HPG: Çalakiyên hêzên me yên li Lêlkanê didomin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên li Girê Lêlkanê yên li dijî artêşa dagirker a Tirkiyeyê daxuyanî da. HPG’ê diyar kir ku medyaya Tirkiyeyê dibêje ku 3 gerîlayan jiyana xwe dest daye lê ev nûçe ne rast e.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên li Girê Lêlkanê yên li dijî artêşa dagirker a Tirkiyeyê daxuyanî da. HPG’ê diyar kir ku medyaya Tirkiyeyê dibêje ku 3 gerîlayan jiyana xwe dest daye lê ev nûçe ne rast e.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

‘PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA ŞEHÎD AGIRÎ Û ŞEHÎD PÎROZ DIDOME’

“Hêzên me di 15’ê Hezîranê de di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de li dijî artêşa Tirk a dagirker rêzeçalakî li dar xist. Agahiyên berfireh yên çalakiyên hêzên me wiha ne;

Hêzên me saet di 08:30’an de li dijî leşkerên dagirker ên li girê Lêlikan yê herêma Bradost ya girêdayî Sîdekan a Başûrê Kurdistanê bi cih bûbûn, çalakiyek li dar xist. Bi serketî li çeperên dijmin hate xistin û hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate tespîtkirin. Hêzên me heman rojê saet 16:30’an de li girê Lêlîkan cara duyemîn leşkerên dagirker kir hedef. Bi bandor li çeperên dijmin hate xistin, hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate tespîtkirin.

'LI GELIYÊ ELÎ DIRÊJ ÇALAIYA SEKVANÎ: LEŞKEREK HATE KUŞTIN'

Hêzên me saet di 13:30’an de dîsan li geliyê Elî Dirêj yê herêma Bradost a Sîdekanê li dijî leşkerên bi cih bûbûn çalakiyeke sekvanî li dar xist. Divê çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

Hêzên me saet di 19:00’an de li dijî artêşa Tirk a dagirker ku li girê Harûna yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi cih bûbûn çalakiyek li dar xist. Bi serketî li çeperên dijmin hate xistin, hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin.

DI BOMBEBARANDINÊ DE GERÎLAYÊN ME ŞEHÎD NEBÛNE

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker di 15’ê Hezîranê de di navbera saetên 20:00 û 21:00’an de bombe li geliyê Şehîdan a herêma Qendîl a Herêmên Parastinê yên Medyayê barand. Divê bombebaranê de ti windahiya canî ya gerîlayên me çênebûn. Nûçeyên di Medyaya AKP’ê de ku dibêjin 3 gerîla winda ne, ne rast e û propagandaya şerê taybet e. Divê gelê me ji van nûçeyên derew bawer nekin.”