HPG: 4 hevrêyên me yên tedawî dibûn bi êrişa hewayî şehîd bûn

HPG'ê ragihand ku şeva 20'ê Gulanê li derdora gundê Mangişkê yê Duhokê, 4 gerîlayên ji tedawiyê vedigeriyan di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên ku di 20'ê Gulanê de di êrişa hewayî de şehîd bûn eşkere kir.

Agahiyên berfireh ên daxuyaniya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Şeva 20'ê Gulanê, komek ji hevrêyên me yên ji ber pirsgirêkên tenduristiyê dihate tedawîkirin û ji dermankirinê vedigeriyan, li derdora gundê Mangişkê yê Duhokê bûn hedefa êrişa hewayî ya dewleta Tirk. Di vê êrişê de 4 hevrêyên me şehîd bûn.

Medya şerê taybet a dewleta Tirk ku berevajîkirina rastiyê ji xwe re kiriye pîşe, vî karê xwe timî dike. Ji bo nixumandina têkçûna xwe ya li Avaşîn, Zap û Metînayê, bi her awayî serî li derewan dide, bi rêya vê yekê hewl dide serketineke erzan biafirîne.

Hevalên me Zagros, Dilgeş, Dara û Firat pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê hebûn û ji tedawiyê vedigeriyan. Sivîl bûn, bêçek bûn, lê belê tevî ku bêçek bûn, bûn hedef. Berevajî îdîayên ku dewleta Tirk dike, ti wezîfeyeke di asta herî bilind de ya van hevalên me tune bû. Ev îdîa derew e. Lê belê her çar hevrêyên me jî ewladên leheng ên bijartî yên gelê me bûn, milîtanên hêja yên partiyê bûn.

Tê fêhmkirin ku di vê bûyerê de jî rola hin sîxurên xwecihî heye. Di encama îxbara namerdî ya sîxurên bi MÎT'ê re dixebitin, bûn hedefa êrişê. Li dijî van sîxurên ku hevkariyê bi dijmin re dike, ji ber ku kes dengê xwe nake û ji nedîtî ve tê, ev sîxur bêyî astengiyekê bibînin li herêmê tevdigerin. Em bang li xelkê me yê Başûrê Kurdistanê dikin ên ku di şoreşê de kedeke mezin daye û bi taybetî bang li ciwanên Kurd dikin ku van sîxurên dijmin qebûl nekin, helwestê li dijî wan nîşan bidin, wan di nava xwe de venehewînin û li ber tevna sîxuriyê rabin.

Hevrêyê me Zagros li nava malbateke welatparêz a Colemêrgê ji dayik bû û di demeke kurt de Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir. Hevrêyê me Zagros bi bandora karaktera şoreşgerî û welatparêzî ya Rêberê me û tevgera me, demeke dirêj nîv profesyonel tevlî karê şoreşê bû. Di nava vê demê de bi ked û fedakariyeke mezin kar kir, sala 2009'an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Zagros ku ne xerîbê jiyana gerîla bû û timî di nava gerîla de bû, ji kêliya ku tevlî bû û pê ve bi coş û tempoyeke mezin berpirsyariyên xwe hemû bi rengekî serketî bi cih anî. Bi sekna xwe ya sade û dilnizm bû mînak ji hevrêyên xwe hemûyan re û dilsozê hevrêtiyê bû.

Hevrêyê me Dara li nava malbateke welatparêz a li Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Mêtinger ji bo ciwanên Kurd ji têkoşîna şoreşgerî dûr bixîne û nehêle ku ciwanên Kurd tevlî nava refên partiyê bibe, polîtîkayên şerê taybet dimeşînin. Hevrêyê me Dara jî demekê ketibû bin bandora van polîtîyan jî piştî ku partiya me PKK û Rêber Apo nas kir, ev polîtîkaya rejîma Îranê baştir fêhm kir û bi helwesteke şoreşgerî tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, bandora sîstemê ya dûrxistina şexs ji cewhera xwe, ji ser xwe avêt. Li gelek herêmên Başûrê Kurdistanê wezîfe kir û di jiyana xwe ya şoreşgerî de bi kedkarî, fedakarî û bêhesab tevlî bû.

Hevrêyê me Dilgeş li nava malbateke welatparêz a Mûşê ji dayik bû. Hevrêyê me Dilgeş kevneşopiya berxwedêr a herêma Serhedê ji xwe re kir esas û bi ciwantiya xwe re polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a mêtinger qebûl nekir, tevlî nava karên şoreşgerî bû. Ji bo li dijî faşîzma DAÎŞ'ê şer bike tevlî nava refên gerîla bû, ku DAÎŞ hingî bi desteka dewleta Tirk li dijî gelê Kurd dest bi êrişeke mezin ikribû. Tevlîbûna li nava refên gerîla, li dijî polîtîkayên qirkirinê ne weke alternatîfekê, lê weke ferzekê têgihişt û bi vê têgihiştin û berpirsyariyê wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bi rengekî serketî pêk anî. Hevrêyê me Dilgeş qîmeteke mezin da hevrêtiyê, ji dil bawer kir ku divê wezîfeyên şoreşgerî yên hevrêyên şehîd bûn bên bicihanîn û nirxên nû bên afirandin.

Hevrêyê me Firat li nava malbateke welatparêz a Rihayê ji dayik bû, li dijî rêxistiniyên komprador ên noker û nokeriya ji dewleta Tirk re, bi çîrokên berxwedanê yên pêşengên şoreşger mezin bû. Di demekê de ku têkoşîn bi xurtî dihate meşandin, hevrêyê me Firat tevlî nava têkoşîna şoreşê bû û ev biryardariya xwe ya têkoşînê ji bo xwe veguherand kesayetiya milîtan. Hevrêyê me Firat li gelek herêmên Kurdistanê têkoşiya, bi cidiyeteke mezin nêzî her karî bû. Hevrêyê me Firat bi sade û durustiya xwe ji hevrêyên xwe hemûyan re bû mînak.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Zagros, Dilgeş, Dara û Firat ên ku ji bo azadiya gelê Kurdistanê bi îrade û lehengiyeke mezin têkoşiyan, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."

Nasnav: Dilgeş Serhat
Nav paşnav: Mehmet Emîn Alkaş
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Medîne-Hasan
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Gulana 2021 / Duhok

Nasnav: Zagros Glort
Nav paşnav: Selahattîn Dede
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Gulana 2021 / Duhok

Nasnav: Dara Bêrîtan
Nav paşnav: Babek Ebdiselendecî
Cihê jidayikbûnê: Sine
Dayik-Bav: Ferîba-Şukrullah
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Gulana 2021 / Duhok

Nasnav: Firat Şoreş
Nav paşnav: Anter Firat
Cihê jidayikbûnê: Riha
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Gulana 2021 / Duhok