HPG: 5 gerîla bi çekên kîmyewî şehîd bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir dewleta Tirk di 4’ê Tîrmehê de bi çekên kîmyewî êrîşek kiriye û di êrîşê de 5 gerîla şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir dewleta Tirk a dagirker ‘bi bombe û çekên kîmyewî yên ku di asta navneteweyî de hatine qedexekirin’ êrîşî gerîlayên azadiya Kurdistanê dike.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Berxwedana dîrokî ya ku gerîlayên azadiya Kurdistanê li hemberî dewleta Tirk a dagirker dike, roj bi roj mezin dibe û ji gelê me re dibe çavkaniya hêviyê. Têkoşîna me ya azadiyê ya ku ji Xakurkê heta Avaşînê, ji Zapê heta Metînayê û ji wir jî heta Bakurê Kurdistanê belav bûye, nirxên nû ava dike û van nirxan diyarî bîra hevpar a mirovayetiyê dike. Dewleta Tirk a dagirker ku nûnerê hemû xerabiyan ku mirovayetî jê fedî dike, îro jî li hemberî berxwedana gerîlayan ên ku li çiyayên Kurdistanê têdikoşe û bûye hêviya jiyana azad a wekî mirovan, nikare encamekê bistîne. Dewleta Tirk a dagirker bi bombe û çekên kîmyewî yên ku di asta navneteweyî de hatine qedexekirin, êrîşî gerîlayên azadiya Kurdistanê dike.

Li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ya Metînayê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk berxwedaneke destanwerî hatiye nîşandan û derbên giran li dagirkeran hatiye xistin. Li tunelên şer û bi tîmên gerok bi çalakiyên cihê derb li dijmin hatiye xistin û ji ser leşkerên dijmin gelek çek û alavên leşkerî hatine rakirin, helîkoptereke dijmin jî hatiye xistin.

Hevalên me Çekdar, Mardîn, Roza, Rojhat û Serhed ên ku mîmarên vê berxwedanê ne, bi fedakarî û baweriya xwe ya ji bo serfiraziyê wekî berê niha jî di dema şer de her kêlîka xwe bi ruhê berxwedanê ava kirine. Ev hevalên me yên qehreman hemû êrîşên dijmin bi profesyonelbûneke mezin şikandine û derbên giran li dijmin xistine. Dewleta Tirk a qirker careke din bi awayekî nemerdane sûcê şer kiriye û bi rojan çekên kîmyewî bi kar aniye û bûye sedema şehadeta hevalên me lê dîsa jî dewleta Tirk nekariye berxwedana destanî ya fedaiyên Apoyî bişkîne.

Di serî de ji bo malbatên hêja yên hevalên me Çekdar, Mardîn, Roja, Rojhat û Serhed ên ku xeta berxwedanê ya PKK’ê heta nefesa xwe ya dawîn temsîl kirine, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

Nasnav: Çekdar Oremar

Nav û paşnav: Îhsan Turus

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Navê dê û bav: Ayşe - Hamît

Dîrok û cihê şehadetê: 4’ê Tîrmeha 2022’an / Metîna

 

Nasnav: Mardîn Penaber

Nav û paşnav: Beybûn Kara

Cihê jidayikbûnê: Mexmûr

Navê dê û bav: Medîne – Cemîl

Dîrok û cihê şehadetê: 4’ê Tîrmeha 2022’an / Metîna

 

Nasnav: Roza Hedar

Nav û paşnav: Pakîze Gunduz

Cihê jidayikbûnê: Amed

Navê dê û bav: Besra - Celal

Dîrok û cihê şehadetê: 4’ê Tîrmeha 2022’an / Metîna

 

Nasnav: Rojhat Dilbirîn

Nav û paşnav: Yûnûs Sumer

Cihê jidayikbûnê: Amed

Navê dê û bav: Zubeyde - Ramazan

Dîrok û cihê şehadetê: 4’ê Tîrmeha 2022’an / Metîna

 

Nasnav: Serhed Agirî

Nav û paşnav: Tahrî Mûstafa Cûma

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Navê dê û bav: Zelîxa - Mûstafa

Dîrok û cihê şehadetê: 4’ê Tîrmeha 2022’an / Metîna

Di daxuyaniyê de derbarê gerîlayan ev agahî hatin dayîn:

ÇEKDAR OREMAR

Rêhevalê me Çekdar li ser zemîneke wisa civakî di malbateke welatparêz a ji eşîra Oremarî de ji dayik bû. Welatparêziya malbata wî, tevlîbûna xizmên wî yên nêzîk di nava refên gerîla û bûyîna xwediyê şehîdan de, jiyankirina wî ya li herêmeke mîna Geverê ya ku bi serhildanên xwe ji têkoşîna me re pêşengî kiriye, têra vê yekê ku rêheval Çekdar partiya me PKK'ê nas bike kiriye. Rêhevalê me Çekdar ku ji malbateke kedkar tê, têgeha kedê nas kir û ev rastî jî bû yek ji faktorên bingehîn ên sekna wî ya tevahî jiyanê diyar dike. Rêhevalê me Çekdar ku rojeva gelê me û Tevgera me dişopîne, li hemberî geşedanan helwesta pêwîst nîşan da, beriya ku tevlî Partiya me bibe derxistibû zanebûnê ku divê ji pêvajoyê re bersiv bê dayîn û piştî ku tevlê bû jî ev helwesta xwe pêşxist û berdewam kir. Li ser vê bingehê êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Kobanê ku hem ji bo gelê me bû sedema trajediyên mezin û hem jî derketinên xurt, rêheval Çekdar gelekî bandor kir. Komkujiyên çeteyan ên li ser gelê me û alîkariya dewleta Tirk a mêtinger a ji bo van êrîşan bû sedem ku rêhevalê me Çekdar li hemberî dewleta Tirk hêrs bibe û berê xwe bide refên gerîla. Bi baweriya ku tola gelê me ancax bi têkoşîna çekdarî ya li dijî dewleta Tirk a dagirker û qirker dikare bê hildan, di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû.

Rêhevalê me Çekdar di gava yekem a tevlîbûna nava refên gerîla de bi kesayeta xwe ya kedkar derketiye pêş û bi saya vê taybetmendiya xwe di dilê rêhevalên xwe de cih girtiye. Rêhevalê me Çekdar bi zanebûna pîroziya nirxên ku bi kedê hatine afirandin, di nava demê de helwesta xwe ya kedkar bi zanebûnê re kiriye yek û bingeha xebatên hîn jêhatîtir ava kiriye. Di vê wateyê de, wî tu carî dest ji lêgerînên xwe berneda û her tim hewl da ku di her tiştî de ya herî baş pêk bîne. Bi xwebaweriya ku ji zanîna vê yekê ku tevlîbûna bi vî rengî ya di nava PKK'ê de ku tevgera kedê ye, yek ji rêgezên herî rast ên tevlîbûnê ye, her tim xwe pêş xist û di demeke kin de bû pêşeng.

Rêhevalê me Çekdar ê ku bi pêşxistina xwe ya di aliyê leşkerî de karî kîn û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin zêdetir veguherîne cîhaneke hestan a watedar, her tim dixwest bibe xwedî çalakiyeke mezin. Wî ji xwe re kiribû armanca sereke ku bi çalakiyên xwe darbeyên giran li dijmin bixe û tevgera me xurt bike. Ji ber vê yekê xwe di warê leşkerî de kiriye pispor û di gerîlatiya serdema nû de kûr bûye. Rêhevalê me Çekdar li ser taktîkên serdema nû û teknîka leşkerî bi taybetî ji bo pêşxistina şerê tunelan kedeke mezin da. Bi baweriya ku şerên tunelan wê bi şerê tîmê bi tevger re serketinê bîne, di xebatên çêkirina tunelan de bû xwedî hewldanek bêhempa.

Rêhevalê me Çekdar li herêmên Zap, Cîlo û Garê gerîlatî kir û li van herêman di gelek çalakiyên li dijî dijmin de cih girt, berpirsyariyên xwe bi cih anî, bi mayîna di nav xebatên binesaziyê de demeke dirêj dixebite û ji bo bê binketinbûyîna şerê me yê azadiyê çi ji destê wî hat kir. Rêhevalê me Çekdar piştî ezmûna xwe ya leşkerî ya mezin di sala 2018’an de derbasî qada Metîna bû û di vê qadê de weke fermandarekî pêşeng beşdarî xebatan bû. Rêhevalê me Çekdar ku ti carî ji bîr nekiriye ku şer di encama amadekariyên demdirêj de bi ser dikeve, bi vê zanabûnê tevlî xebatên li qada Metîna bûye. Ji ber ku di her kêliya jiyanê de li gel rêhevalên xwe bû, hezkirina hemû rêhevalên xwe bi dest xist, wan hîs kir û di kêliyên herî dijwar de alîkariya wan kir. Ji bo vê jî hevrêyên wî li gel hevrêyê me Çekdar heta dawiyê li hemberî êrîşên dijmin li berxwe dan.

Rêheval Çekdar ku nêzî 5 sal li qada Girê Hakkarî tevlî xebatan dibe, bi karakterê xwe yê kedkar û fedekar di amadekariya Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî de li gorî şert û mercên şer rola pêşengtiyê lîst. Hem di amadekirina tunelên şer û hem jî di kolandina çeperên şer de keda wî çêbû. Li hemberî êrîşên dijmin ên li dijî qada Girê Hakkarî, bi tevlêbûna hem di qonaxên amadekarî û hem jî yên pratîkî ya gelek çalakiyên ku tê de ji ber serweriya li ser eraziyê derbên giran li dijmin hatin xistin û çek û kelûpelên leşkerî li ser dijmin hatin rakirin de, bû yek ji mînakên girîng ên fermandariya gerîlatiya serdema nû. Rêhevalê me Çekdar ku bi taybetmendî û tevlêbûna xwe ya ji dil, rast, bi coş û berxwedana xwe mîlîtanekî Apoyî yê mînak e, di dema şer de bi van taybetmendiyan derket pêş û pêşengiya berxwedana Girê Hakkarî kir. Em soz didin ku em ê têkoşîna rêhevalê xwe Çekdar ê ku ji aliyê dijmin ve bi çekên kîmyewî bi awayeke ne merdane hat şehîdkirin, bi şêwaz û tempoyeke hêjayî têkoşîna wî bidomînin.

MARDÎN PENABER

Dewleta Tirk a qirker di salên 1990’î de bi komkujî, şewitandina bi hezaran gund û pêşxistina sîstema cerdevaniyê hewl da gelê me yê îro li Mexmûrê dijîn teslîm bigire. Lê gelê me yê Mexmûrê jî li hemberî van polîtîkayên bêrûmet ên dijmin bi qîmeta koçberbûna ji warê xwe jî serî netewandiye. Çanda xwe ya erdnîgariya Botanê ya kevnar a xwe dispêre serdemên yekem ên mirovatiyê parastiye û gihandiye heta îro. Gelê me yê Mexmûrê bi salane li hemberî her cure zehmetiyan li berxwe daye û karîne jiyana bi rûmet a îro ava bikin. Bê guman ev jiyan bi hêsanî ava nebû, bi ked û fedekariya bi sedan şehîdan ava bû. Bi vê zanebûnê gelê me yê Mexmûrê tevî her cure zext, êşkence û êrîşan bêyî ku ji berxwedana xwe ya bi rûmet gav paşve bavêje, xwedî li têkoşîna azadiya Kurdistanê derdikeve.

Rêhevala me Mardîn weke zarokê gelê ewqas welatparêz û berxwedêr ê Mexmûrê ku qada jiyanê ya ji tunebûnê hatiye afirandin, di malbateke ji eşîra Goyî ya welatparêz de ji dayik bûye. Hevrêya me Mardîn ji ber tevlîbûna xizmên xwe û şehîdên xwe û bi tevlîbûna malbata xwe di nava têkoşînê de di temenê xwe yê biçûk de dest bi naskirina PKK’ê kir. Rêhevala me Mardîn ku di ciwaniya xwe de li hemberî pêvajoya şer a li welatê me Kurdistanê xemsar nebû, ji Berxwedana Kobanê û Pêvajoya Berxwedana Xwerêveberiyê gelekî bandor bû. Rêheval Mardîn xwarziya rêheval Zehra Penaber ku yek ji sembolên Berxwedana Kobanê ye, piştî şehadeta rêheval Zehra hêrsa xwe ya li hemberî dijmin bi biryara tevlîbûna nava refên gerîla nîşan da. Hevrêya me Mardîn ku bi çîrok û bîranînên rojên trajîk ên gelê me yê Mexmûrê mezin bû, di sala 2016’an de bi zanabûna ku dewleta Tirk a qirker berpirsyarê van êşan e, tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Mardîn piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, ji ber şehadeta xwişk û birayên bi navê Mardîn û Zîndan ên ku li Cizîr û Şirnexê di Berxwedana Xwerêveberiyê de de şehîd bibûn, navê Mardîn li xwe kir. Bi vî rengî bi navê ku piştî tevlîbûna xwe di nava refên gerîla de girtiye, hem ji bo tevlîbûna gerîla kir sedem, hem jî dilsoziya xwe ya bi şehîdan re nîşan da. Tevlîbûna rêhevala me Mardîn ku tevahiya meşa şoreşgerî li ser vê bingehê ava kir jî bi rengekî fedayî bû. Piştî tevlîbûna nava refên gerîla, destpêkê awayê tevlîbûna rêhevalên jin bala rêhevala me Mardîn kişand. Her çiqasê di destpêkê de ji wê yekê ku ji xeynî karên diyarkirî yên di civakê de ji bo jinan hatine destnîşankirin, di nava refên gerîla de jin dikarin hemû karên xwe pêk bînin matmayî mabe, lê piştre pê hesiya ku hêza jinê têra her karî dike û ev yek derxist zanabûnê. Dîsa di jiyana gerîlatiyê de têkiliyên hevaltiyê bandor li rêhevala me Mardîn jî kir û bû yek ji mijarên herî bingehîn ku wê bi gerîlatiyê ve girêdide. Her wiha bi hemû hêza xwe hewl da ku bibe rêhevalekî baş û encama van hewldanan jî girt. Tevî ku tevlîbûna rêhevala me Mardîn di nava gerîla de bêhtir bi hestyarî bû jî, lê bi perwerdehiya ku piştre dît, hîn bêhtir asta zanabûna tevlîbûna xwe pêş xist. Ji bo vê jî di her xebatên ku tê de cih digirt de bi ser ket û bû milîtanek a ku hemû rêhevalên wê ji xwe re mînak girtin. Bi teybetî ji gelek aliyan ve di Îdeolojiya Azadiya Jinê ya Rêbertiya me de kûr bûye û rola sîstemê ya li ser jinê dahûrandiye û derxistiye zanabûnê. Bi vî rengî rêhevala me Mardîn a ku ji bo bikaribe bibe gerîlayeke PAJK'ê ya azad gava yekem û rast avêt, lêhûrûbûna xwe domdar kir û her kêliyê di kesayeta xwe de guhertinên girîng afirand.

Hevrêya me Mardîn a ku piştî tevlîbûna nava refên gerîla demekê di nava xebatên Komalên Ciwan de cih girt, bi keda xwe alîkariya gelek ciwanan kir ku zana û tevlî nava refên azadiyê bibin. Bi şêwaza xwe ya bibandor karî bibe mînakeke baş a milîtaniya jin a Apoyî û bi vî rengî şopên kûr li ser gelek rêhevalên xwe hişt. Lê rêhevala me Mardîn a ku ji bo bersivê bide zext û êşkenceyên giran ên dijmin ên li ser gelê me û Rêbertiya me ferz dike, derbasî HPG’ê bû, di demeke kin de di warê leşkerî de perwerde dît û xwe jêhatî kir. Bi perwerdeya ku dît, karî ezmûna salan a gerîlatiyê bi dest xist û di taktîk û şêwazê gerîlatiya serdema nû de xwe kûr kir. Rêhevala me Mardîn a ku xwedî kêrhatiya bikaranîna gelek teknîkên leşkerî bû, her tim dixwest biçe herêmên ku bikare li dijî dijmin şer bike. Li ser vê bingehê rêhevala me Mardîn a ku di sala 2020’an de derbasî herêma Metîna bû, di vê qadê de di gelek xebatan de cih girt û derfeta pratîkkirina perwerdeyên leşkerî yên dîtibû peyda kir. Di gelek çalakiyên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên ku dijmin di sala 2021’an de li dijî Metîna dabû destpêkirin de cih girt û guleya yekemîn li dijmin xist. Rêhevala me Mardîn piştî ku li hemberî qetlîam û hewldanên qirkirinê yên dijmin, di serî de li hemberî gelê Mexmûrê, yên li dijî gelê me pêş dixe, bi zanabûna wateya guleya yekemîn a bersivdayînê de ye, piştre tevlî gelek çalakiyan bû û ezmûna xwe ya leşkerî pêş xist.

Rola rêhevala me Mardîn a ku di êrîşên dijmin ên li dijî Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî de da destpêkirin, di nava tîmên ku dijmin pêşwazî kir de cih girt û di derbên destpêkê yên li dijmin hatin xistin de bû  xwedî roleke diyarker. Hevrêya me Mardîn ku bi cesareteke mezin bi ser dijmin de çû, karî tola salan ji dijminê qirker hilîne. Artêşa dagirker ku li hemberî berxwedana bi rûmet a li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bêçare mabû, dîsa xwe sipart kevneşopiya xwe ya hovane ya li dijî mirovahiyê û bombeyên qedexe û çekên kîmyewî li hemberî hevrêyên me bi kar anî û bi vî rengî hesab kir ku wê karibin berxwedana rêhevalên me bişkînin. Lê belê rêhevala me Mardîn ku bi şêwazê berxwedana Apoyî ya ku heta bi her hucreyê xwe jiyan dikir li gel rêhevalên xwe, ji vê kevneşopiya berxwedanê paşve gav neavêtin û bi qehremanî ber bi şehadetê ve meşiyan. Weke şopdarek a dilsoz a Bêrîtan, Zîlan, Sema û Zehra Penaber’an, rêhevala me Mardîn ku ji bilî jiyana azad ti vebijarka jiyanê qebûl nekir, karî bi berxwedana xwe layiqê van rêhevalên pêşeng bibe.

ROZA HEDAR

Hevrêya me Roza li gundê Biryasê yê navçeya Licê ya Amedê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrêya me Roza ku xizmên wê yên nêzîk şehîd in, bi çîrokên lehengiya van hevalên şehîd mezin bû. Dîsa ji ber ku di salên 1990'î de li Licê serhildanên mezin lê geş bûn û komkujiyên ku dijmin li ser gelê me pêk aniye, ji mezinên xwe guhdar kiriye, bûye sedema hêrsa wê li hember dijmin mezintir bibe. Berxwedana bi rûmet a gelê me ya li hemberî dijmin û tolhildana Gerîlaya Azadiya Kurdistanê, hişt ku hevrê Roza partiya me PKK’ê nas bike. Mîna her ciwanek Kurd a hişyar hevrêya me Roza jî ku geşedanên li Kurdistanê ji nêz ve û bi eleqedar dişopîne, li hemberî êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê ya li Kobanê û şehadeta gelek şoreşgeran hêrseke mezin çêbû. Hevrêya me Roza ku baş dizane dewleta Tirk bi awayekî vekirî destekê dide van êrîşên çeteyan, di sala 2015’an de ji bo tolhildana şehadetan biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.

Hevrêya me Roza ku dema tevlî nava refên gerîla bû heta astekê PKK’ê nas kir, piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, hêj baştir dest bi naskirina Rêberê me kir. Bi taybet tehlîlkirina Rêbertî ya li ser pirsgirêka azadiya jinê hevrêya me Roza gelekî bandor kir. Piştî ku hînî vekolîn û nirxandinên Rêbertiyê bû, kesayetiya xwe lêpirsîn kiriye û taybetmendiyên ku ne aîdê wê bûn yek bi yek derbas kir. Ji şêwaza têkoşînê ya Rêbertiya me û hewldanên wî yên ji bo azadiya jinê bandor bû û ji bo layîqê keda Rêbertiya me bibe kedeke mezin da. Her ku Rêbertî nas kir, girêdana wê bi nirxên azadiyê û Rêbertî hêj mezintir bûye û bi heqîqeta PKK’ê re bûye yek. Hevrêya me Roza ku di her kêliya jiyana xwe de xwe perwerde dike, hewl daye paradîgmaya Rêbertiya me ya ku azadiya demokratîk, ekolojîk û jinê armanc dike fêm bike û bike bingeha jiyana xwe.

Hevrêya me Roza ku roj bi roj xwe di warê leşkerî de bi pêş dixe, bi îradeyeke mezin tevlî hemû xebatan bûye. Bi taybetî jî weke gerîlayeke YJA Starê di pratîkê de îspat kiriye ku hêza jinê têra hemû ked û xebatan dike û di vê wateyê de jî bûye milîtanek pêşeng. Piştî ku bi salan di şerê li dijî çeteyan de cih girt, bi ezmûna ku ji vir derxistiy, bi coş û kelecanek mezin derbasî herêma Metîna ya ku şer lê herî germ bû û li dijî êrîşên dewleta Tirk a qirker cih girt. Hevrêya me Roza ku li qada Metîna erka fermandariya tîmê girtibû ser milê xwe, di taktîka şerê me yê serdema nû de hem bi erkeke wiha girîng girt ser milê xwe û hem jî bi berpirsyariya vê yekê beşdarî xebatan bû.

Hevrêya me Roza ku li dijî êrîşên dijmin ên li hemberî Herêmên Berxwedanê yên Girê Hekkarî li vê qadê bi cih bû, bi şêwazê tîmên bi tevger, di gelek çalakiyan de ku derbên giran li dijmin hate xistin de cih girt. Bi çalakiyên ku pêşxist, berxwedana hevrêyên xwe yên di tunelên şer de temam kir û nehişt ku dijmin encam bigire. Hevrêya me Roza jî weke hevrêyên xwe îmze avêt berxwedaneke dîrokî û li hemberî her cure êrîşên dijmin ên dijîmirovahî, serî netewandiye û heta nefesa xwe ya dawî bi qehremanî şer kir û gihişt şehadetê. Em soz didin ku heta xeyala hevrêya me Roza ya azadiya fîzîkî yê Rêber Apo pêk were û paradîgmaya Rêbertiyê bi tevahî mirovahiyê bidin nasîn em ê têkoşîna xwe bidomînin.

ROJHAT DILBIRÎN

Hevrêyê me Rojhat li bajarê berxwedanê yê Amedê Farqîn di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbatê û şahidiya polîtîkayên qirkirinê yên dijmin ên li ser gelê me kir, partiya me PKK’ê ji nêz ve nas kir. Bi taybetî berxwedana destanî ya ku Gerîlayê Azadiya Kurdistanê li dijî dijminê mêtînger pêş xist, hevrêyê me Rojhat gelekî bandor kir. Lewma hezkirin û sempatiya wî ya li hemberî gerîla roj bi roj zêde dibû. Hevrêyê me Rojhat, ji ber ku di dibistanên qirker ên Tirk de zêde nexwendiye, zêde ji qirêjiya sîstemê bandor nebûye û karîbû cewhera xwe biparêze.

Hevrê Rojhat ku di sala 2015’an de ku ji bo gelê me û Tevgera me saleke girîng a têkoşînê bû, tevlî nava refên gerîla bû, bi tevlîbûna gerîla helwesta xwe ya li dijî pêvajoya dîrokî nîşan da. Hevrêyê me Rojhat ji bo tolhildanê ji dijmin bigire, xwe di warê leşkerî û bîrdozî de pêşxistiye û bi vî awayî xwestiye bibe bersiv ji pêvajoyê re. Hevrêyê me Rojhat ku ji xweza û jiyana gerîla gelek bandor dibe, zû hînê jiyana xwezayî dibe. Hevrêyê me Rojhat ku her tim bi jiyana gerîla ya bi xwezayê re bi heyecan bû, li ser esasê rastiya ku mirov di heman demê de parçeyek ji xwezayê ye, bi çiyayan re entegre bû.

Bi taybetî di demên ku li herêmên Avaşîn û Zapê de bû, vê rastiyê zêdetir anî ser ziman. Dîsa li hemberî têkiliya hevrêtiyê ya gerîla ku li ser esasên samîmî û jiyana hevpar û nirxê ku dida mirovan, zêdetir bi jiyanê ve girêdayî bû û bi xwe jî ji bo bibe mijara vê jiyanê di nava hewldaneke mezin de bû. Di sîstemê de neçûn dibistanên mêtîngeriyê ji bo hevrêyê me Rojhat avantaj bû. Ji ber ku pergal hişê mirovan kor dike. Ji ber vê yekê jî bi perwerdeya bîrdozî û leşkerî ya ku dîtiye xwe gelekî pêş xistiye. Di kesayeta xwe de bi afirandina guhertinên girîng hewl da ku taybetmendiyên kesayeta Modernîteya Demokratîk bi dest bixe.

Hevrêyê me Rojhat li herêmên Avaşîn û Zapê ku demeke dirêj lê ma, li dijî dijmin beşdarî gelek çalakiyan bû û ezmûneke girîng a leşkerî bi dest xist. Van tecrubeyên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir û di qadên xwe de geşedanên kolektîf pêk anî. Piştre tevlî perwerdeyên pisporiya leşkerî bû û hewl da ku ezmûnên xwe li ser bingehek zanistî bi cih bike. Bi taybetî jî armanc kir ku di taktîkên gerîlayên serdema nû de kûr bibe û bi serweriya pêwîst a li ser teknîkê erk û berpirsyariyên dewreyê bi awayekî serkeftî bi cih bîne. Hevrêyê me Rojhat ku piştî perwerdeya ku dît bi motîvasyoneke xurtir û bilindtir derbasî herêma Metîna bû, li vê qadê jî erka xwe bi serkeftî pêk anî. Hevrêyê me Rojhat ku her tim ji êrîşên dagirkeriyê yên dijmin re amade ye, hevrêyên xwe jî ji van êrîşên dagirkeriyê re amade kiriye. Di sala 2021’an de dema êrîşên dagirkeriyê yên dijmin dest pê kir, cihê xwe di çeperên berxwedanê de girt û beşdarî gelek çalakiyên ku derbe li dijmin xistin bû. Hevrê Rojhat ku herî zêde beşdarî çalakiyên li herêma Berxwedanê ya Girê Hekkarî bû, di amadekirina tunelên şer û çeperên berxwedanê de kedeke mezin da.

Dema ku êrîşên dijmin ên li hemberî herêma Berxwedanê ya Girê Hekkarî dest pê kir, hevrêyê me Rojhat ku bi hevalên xwe re bi îradeyeke pola şer kir, hem bi şêwaza şer a tîmên bi tevger û hem jî bi berxwedana di tunelên şer de bi rojan derbên giran li artêşa dagirker xist. Artêşa Tirk a dagirker ku li hemberî berxwedana dîrokî ya hevalên me nekarî encama ku tê xwestin bi dest bixe, dîsa serî li pêkanînên dijmirovahî da, çekên kîmyewî bikar anî û xwest îradeya hevalên me bişkîne. Lê hevrêyê me Rojhat ligel hevrêyên xwe, ji şehîdên xwe yên pêşeng fêrî berxwedanê bûn, heta nefesên xwe ya dawî li ber xwe dan û gihiştin şehadetê. Em soz didin ku em ê têkoşîna hevrêyê xwe Rojhat ku bi kesayeta xwe ya paqij û hevrêtiya xwe ya rast, milîtanekî Apoyî yê mînak e, bidomînin.

SERHED AGIRÎ

Hevreyê me Serhed li Kobanê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk bû, ku Kobanê bi berxwedana xwe ya bi îhtişam navê xwe li hemû cihanê daye bihîstin. Hevreyê me Serhed ku şahidiya Berxwedana Dîrokî ya Kobanê kir, ji berxwedana leheng ya Gelhat, Arîn û Zehreyan bandor bû. Hevreyê me Serhed ê ku bi saya wan hevalên me yên hêja têkoşîna me ya azadiyê nas kir, her tim diyar dikir ku ew ê xwediyê jiyaneke ku layiqê wan lehengan be. Lewma her tim sempatiya wî ji Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ku bi PKK’ê re şenber bûye hebûye û xeyala tevlîbûna nava refên gerîla kiriye. Hevreyê me Serhed ku dixwest vê xeyala xwe pêk bîne, di sala 2019’an de berê xwe daye çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû.

Hevreyê me Serhed ku bi kêf, îdia û coşekê mezin tevlî rêfên gerîla bû, di demeke kin de ferî jiyana çiyayên Kurdistanê bû. Bi keşîfkirina aliyê rizgarkirî ya çiya, serkeftinên mezin dest xistiye. Beriya her tiştî hewl da felsefeya Rêber Apo nas bike û fêm bike û her ku Rêbertî nas kir di kesayeta xwe de jî guhertin çêkir. Bi vê yekê bi gavên xwe yên xurt kesayetekî azad bi dest xistiye. Hevreyê me Serhed bi perwerdeyên bîrdozî û leşkerî bû gerîlayekî jîr, derbasî Metînayê bû û tevlî xebatên Girê Hakkarî bûye. Ji dema ewil ya xebata xwe ya li Girê Hakkarî bi kesayeta xwe ya kedkar û feda, hemû hevalên wî jê hez kirine. Bi coşeke mezin û bêrewastan tevlî amedekariyên şerê tunelan heta hemû binesaziyên pêwîst ên şer bûye û alîkariyek girîng daye.

Hevreyê me tevî bi tecrubeya xwe ya kêm ya leşkerî, di êrîşên dijmin ên di 25’ê Gulana 2022’an de li dijî Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî dayî destpêkirin, bûye yek jî hevreyên me yên ku ewil bi awayekî fedaî bersiv dane dijmin. Li dijî dijmin hem di tunelên şer de hem jî tevlî çalakiyên tîmên gerok bûye. Ji bo Girê Hakkarî veguhere qada berxwedanê roleke girîng lîst. Hevreyê me Serhed ku baweriya xwe ya serketinê di amadekariyên beriya destpêkirina şer nîşan da, di dema şer de jî vê baweriya xwe parastiye û bê dudilî li dijî dijmin şer kiriye. Hevreyê me Serhed mîna hevreyên xwe yên din ji mîrateya berxwedanê ya PKK’ê tawîz neda, heta nefesa xwe ya dawî şer kir û gihişt asta şehadetê. Em soz didin ku em ê heta dawî têkoşîna hevreyê xwe Serhed ku bi sekna xwe ya leheng û dilnizmiya xwe bû milîtanekî Apoyî yê mînak, bidomînin.