HPG: 3 dagirker hatin cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker 26 caran jê bi bombeyên fosforê bi giştî 34 caran çekên qedexekirî li dijî gerîla bi kar aniye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nviîskî li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çalakiyên gerîla agahî parve kir.

Di daxuyaniya HPG'ê de hate gotin, "Di encama çalakiyan de ku bi pêşengiya tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê de hatin lidarxistin, 3 dagirker hatin cezakirin. Ev çalakî ji bo hilanîna tola ji fermandarên pêşeng ên Tevgera Jinê ya Azad hevrêya me Bêrîvan Zîlan hatin lidarxfistin."

Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin: "Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 34 caran bi bombeyên fosforê, bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 13 caran bi helîkopterên êrîşê, 7 caran bi balafirên şer û bi dehan caran bi tank û obusan bombardûman kir. Artêşa Tirk a dagirker li hemberî çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara carekê bombeya taktîk nukleer û 26 caran jî bombeya fosforê bi kar anî. Çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê yên li Çemço, Saca, Girê Amediyê û Girê Cûdî 7 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî bombe kir."

HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta Tirk a dagirker jî ev agahî parve kir:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

21'ê Tebaxê saet di 23:00 de li Qada Berxwedanê ya Çemço, tîmên me yên bi tevger li helîkopteran xistin ku dixwestin bombeyan li qadê bibarînin. Piştî destwerdana hêzên me, helîkopter neçar man ji qadê biçin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

21'ê Tebaxê saet di 16.15'an li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî derb li dagirkeran hate xistin.

21'ê Tebaxê saet di 18:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi sûîqestê li dagirkeran xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

21'ê Tebaxê saet di navbera 20:30 û 21:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê du caran bi sûîqestê li dagirkeran xistin. Di çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî;

21'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara 26 caran bombeyên fosforê li hemberî çeperên şer hatin bikaranîn.

21'ê Tebaxê çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê yên li Şikefta Birîndara, Çemço, Saca, Girê Amediyê û Girê Cûdî 8 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi obus, çekên giran û helîkopteran;

21'ê Tebaxê drone li ser Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê FM'ê geriyan.

21'ê Tebaxê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê Hakkarî, Girê Amediyê, Girê Cûdî û Girê FM 13 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

21'ê Tebaxê Qadên Berxwedanê yên Girê Hakkarî, Sîda û Çemço 7 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

21'ê Tebaxê Qada Berxwedanê yên Şikefta Birîndara, Girê Hakkarî û Girê Amediyê bi obus û çekên giran bi dehan caran hatin bombekirin."