî alî ve pir kûr bûye û kiriye ku her kes kûr bibe. Dilsoziya wê ya li Rêbertî, şehîdan û gelê Kurd û hezkirina wê ji hemû gotinên wê, ji civatên wê û ji tevgerên wê mirov dikarîbû fêhm bikira. Hevrêya me Ronahî ya ku pir biryardar, bi azaewrî û bi rihê şoreşger, bi helwesta xwe ya rêxistini û nêzîkatiya xwe ya pratîk gelek hevalên li dora xwe aniye cem hev, rêxistiniya wan kiriye.

Hevrêya me Ronahî di serî de li Başûrê Kurdistanê li gelek qadên têkoşînê xebat kiriye û herî dawî sala 2017'an derbasî qada bakurê Kurdistanê bûye û li dijî dewleta Tirk a qirker tevlî nav têkoşîna azadiyê bûye. Li bakurê Kurdistanê li eyaletên Xerzan û Amedê bûye xwedî xebatên pratîk û ji bo ku tola şehîdên di dilê xwe de hilîne tevlî nav çalakiyan bûye. Bi kesayat û hevrêtiya xwe di dilê her hevrêyê xwe yê civaka fedayî de cihê xwe girtiye û bûye yek ji sembola herî girîng a fermandarên jin ê li serfiraziyê asê bûne.

AVENT FEDA

Hevrêya me Avent ku bi eslê xwe ji navçeya Farqînê ye, li nav malbateke welatparêz li bajarê Manîsayê çêbûye. Hê dema ciwan nakokiyên giran bi pergala kapîtalîst re jiyaye û li jiyaneke alfernatîf geriyaye. Bi vê armancê dêhnê xwe daye ser têkoşîna çepgir û sosyalîst. Nexasim şêwaza jiyana komunal a Partiya me PKK'ê û têkiliyên hevrêtiyê bandor li ser kiriye û ketiye nav xebatên ciwanan. Di vê pêvajoyê de rastiya gelê Kurd weştir nas kiriye û her wiha hay ji polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd çêbûye. Bi vê çarçoweyê bawerî pê aniye ku têkoşîna karîger a li dijî pergala kapîtal û jandarmaya wê ya li Rojhilata Navîn TC'ê wê bi gerîlatiyê be û berê xwe daye çiyayên Kurdistanê ku bêrî lê dikir û tevlî nav reêfên gerîla bûye.

Hevrêya me Avent ku piştî tevlî nav refên ferîla dibe di şêwaza şoreşger û tempoya wê de hîç li paş nemayî bi hemû hebûna xwe xwe tevlî nav xebatan dike û dibe xwedî şêwazeke fedayî. Asta lêhûrbûnê li nav banê Hêzên Taybet didomîne û dibe milîtaneke fedayî. Bi kesayata xwe ya kedkar, moral, dirûst û bi devlikaniya xwe tim moralê hevrêyên xwe geş kiriye. Hewl daye ku bibe layiqê tecrûbeya ku ji hevrêyên fedayî standî. Hewl daye ku lêhûrbûnê çalakiyên fedayî pratîk bibe û bi vê biryardariyê bû. Bûye milîtaneke mînak ku hêrsa xwe ya li dijmin tûjtir dikir û rêxistiniya wê dkir. Pir ji hevrêyên xwe hez kiriye û hurmeta daye wan, bi kesayata xwe ya dilnimz û gihaştî tim çavê hevrêyên wê lê digeriya.

2017'an bi îdeoloijiyeke têrker, hêz û moral û kelecan çûye qada Amedê, bi rol û misyoneke çalak rabûye.  Dijminê dagirker gelek caran pûç kiriye û derbên giran lê daye. Heval Avent gotin û kirina wê yek bû û li her devera ku lê bû ev nîşan daye. Bi xwebawerî û wêrekî peywirên xwe bi rihekî fedayî bi cih aniye. Xeyalên gelek hevrêyên xwe temam kiriye, hewl daye ku soza dayî wan bi cih bîne, di vê rêyê de bi biryardarî heta şehîdbûnê meşiyaye.

Em diyar dikin bi berxwedan û baweriya wan a bi serfiraziyê fermandarên me yên pêşeng ên YJA Starê hevrêyên me Nûjîn, Befîn, Ronahî û Avent ku moral û bawerieke mezin dane gelê me wê bibin sedema tolhildan me, em sersaxiyê didin malbat û gelê Kurdistanê yê welatparêz.''