HPG: 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 3 jî birîndar bûn.

DAXUYANIYA ROJANE YA HPG'Ê

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

1'ê Nîsanê saet di 09:18 û 11:30'î de li hemberî dagirkerên ku êrîşî tuneên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê dikirin, bi sabotajê çalakî hate kirin. Di encama çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

2'ê Nîsanê saet di 10:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

4'ê Nîsanê saet di 08:55'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li hembrî dagirkerên ku dixwestin teqemeniyan bixin tunelên me yên şer, bi sabotajê çalakî hate kirin. Hêzên me di heman demê de bi çekên ferdî dest li dagirkeran werdan. Di encama vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn. Ji ser dagirkerên hatin cezakirin çekeke ferdî ya MPT-55, dûrbîna li ser çekê, 2 berçavk û fenera li ser serî hatin desteserkirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

31'ê Adarê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, tunelên me yên şer carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

1 û 2'ê Nîsanê li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl tunelên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran bi teqemeniyan û 2 caran jî bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

1'ê Nîsanê li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl tunelên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê bi çekên kîmyewî hatin bombekirin. Gaza kîmyewî ya hate bikaranîn bi rengê spî bû û bêhna klorê jê dihat.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

Di navbera 31'ê Adarê û 4'ê Nîsanê de li herêma Garê qadên Girê Kun, Xêrê, Dêreşê, Rêbînê, Mijê, Çemrobotkî, Deriyê Hirçê, Neqeba Xêrê 17 caran, li herêma Metînayê Serê Metîna, Dergelê, Bêşîlî, Golka 12 caran, li herêma Xakurkê Sinînê, Goşîne û Lolan 8 caran, li herêma Zapê qada Şehîd Îbrahîm 3 caran, li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Girê Amediyê, Girê Bahar, Girê Cûdî 7 caran, li herêma Qendîlê qadên Zergelê û Balayanê 3 caran bi giştî 50 carî bi balafirên şer hatin bombekirin."