HPG: 3 dagirker hatin cezakirin

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 11 caran bi bombeyên nukleer ên taktîkî û çekên kîmyewî, 10 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran bombe kir.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di çalakiyên hêzên me de 3 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 11 caran bi bombeyên nukleer ên taktîkî û çekên kîmyewî, 10 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran bombe kir.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

11'ê Îlonê saet di 06:00 de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger li dijî dagirkeran çalakiyeke koordîneyî ya gerîla lidar xistin. Baskê destpêkê yê çalakiyê bi sûîqestê dagirkerek ceza kir. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî bi çekên giran li dagirkeran xist. Li vir jî dagirkerek hate cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

10'ê Îlonê saet di 13:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin ku berê xwe dabûn çeperên şer. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên nukleer ên taktîkî û çekên kîmyewî;

10'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê çeperên şer 2 caran bi bombeyên nukleer ên taktîkî û çekên kîmyewî hatin bombekirin. Hate tespîtkirin ku gazên kîmyewî yên hatin bikaranîn dema li erdê diket deqên sor li erdê çêdikir û bêhna gulê jê dihat.

10'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Çemço çeperên şer ên li Girê Şehîd Aryen û çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM 9 caran bi bombeyên nukleer ên taktîkî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

10'ê Îlonê saet di 12:30'î de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Fedakar, dagirkeran madeyên dişewitîne avêtin nava tunelên şer û agir berdan tunelan.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

10'ê Îlonê Qada Girê Zengilê ya Garê û zeviyên Gundê Bukrîskan ê Qendîlê bi balafirên şer 3 caran hatin bombekirin. Ji ber bombardûmanê agir bi qadê ket û şewat hîn jî dewam dike.

10'ê Îlonê Qada Berxwedanê ya Sîda 7 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

10'ê Îlonê Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Girê Cûdî û Sîda bi dehan caran bi obus û çekên giran hatin bombekirin.

10'ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker li Qada Berxwedanê ya Karker bi kepçeyan hwl dan çeper û tunelên şer hilweşîne.

10'ê Îlonê li drone li ser Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Adil geriyan."