HPG: 6 dagirker hatin cezakirin, çeperek û dronek hate îmhakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di 13 çalakiyên gerîlayan de yên ku di 7,8,9’ê Îlonê hatine kirin de, yek jê payebilind herî kêm 6 dagirker hatine cezakirin, çeperek û dronek hatine îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir li hemberî berxwedana gerîlayan dagirker bi çekên kîmyewî û taktîk nukleer sûcê şer dike.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Artêşa Tirk a dagirker hemû derfetên xwe yên ekonomîk, leşkerî û siyasî ji bo şikandina berxwedana gerîlayan bi kar tîne û pê re jî bi bombeyên taktîk nukleer ên şîddeta wan zêde, çekên kîmyewî, balefirên şer, helîkopterên êrîşê, hawan û obusan Qadên Berxwedanê bombe dike. Artêşa Tirk a dagirker exlaqê şer û hiqûqa wê nas nake û li pêş çavê dinyayê sûcê şer ên di dîrokê de herî mezin de dike û Qadên Berxwedanê bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kînyewî bombe dike. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 13 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 6 caran bi balefirên şer, 10 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran bombe kiriye.

Di 13 çalakiyên hêzên me de yek jê payebilind herî kêm 6 dagirker hatine cezakirin, çeperek û dronek jî hatiye îmhakirin.”

HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ev agahî da:

1.Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 7’ê Îlonê de saet di 17.30’an de li Qada Berxwedanê ya Karkerê dema ku dagirker bi rê ketine tîmên me yên bi tevger bi taktîka sûîkastê li dagirkeran dane û dagirkerek ceza kirin.

Di 7’ê Îlonê de saet di 18.00’an de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a girêdayî qada Çemço dagirkeran dema ku xwestin ber bi çeperên şer ve werin, li dagirkeran hate xistin. Piştî lêdana hêzên me, dagirker neçar mane gavekê vekişin.

Di 8’ê Îlonê de saet di navbera 12.00 û 17.00’an de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a girêdayî qada Çemçoyê dema ku dagirker bi rê ketine, tîmên me yên bi tevger 4 caran li dagirkeran dane. Hêzên me di vê çalakiyê de yek jê payebilind herî kêm 2 dagirker ceza kirine.

Di 9’ê Îlonê saet di 07.50’an de tîmên me yên bi tevger li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a girêdayî qada Çemçoyê bi sûîkastê li dagirkeran dane û dagirkerek ceza kirine.

2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş de;

Di 8’ê Îlonê saet 09:30’an de teqemeniyên ku ji aliyê dagirkeran ve ji bo bombekirina çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hatibûn amadekirin, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hatin îmhakirin.

Di 8’ê Îlonê di saet 15:45’an de hêzên me li dagirkerên ku dixwestin ber bi çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ve bi pêş ve biçin hate xistin. Piştî destwerdana hêzên me, dagirker neçar man gavekê paşde vekişin.

Roja 8’ê Îlonê saet 17:50’î drona ku dagirkeran li ser Qada Berxwedanê ya Girê FM difirandin, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hate xistin û hate îmhakirin.

Di 9’ê Îlonê di saet 00:40’an de tîmên me yên gerok du caran bi taktîkên sabotajê derb li dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ve bi pêş ve biçin dan.

3. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

Di 7’ê Îlonê saet 11.20’an de tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li herêma Girê Koordîne ya Xakurkê dane. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin û çeperek hate rûxandin.

4. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî kiriye;

Di rojên 6 û 7’ê Îlonê de çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara 6 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî yên dijwar û çekên kîmyewî hatin bombebarankirin.

Di 8’ê Îlonê de çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 4 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî hatin bombekirin. Hat diyarkirin ku gazên kîmyewî yên tên bikaranîn bêhna klorê didin.

Di 8’ê Îlonê de çeperên şer ên Şehîd Bahoz a li Qada Berxwedanê ya Şehîd Fedakar 3 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

5. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Operasyona dagirkeriyê ya artêşa Tirk a dagirker ku 22’ê Tebaxê li herêma Qebra Zahir a Xakurkê dabû destpêkirin, 31’ê Tebaxê bê encam vekişiyaye.

Di 7 û 8’ê Îlonê de bejahiya Gundê Deşîşê ya Metîna, herêma Ava Zapê û Qada Berxwedanê ya Sîda 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin. Şewata ku di encama van bomberdûmanan de li qadê derketiye heta niha didome.

Di 8 û 9’ê Îlonê de Qadên Berxwedanê yên Saca û Şehîd Fedakar 10 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Di 8’ê Îlonê de Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Sîda û Çemço bi dehan caran bi obus û çekên giran hatin bombekirin.

Di 7’ê Îlonê de artêşa Tirk a dagirker hewl da ku çeper û tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê bi kepçeyan hilweşîne.

Di 7 û 8’ê Îlonê de li ser asîmanê Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Girê Cûdî, Girê Amediyê, Şehîd Fedakar û Şehîd Adil drone geriyane.”