Hozat: Ev 45 sal in em ji bo Kurdistana serbixwe têdikoşin

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir, ku ew li hemberî Kurdistana serbixwe dernakevin û got, "Ev 45 sal in em ji bo vê têdikoşin. Rêberê me berdêla vê yekê dide."

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat, di beşa îro ya hevpeyvîna xwe ya li gel ANF'ê de rewşa Kurdan a li Sûriye û Iraqê, referandûma Başûrê Kurdistanê, rojeva xweseriyê ya li Şengalê û pêwîstiya bi yekîtiya neteweyî ya Kurdan nirxand.

PLANA TIRKIYEYÊ YA DAGIRKIRINA EFRÎN-ŞEHBAYÊ

Hozat bal kişand ser plana hikumeta faşîst a AKP-MHP a ji bo dagirkirina Şehba û Efrînê û got, "Ji xwe vê plana xwe venaşêrin. Ji bo pekanîna vê planê pêwîstiya wan bi piştgiriya navneteweyî heye. Bêyî erêkirin û desteka DYA û Rûsyayê, zehmet e ku vê plana xwe bixin meriyetê. Armanca Tirkiyeyê ew e ku pêşî li avabûna sîstemeke demokratîk a Sûriyeyê bigire. Bi plana dagirkirina Şehba re dixwaze vê bike. Hewl dide bi dagirkirina Şehbayê re hem pêngava Reqayê qels bike, hem jî pêşî li destwerdaneke gengaz a DYA ya li Îdlibê bigire. Lewma Tirkiye ji bo destê xwe yê li Sûriyeyê xurt bike, pêwîstiyê bi dagirkeriyeke wiha dibîne. Hewl dide vê planê bi Rûsya û Îranê re bide qebûlkirin. Eşkere ye ku di hevdîtinên navbera Tirkiye û Îranê de ev plan hatiye nîqaşkirin."

ÇARESERIYA YEKANE YA RASTEQÎN

Hozat diyar kir, têkoşîna YPG/YPJ û QSD'ê ya li dijî DAIŞ'ê li Sûriyeyê û li gelemperiya herêmê rê li ber pêşketinên bêhempa vekiriye û wiha dewam kir: "Li Bakurê Sûriyeyê sîstemeke demokratîk afirand. Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûiryeyê, ji bo gelên Sûriyeyê destketiyeke mezin e. Nîşaneya yekîtiya azad û demokratîk a gelên Sûriyeyê ye. Ev model garnatiya Sûriyeya demokratîk a yekbûyî ye. Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê sîstema sîwanî ya herêmên xweser e. Sîstemeke ku bibe hiqûqa rêveberiya hevpar a federasyona demokratîk a li Şamê ava bibe."

Hozat bi bîr xist, ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi bîr, bawerî û felsefeya azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têdikoşe û got, "Nêrîna yekîtiya demokratîk û jiyana azad, nêrîna Rêber Apo ye. QSD'ê li gorî nêrîna Rêber Apo xwe bi rêxisitn kiriye."

REQA YA XWESER A DEMOKRATÎK

Têkildarî rewşa Reqayê Besê Hozat got, "Sîstema ku piştî DAIŞ'ê li Reqayê ava bibe, wê ji bo demokrasiya Sûriyeyê xwedî cih û roleke girîng be. Karê meclîsa demokratîk a li Reqayê ava bûye, di vî warî de gelekî hêja ye. Hemû nasnameyên cuda yên li Reqayê dijîn di nava vê meclîsê de cih digirin. Xwedî îradeyeke rêveberiya demokratîk a hevpar in. Eger ev modela rêveberiyê mîna li Minbic û kantonên din bê rûniştandin wê rêveberiy Reqayeke Xweser Demokratîk derkeve holê. Ev yek wê bandoreke gelekî erênî li temamiya Sûriyeyê bike."

PIŞTÎ REQAYÊ PÊVAJOYA SIYASÎ TÊ

Hozat destnîşan kir, ku piştî rizgarkirina Reqayê wê pêvajoya çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê bibe rojeva sereke û got, "Wê pêvajoya destnîşankirina sîstema îdarî siyasî ya Sûriyeyê dest pê bike. Lewma di mijara ji nû ve dîzaynkirina Sûriyeyê de wê hêzên demokratîk ên Sûriyeyê, bi taybetî Kurd hêzeke bi bandor û xurt bin. Rewşeke berevajî wê were wateya dewamkirina şerê navxweyî yê li Sûriyeyê û parçebûna Sûriyeyê."

DIVÊ ŞENGAL XWESER BE

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat di dewama axaftina xwe de işaret bi Şengalê kir û got, "Meclîsa Şengalê projeya Şengala Xweser Demokratîk ji raya giştî re eşkere kir. Ev gelekî girîng bû. Ez wan pîroz dikim. Di nava dîrokê de gelek caran ferman li Êzidiyan rabûn. 73 caran ferman li wan rabûn. Bi saya PKK'ê pêşî li fermana dawî hate girtin. Ev trajediyeke tirsnak bû. Êşeke gelekî giran bû. Xwestin, yek ji bawerî û çanda herî qedîm a dîroka mirovahiyê ji holê rakin. Ev yek tinekirina mirovahiyê ye.  Bêdengiya li pêşberî vê yekê, ji nedîtî ve hatin bê wijdanî, bê exlaqî û destberdana ji mirovahiyê ye.

Divê Şengal xweser be. Xwedî statuyeke siyasî be, karibe xwe bi rê ve bibe û biparêze. Nabe ku êdî Şengal ji wijdanê hinekan re bê hiştin. Ji fermanan jî tê dîtin ku ji bilî Êzidxaniyan kes nikare Şengalê, kes nikare Êzidxanê biparêze. Ev projeya ku ragihandin, ji xwe vegotina vê rewşê ye. Pêwîste ji bo bicihanîna vê projeyê Şengalî seferber bibin. Li her derê lazim e bi biryardarî û daxwazeke mezin bixebitin."

Hozat destnîşan kir, ku Şengalî ji aliyekî ve divê sîstema xwe ya civakî ya demokratîk ava bikin, li aliyê din jî hêza xwe ya parastinê xurt bikin, şerê parastinê bidomînin û bi têkoşîneke xurt a civakî, siyasî, dîplomatîk û hiqûqî statuya xwe bi cîhanê bidin qebûlkirin.

WÊ DAWÎ LI KAOSA JI 5 HEZAR SALÎ BÎNE

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat anî ziman, sîstemeke xweseriya demokratîk a Şengalê hem ji bo Başûrê Kurdistanê, hem jî ji bo Iraqê destketiyeke mezin a demokratiyê ye û got, "Şengal a xweser û demokratîk wê Başûrê Kurdistanê û Iraqê demokratîk bike. Bêguman sîstema xweser a demokratîk a Şengalê bi tena serê xwe têra vê nake, lê belê wê deriyê demokratîkbûnê heta dawiyê veke. Bi Şengalê re sîstemeke federal a demokratîk a xwe dispêre herêmên xweser ên li ser xeta herêma xweser a Nînova û herêma xweser a Mûsilê wê rê li ber pêşketinên bêhempa veke. Wê bi roleke welê rabe, ku dawî li kaosa 5 hezar salî û şerên giran ên tirsnak bîne."

BERPIRSYARIYA DÎROKÎ

Li ser mijara kongreya neteweyî Hozat bi bîr xist, ku Konseya Rêveber a KCK'ê beriya dmeke kin belgeyek li ser pîvanên yekîtiya neteweyî weşand û bi vî awayî nêzîkatiya xwe ya li xebaten KNK'ê nîşan da.

Hozat anî ziman, ku ew xebatên KNK'ê teqdîr dikin û got, "Bi rastî jî em di pêvajoyeke dîrokî de ne. Ji bo Kurdan pêvajoya man û nemanê ye. Eger Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bîne, wê destketiyên gelekî mezin bi dest bînin. Wê mirovahiyê bi xurtî bi ser bixînin. Em hewl didin bi vê hişmendî û berpirsyariyê tevbigeirn. Di vê mijarê de em amade ne her kar û hewldanê bikin. Dîrok berpirsyariyê diavêje ser milê me hemûyan. Lazim e em bibin bersiv."

BERXWEDAN BI TENA SERÊ XWE TÊRÊ NAKE

Hozan ragihand, gelek tişt hene ku Kurd dikarin ji dîrokê hîn bibin û got, "Ji ber ku nekarî yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin ji bin zext û zordariya qirkirinê rizgar nebûn. Bi sedan salan komkujiyên mezin bi serê wan ve hatin, êşên gelekî giran kişandin. Qirkirinên aborî û çandî ku kêm caran di dîrokê de tê dîtin, bi serê wan ve hatin. Tevî berxwedaneke xurt jî nekarîn ji vê zext û zordariyê rizgar bikin. Eşkere ye berxwedan bi tena serê xwe têrê nake. Kêm dimîne. Aliyê kêmmayî jî yekîtiya neteweyî ye."

Hozat destnîşan kir, ku Kurd mecbûr in di vê sedsalê de yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin û got, "Ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî şert û merc, derfet afirîne."

REFERANDÛMA LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Têkildarî rojeva referandûmê ya li Başûrê Kurdistanê Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat ev nirxandin kir:

"Weke ku tê zanîn, PDK'ê referandûm xiste rojevê. PDK ji bo xwe ji vê rewşa tengav rizgar bike, ji bo mûxalefetê bêdeng bike rojeveke bi vî rengî afirand. Li Başûr pirsgirêkên gelekî giran ên siyasî, aborî û civakî hene. Ev pirsgirêk êdî ji krîzê jî wêdetir gihîşt asteke ku dikare encamên gelekî xetere bi xwe re bînin. Ev du sal in li başûr parlament naxebite. Tevî ku Tevgera Goran di nava rêveberiyê de ye, bi temamî li derveyî rêveberiyê hatiye hiştin. Destûr nayê dayin ku bikeve Hewlêrê. Her roj gefên mezin lê tê xwarin. YNK tevî ku di nava rêveberiyê de ye, bandora wê tê şikandin, zextên mezin lê tê kirin û nikare îradeya xwe nîşan bide. Dadgerî ji xwe nîne. Erk hemû li nava PDK'ê, di destê Malbata Barzanî de hatine komkirin. Li Başûrê Kurdistanê malbatek desthilatdar e. Nepêkane ku mirov qala hebûna sîstemekê bikin. Dengekî nizm ê mûxalîx jî bi şîdet û êrîşê tê bêdengkirin.

BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DAGIRKIRÎ YE

Wekî din, dewleta Tirk ji xwe Başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Li Başûrê Kurdistanê 24, belkî jê zêdetir jî baregehên leşkerî yên artêşa Tirk hene. Bi dehan navendên îstîxbaratê hene. Artêşa Tirk her roj li Başûrê Kurdistanê operasyonan dike, bombeyan dibarîne. Çavkaniyên aboriyê yên Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bi pereyê ji vê derê qezenç dike, hebûna xwe diparêze. Bazarên Başûrê Kurdistanê veguherîne sergoyên Tirkiyeyê. Mal û eşyayên ku li Tirkiyeyê divê bên avêtin, li bazarên Başûrê Kurdistanê tên firotin. Bila li qisûrê nenêrin, lê belê gelê me yê li Başûrê Kurdistanê mehkûm kirine ku xwe ji sergoyê Tirkiyeyê xwedî bike.

HÊRSA GELÊ BAŞÛR MEZIN E

Haya gelê me ji vê heye û li hemberî vê rewşê jî gelekî bi hêrs e. Wekî din, polîtîkaya PDK'ê ya li ser Bakur û Rojava di nava gel de rê li ber nerazîbûneke mezin vedike. Ji ber ku piştgiriyê dide polîtîkayên qirker ên rejîma faşîst a AKP-MHP'ê. Operasyonên qirkirinê yên rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ji aliyê PDK'ê ve rast tên dîtin û piştgiriyê dibînin. Eşkere ye, êrîşên 3'ê Adarê û 24'ê Nîsanê yên li Şengal û Rojava, plana hevpar a dewleta Tirk û PDK'ê bûn. Hevkariya vekirî ya vê planê, PDK li Kurdistanê û herêmê gelekî teşhîr kir.

PDK DIXWAZE ÎMAJA XWE NÛ BIKE

Referandûm di nava vê atmosferê de tê kirin. Piştî ku PDK'ê dît li Başûrê Kurdistanê, li gelemperiya Kurdistanê rewşa wê tê lêpirsîn û hêrseke mezin li dijî wê heye, ev rojev afirand û xwest îmaja xwe nû bike. Xwest mûxalefetê bêdeng bike. Bi gotina 'li dijî Kurdistana serbixwe ye' hewl dide her kesên PDK'ê rexne dikin, bêdeng bike. Bala xwe bidinê, taktîkek mîna ya AKP'ê dimeşîne. Çawa ku AKP kesên wê rexne dike jê re dibêje 'tu terorîst e, pirsgirêka te li ser paşeroja Tirkiyeyê heye, tu li paşeroja Tirkiyeyê nafikire' û sûcdar dike, PDK jî bi gotina 'tu li dijî Kurdistana serbixwe ye' kesên PDK'ê rexne dikin bêdeng dike. Mûxalefeta demokratîk bi vî rengî tê bêdengkirin, bê polîtîka û bê têkoşîn tê hiştin."

KESEK LI DIJÎ KURDISTANA SERBIXWE DERNAKEVE

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir, ku kes li dijî Kurdistana serbixwe dernakeve û got, "Gelo kî Kurdistana serbixwe naxwaze. Ev bû 45 sal in em ji bo Kurdistana azad û serbixwe em têkoşîneke mezin didin. Rêberê me li Îmraliyê berdêla Kurdistana serbixwe dide. Rastiya Îmraliyê bi rengekî vekirî nîşan dide, bê kî Kurdistana serbixwe dixwaze. Bila demagojiyê nekin, gel nexapînin. Şerm e, guneh e. Mebesta PDK'ê ji Kurdistana serbixwe ew e, ku Kurdistaneke hê girêdayî, hê kole ye. Netewe dewlet xwedî dîrokek ji 400 salî ye. Li Rojhilata Navîn dîroka vê 100 sal e. Ti ji dewletên netewe, azadî û demokrasî neaniye ji civakên li nava sînorên xwe. Berevajî vê, hê bêhtir zext, zilm û êş bi xwe re aniye. Gel timî li hemberî hev daye şerkirin."

Hozat destnîşan kir, ku avabûna netewe-dewletekê li Başûrê Kurdistanê wê azadiyê neyne gelên Başûrê Kurdistanê bi taybetî Kurdan û got, "Ji bo me Kurdan wê nebe destketiyek. Wê Kurdan bixe nava êş û şerekî mezintir. Wê şerekî Kurd-Ereban ê bi dehan salan derxîne holê. Wê bibe sedem ku li Kurdistanê çîneke mêtinger ava bibe. Ev çîna mêtinger wê xwîna gelê Kurd bimêje, heta ku biçikîne."

BILA BAŞÛR MODELA ROJAVA JI XWE RE BIKE MÎNAK

Hozat diyar kir, li Başûrê Kurdistanê sîstemeke federal a demokratîk a xwe dispêre herêmên demokratîk, sîstema herî demokratîk û azadîparêz e û got, "Ev yek çareseriya hemû pirsgirêkan e. Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, dikare ji bo Başûrê Kurdistanê jî mînak bê dîtin. Ev yek wê Başûrê Kurdistanê aram bike.

BAŞÛR TEVAHIYA KURDISTANÊ ELEQEDAR DIKE

Wekî din vê yekê jî gelekî girîng dibînim. Çarenûsa Başûrê Kurdistanê temamiya Kurdistanê eleqedar dike. Çar parçeyên Kurdistanê ji nêz ve eleqedar dike. Ji ber ku rewşa li parçeyekî bandorê li hemû parçeyên din dike. Lewma cihê dayina biryarên bi vî rengî yên diyarkirina çarenûsê, Kongreya Neteweyî ye. Rewşa Başûrê Kurdistanê, mijara referandûmê jî divê li Kongreya Neteweyî bê nirxandin û biryar li ser bê dayin. Bi rengê din bê kirin, wê ne rêbazeke demokratîk be û ferzkirinên yekalî wê qebûl nebin."