HPG: 2 dagirker hatin cezakirin, wesayiteke leşkerî hate îmhakirin

HPG'ê diyar kir ku di çalakiyên gerîla de 2 dagirker hatin cezakirin û wesayiteke leşkerî hate îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên navbera 1-3'ê Çileyê û êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl

2'ê Çileyê saet di navbera 12:00-16:00 de bi çekên giran dest li dagirkeran hate werdan ku hewl didan li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bikevin çeperê û hewldana dagirkeran hate astengkirin.

3'ê Çileyê saet di 10:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

3'ê Çileyê saet di 10:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

3'ê Çileyê saet di 10:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hêzên me dest li liv û tevgera helîkopteran werdan.

3'ê Çileyê saet di navbera 14:30-15:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran dest li dagirkeran hate werdan ku hewl didan bikevin çeperê û hewldana dagirkeran hate astengkirin.

3'ê Çileyê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku hewl didan bikevin çeperê. Derb li çeperekê hate xistin. Saet di 16:10'an de bi çekên giran dest li helîkoptera Skorsky hate werdan.

3'ê Çileyê saet di 16:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

3'ê Çileyê saet di 10:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li wesayiteke leşkerî hat xistin û di encamê de wesayit teqiya û bi temamî îmha bû.

Li herêma Xakurkê

3'ê Çileyê saet di 13:30'î de li Girê Şehîd Heqî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û droneyên bombebarkirî

2 û 3'ê Çileyê li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 2 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

3'ê Çileyê li herêma Zapê çeperên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker

1, 2 û 3'ê Çileyê li herêma Metînayê qadên Şêlazê û Dergelê 2 caran, li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 2 caran, li herêma Xakurkê Girê Rostê, Kolît, Ava Lolanê, Girê Berbizina 6 caran, li herêma Garê qada Deriyê Hirçê 2 caran; bi giştî 12 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin."