HPG: 8 dagirker hatin cezakirin, droneyek hate îmhakirin

Di 8 çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn. Droneyek jî hate îmhakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Tevî ku dewleta Tirk bombardûmaneke giran dike, bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bi kar tîne, berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dewam dike. Artêşa Tirk a dagirker ku bi her awayî sûdê ji derfetên NATO'yê werdigire, van sûcên şer ên dûrî exlaqa mirovahiyê dike. Hêzên me jî bi tatkîkên gerîla yên serdema nû berxwedana xwe dewam dikin û derbê li dagirkeran dixin.

Di encama 8 çalakiyên hêzên me de 8 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Di heman demê de droneyek jî hate îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 15 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî, 5 caran bi balafirên şer, 47 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran bi obus û çekên giran bombe kir.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

17'ê Îlonê saet di 07:00 de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger komek ji dagirkeran xistin bin kontrola xwe û bi sûîqestê lê dan. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

17'ê Îlonê saet di 07:30'î de li Qada Berxwedanê ya Sîda, dagirkerên ku berê xwe dan çeperên şer ên li qada Şehîd Felat, bû hedefa bombeyên destan ên tîmên me yên bi tevger. Piştî destwerdana hêzên me, dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.

17'ê Îlonê saet di 07:30'î de li Qada Berxwedanê ya Sacayê, tîmên me yên YJA Starê bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Sîpan xistin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

17'ê Îlonê saet di 08:20'î de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger komek ji dagirkeran xistin bin kontrola xwe û lê dan. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

17'ê Îlonê saet di 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîda, tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê li dagirkerên li derdora çeperên şer ên li Şehîd Agir xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

17'ê Îlonê saet di 17:00 de li Qada Berxwedanê ya Çemço, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran istin. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

17'ê Îlonê saet di 08:50'î li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên ferdî li dagirkeran xistin.

17'ê Îlonê saet di 09:50'î de li droneyek li ser Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê difiriya, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hate îmhakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

17'ê Îlonê li Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Girê FM'ê, çeperên şer 4 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

17'ê ÎLonê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê çeperên şer ên li Şehîd Felat, Şehîd Serxwebûn û Şehîd Bahoz 11 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

17'ê Îlonê qada Sinînê ya Xakurkê, Girê Cûdî û derdora Ava Zê bi balafirên şer 5 caran hatin bombekirin.

17'ê Îlonê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Sîda, Saca, Şehîd Fedakar, Girê Hakkarî, Girê Cûdî, Girê FM û Girê Amediyê 47 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

17'ê Îlonê Qadên Berxwedanê yên Sîda, Girê Hakkarî, Girê Cûdî û Girê FM bi obus û çekên giran bi dehan carî hatin bombekirin.

17'ê Îlonê drone li ser Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî geriyan."