Hisên: Divê di demek nêzîk de Îdrîs Selîm bê azadkirin

Pêşmergeyê dêrîn û endamê Tevgera Azadî Îdrîs Selîm zêdetirî 8 mehe ku ji aliyê asayîşa Hewlêrê ve bê ku sûcek hebe hatiye destgîrkirin.

Endamê Tevgera Azadî a li Başûrê Kurdistanê Îdrîs Selîm di 8’ê Nîsana 2019’an ji aliyê asayîşa PDK’ê ve bê ku sûcek wî hebe hatiye destgîrkirin û sedemê destgîrkirina wî jî ne hatiye eşkerekirn.

Cîgirê hevserokê Tevgera Azadî Tara Hisên derbarê rewşa dawî ya Selîm de axivî û got: “Ne li gorî ti belgeyek ya dadgehê û fermanekî dadgehê ew hatiye destgîrkirin. Ev 8 mehe ku heval Îdrîs Selîm endamê Tevgera Azadî ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye destgîrkirin.”

‘ÊŞKENCEYA DERÛNÎ Lİ BERAMBERÎ SELÎM TÊ KİRİN’

Her wiha Tara Hisên bal kişand ser rewşa girtî ya niha lê û got: “Niha rewşa Selîm ya li gel kesên girtî xirab e. Kesayeta heval Selîm ji kesayetên terorîst û kesên bazirganên madeyên hişber dûr in. Girtina Selîm li gel wan kesan weke êşkenceyekî derûnî li beramberî wî tê.”

‘BÊ DADGEH HATIYE XISTINA GIRTÎGEHÊ’

Hisên derbarê ketina greva birçîbûnê ya Îdrîs Selîm de got: “Heval Selîm ev çend carin gireva biçîbûnê digre, ji ber ku rewşa jiyana wî ya li girtîgehê ne başe û ti mafekî nayê dayîn, rê nadin ku parêzer jî bibînin û jê re bêjin sedemê destgîrkirina wî çiye ku Selîm heta niha bi ti awayî jî nebirine dadgehê.”

ÎDRÎS SELÎM: YAN EZ Ê AZAD BIBIM YAN JÎ HETA MIRINÊ DI GREVÊ DE BIM

Hisên got ku ev 18 roj in Selîm di greva birçîbûnê de ye, gotinên Selîm a “Yan ez ê azad bibim, an jî heta mirinê di girevê de berdewam bikim” bibîr xist. Hisên got: “Tevgera Azadî lêkolînek kir, ew tiştên ku li asayîşê li ber destê me ketîn ji bo heval Selîm ti hikmekî yasayî nîne dibe ku bi sedemên siyasî hatibe destgîrkirin.

‘SEDEMÊ DESTGÎRKIRINA ÎDRÎS SELÎM SIYASIYE’

Hisên derbarê sedemê destgîrkirina endamê xwe de ev agahî da: “Tenê sedemê girtina Îdrîs endamtiya Tevgera Azadî ye. Endambûna li Tevgera Azadî jî ne sûceke her wiha ew tevger jî tevgerekî fermiye li Iraq û Herêma Kurdistanê tê zanîn. Destgîrkirina Îdrîs Selîm sîyasî ye.”

Her wiha Hisên bal kişand li ser vê ew tiştên ku li beramberî Selîm kirîn ne tenê dijberiya Tevgera Azadî kirine û dibe ku dijî derketina muxlefeta rast a nûnerê gel e. Hisên got: “Ev karê ji bo rêgirî kirina tekoşîna radîkal a heval Îdrîs û hevalên dijî dîkdatoriyê, desthilatiyekî ya mafê hemû kesî li vî welatî binpê kiriye.

‘HETA NIHA TI ALIYÊN MAFÊ MIROVAN LI ÎDRÎS XWEDÎ DERNEKETINE’

Di heman demê de li ser helwesta Rêxistinên Mafê Mirovan Cîgirê hevserokê Tevgera Azadî Tara Hisên got: “Destgîrkirina Selîm destgîrkirina fikir û ramanê azade, em weke Tevgera Azadî rexne li wan rêxistinên Mafê Mirov yên NY, Mafê Mirov a li Herêma Kurdistan û Iraqê, rêxistina Amnesty International, hemû ew rêxistinan dikin.

Me rapora xwe daye wan hemû rêxistinên ku qala mafê mirovan dike, lê heta niha ji wan rêxistinan ti rêxistinan xwedî li heval Îdrîs derneketine. Ew jî vê yekê dide diyar krin ku ew rêxistin ti xwedî li navên xwe jî dernakevin.”

‘EM Ê ZÊDETIR TEKOŞÎN BIKIN JI BO AZADIYA ÎDRÎS SELÎM’

Di dawiyê de Hisên got: “Em ê hewldan û çalakiyên xwe zêdetir pêşbêxîn eger Selîm neyê azadkirin.”