HPG: 5 dagirker hatin cezakirin, dronek hate xistin -HATE NÛKIRIN

Artêşa Tirk a dagirker tevî çekên kîmyewî ji hewayî û bejahî êrişên xwe didomîne. Hêzên gerîla jî hemberî dagirkeran çalakiyan dikin. Di çalakiyan de yên ku hêzên YJA Starê pêşengiya wê kirine, 5 leşkerên dagirker hatin cezakirin û dronek hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ev daxuyanî da

“Artêşa Tirk a dagirker li Zap û Avaşînê nikare li hemberî berxwedana dîrokî yê hêzên me bi pêş ve were lê bi çekên kîmyewî û teqemeniyan çeperên şer bomberdûman dike. Artêşa Tirk a mêtinger bi metodên nemerdane 21 caran çekên kîmyewî bi kar anî û ligel ku bi dehan caran qadên berxwedanê bomberdûman kir, çalakiyên bi bandor ên ku hêzên me YJA Star pêşengiya wê dikin, bênavber didome.

Di van çalakiyan de 5 dagirker hatin cezakirin û dronek hate xistin.

Agahiyên li ser çalakiyan wisa ye:

“LI HERÊMA ZAPÊ;

12’ê Gulanê di saet 16:30’an de hêzên me yên YJA Starê ve bi taktîkeke sûîqestê li dagirkerên li derdora çeperên şer ên Kevirêkun ên Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara dan û 2 dagirker hatin cezakirin.

Di 13’ê Gulanê de çeperên şer ên Şehîd Berxwedan ên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin. Artêşa Tirk a dagirker 19 caran çeperên şer ên Şehîd Berxwedan bi çekên kîmyewî yên cûrbecûr yên di nava wan de katran hebû û bi rengekî giran dûmanên jehrî yên reş û qehweyî çêdikir, bombe kir.

13’ê Gulanê saet 17:00’an dronek li qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn ji aliyê hêzên me ve hatiye xistin.

Dagirkerên ku roja 13’ê Gulanê saet 10:15’an hêzên me dagirkerên ku li derdora çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Kurojahro ketin tevgerê kirin armanc û bi taktîkên sabotajê û bi çekên giran li wan xistin. Di encama van çalakiyan de 2 dagirker hatin cezakirin. Di heman rojê de hêzên me bi taktîkên sabotajê li dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên Şehîd Tolhildan ve bi pêş ve biçin xistin û 1 dagirker hate cezakirin.

13’ê Gulanê saet 13:00’an, dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên li herêma Berxwedanê ya Şehîd Şahîn ve bi pêş ve biçin, ji aliyê hêzên me ve bi çekên giran hedef hatin girtin. Di encama mudaxeleya hêzên me de, dagirker neçar man gavekê paşde vekişin.

Roja 12’ê Gulanê bi şev 2 helîkopterên êrîşê yên artêşa Tirk a dagirker ku li ser herêmên di bin kontrola PDK’ê de derbas bû û dixwestin herêma Berxwedanê ya Kurojahro bomberdûman bikin, rastî êrîşên dijwar ên hêzên me hatin. Di encama mudaxeleya hêzên me de 2 helîkopterên êrîşê yê dagirkerên Tirk neçar man ji qadê derkevin.

14’ê Gulanê di saetên sibehê de di navbera hêzên me û dagirkerên ku dixwestin ber bi çeperên şer ên Girê Şehîd Sorxwîn ên girêdayî herêma Berxwedanê ya Çiyareşê ve bi pêş ve biçin, pevçûnên dijwar qewimî. Agahiyên berfireh ên li ser pevçûnên ku diqewimin her ku bi dest bikevin dê bi raya giştî re bên parvekirin.

LI HERÊMA METÎNA;

13’ê Gulanê saet 13:10’an hêzên me qereqola Kanî Masî ya artêşa Tirk a dagirker a di nava sînorên Başûrê Kurdistanê de ye hedef girtin. Hedefên ku di encama çalakiyê de hatine tespîtkirin bi awayekî rast hatine derbkirin.

BOMBARDÛMANA DAGIRKERAN DIDOME

Artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer, helîkopterên êrîşkar û obusan êrîşên dijwar li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anîn.

Agahiyên êrîşan wiha ne:

Di 12’ê Gulanê de qada Deşta Kafya ya herêma Garê 2 caran ji aliyê balafirên şer ve hate bombekirin.

13’ê Gulanê ji qereqolên li ser xeta sînor quntarên Girê Şekîf ên herêma Xakurkê bi obus û hawanan hatiye bombekirin.

13’ê Gulanê saet 11.40’an Herêmên Berxwedanê ya Werxelê ya girêdayî herêma Avaşînê bi helîkopterên êrîşê û 2 caran bi çekên kîmyewî bomberdûman kiriye.

Di 13’ê Gulanê de herêmên Çemço, Çiyareş, Girê Cehenem, Şehîd Şemdîn, Kurojahro, Şikefta Birîndara, Karker, Şehîd Şahîn, Girê Ortê û Girê Cûdî yên herêma Zapê bi obus, hawan, helîkopterên êrîşê û 26 caran bi balafirên şer bomberdûman kirin. .

14’ê Gulanê saet 07:10’an qada Gundê Fileha ya herêma Zapê bi balafirên şer hatiye bombekirin.”