HPG: 7 dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de 7 dagirker hatin cezakirin, 1 mewzî û 1 kameraya mobesa hate îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkilî çalakiyên gerîla û êrîşên dagirker ên Tirk daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

''Hêzên me yên YJA Starê bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê li herêma Xakurkê;

16ê Hezîranê saet 05:20'an li qada Şehîd Bêrîtan a li Girê Koordîne li dijî dagirkeran çalakiya gerîla ya bi koordîne hatiye kirin. Pêşî; mewziya ku dagirker tê de bûye hedef û derb lê hatiye xistin. 3 dagirkerên di vê mewziyê de hatine tinekirin û mewzî bi temamî hatiye rûxandin. Piştre kamera li ser gir bûye hedef û hatiye îmhakirin.

Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê li herêma Metînayê; 

14'ê Hezîranê saet 12:40'an li qada Kêstê li dijî wan dagirkeran ku xwsestin li tûnelên şer bi cih bibin çalakî hatiye kirin. Di vê çalakiyê de 1 dagirker hatiye cezakirin, 1 dagirker jî birîndar bûye.

16'ê Hezîranê li Tengava Milîtanê dagirkeran dema ku hewl dida pergala radarê deynin hêzên me ew kirine hedefa xwe. Di vê çalakiyê de 1 dagirker hatiye cezakirin, 1 jê birîndar bûye.

Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê li herêma Avaşînê;

16'ê Hezîranê saet 13:40'an li quntarê Kanî Gayê dagirker hatine kontrolkirin. Li dijî van dagirkerên ku ketine ber kontrola gerîla de çalakî hatiye kirin. Di vê çalakiyê de berbiçav bi kêmanî 2 dagirker hatine cezakirin.

Li qadên Avaşîn, Metîna û Zapê tevgera helîkoptêran çêbûye û bi helîkoptêrên êrîşê û qereqolên li ser sînor qad bi obûs û hawanan hatiye bombekirin.

Berfirehiya êrîşan wiha ye;

16'ê Hezîranê saet di navbeyna 21:00-00:00'an de li qada Mamreşo, Mervanos, Girê Silêman, Girê Spî û Banîsta livûtevgera helîkoptêran çêbûye. Dagirkerên li vê qadê bi helîkoptêran bi hev hatine guhartin. Her wiha saet 00:00'an Girê Sor û Girê Şehîd Întîkam bi helîkoptêrên êrîşan hatine bombekirin.

16'ê Hezîranê di navbeyna saet 21:00-23:00'an de li herêma Metîna li dehma Girê Şehîd Çiya û Tengava Milîtan livûtevgerya helîkoptêran çêbûye.

16'ê Hezîranê saet di navbeyna 22:30 û 00:30'î de li herêma Zapê li qada Cîloya Biçûk livûtevgera helîkoptêran çêbûye.

16'ê Hezîranê saet 00:30'an û 17'ê Hezîranê saet 05:40'î qereqolên li ser sînor qada Çemço ya herêma Zapê dane ber obûs û hawanan.''